15 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Ji encam û berhemê xebatkarên başûrê Sudanê û bi harîkariya milet û rewşenbîrên vê deverê bû, ev çenda li serî diyar hate sepandin li ser hukmeta navendî û serokê wê Omer Elbeşîr neçarkir ku danpêdanê bi vê çendê biket, demê milet amadebûyî û boçûna xwe gutî û 99% -ê ji miletê vê deverê gutî (belê bo serbexobûna azad û dewletbûnê), li vî demî em dizanîn ku başûrê Sudanê zor yê hejare û lawaziyeka mezin ya heyî di warê xizmetguzariyan da ku heta evro jî xaniyên wan ji axê dihêne dirustkirin û êk amodê kehrebê jî li vê deverê nîne û ava bikêr vexwarinê nehêt vedixon, ji bilî kêm derametî û hejariyê, sererayî vê çendê jî miletê wan li ser harîkariyan dijît, ewên neteweyên êkgirtî bo di hinêrît, ku gelek caran tûşî cerdeçî û rêgiriyê dibin, û hindek fermanberên wan hatîne kuştin, demê radibin bi dabeşkirina van harîkariyan li ser xelkê hejar, ev çende jî hindê radigehînît ku êmnahî li vê deverê nîne û jiyan zor ya bi zehmete û zorbeyî xelkê vê deverê derbeder bûne, ku geheştiye wî radeyî zaroyên vê herêmê çu nizanin, ji bilî revê û kuştinê û girtinê û derbederiyê û hemû rengên nesaxiyan di navda di belavin û dahatê êk kes ji êk dolarî naborît, herwesa nebûna fakterên dewletbûnê, sererayî vê çendê êkbûn û êkgirtin bûne egerê bi destve înana armanca mezin, ew jî dewletbûna başurê Sudanê bûye, û bi ragehandina wê jî û durhêlê deverê hate guhartin ji qonaxa şerên kilasîkî bo aştiyê û şerên siyasî.
Li vêre, ev çenda me diyarkirî, ne karekê mezine, belku mafê wan yê rewaye, çinku gelek milet bi nameyekê yan rêkevtinnameyeka siyasî jêk coda di bin yan pêkve dijîn, weku Çîko Silovakiya û eqlîmê Frensî li Kenedayê, demê milet li vî eqlîmî razî nebûyî codabît ji dewleta Kenedayê di rapirsiyeyeka azad da.
Evca li vêre, ya fere em weku kurd mifayî ji vê çendê wergirîn û kar bi hemû rêkan bikeyin daku dewleta kurdî bihête dirustkirin, çi li parçeya Kurdistana Îraqê yan jî li parçeyên dîtir ji Kurdistana mezin, çinku ev çende bi erkê niştîmanî dihête niyasîn, bi taybetî erkê berêzan Barzanî û Talebanî ye û divêt hemû layen û kesanên niştîmanperwer digelda di harîkarbin, çinku miletê kurd rêjeyeka zor ji fakterên dewletbûnê hene û milet yê amadeye? bo vê çendê, çinku enfal û wêrankirina 5 hizar gundan û berzekirina 182 hizar welatiyan û 8 hizar Barzaniyan û xebata bi sedan salan baştirîn dîdevanin bo vê çenda me li serî diyarkirî, evca divêt serok û rêberên kurdan û layen û giropeyên siyasî hemû ciyawaziyan bidene rexekî û bihêne paşêxistin, taku dewleta kurdî bihête danan, her demê ev çende hate çespandin li ser nexşeyê cîhanî û danpêdana dewlê hate kirin, bi vê çendê bila rikmanî û hevrikî û dakukî û milmilane bo wergirtina desthelatê bi rêkên demokrasî bibîte karekê rewa bo her kesekî yan layenekî, anku divêt hemû ciyawazî û nakokî bihêne paşêxistin, taku dewleta kurdî ya serbixo bihête danan.
Ez pêşbînî dikem, eger siyasetvanên kurdan li astê pêdivî kar biken, bi dîtina min dê Emerîka û dewletên rojavayê zêdetir giringiyê dene deverên kurdan, çinku bihar û havîna kurdan pêkve nêzîk bûne.
Evca careka dî dewleta başûrê Sudanê hîvî omêd di dilê meda geşkirin, lewa dibêjîn bo gelê vê deverê pîrozbît û nexşe li gelê kurd jî bo ragehandina dewleta Kurdistana mezin
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...