09 Tîrmeh, 2011 Weşandin:1642 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Di pêvejoyên siyasî de mirov nikare pêşî de li ser bûyerên biqewimin hukm bike. Carna gelek tişt ji derveyê îradeya aktorên siyasî diqewimin û bi aliyekî ve diherikin diçin.
Demê hilbijartinan eger yekî bigota, dê piştî hilbijartinê wisa tişt çêbin ku Blok /BDP neçe Enqereyê Meclisê boykot bike, li Amedê bimîne, gruba xwe li vê derê damezirîne û civîna xwe li wê derê saz bike, dê kêm kesan goh bidana van gotinan. Dibe ku hinek kes bi van gotinan bikeniya. Lê ev hemî tişt qewimîn û em îro derbarê van faktan de diaxivin, şîrove dikin.
Ne Erdogan û AKP, ne jî dewleta Tirk li benda bûyerên wisa bû. Eger em rastiyê bêjin, Kurdan jî li ihtimalên bi vî rengî nedifikirî. Berî hilbijartinê me li Kurdistanê qet ji kesî gotina boykotê, mayîna li Amedê, an jî damezirandina Meclisa Kurdistanê nebihîst. Ti?teka wisa nedihat bîra kesî. Mijar bêhtir, destura nû û vî derbarî de lihevkirin an ne lihevkirina Kurdistaniyan û dewletê bû. Helwestên geşbîn jî hebû, yên bê hêvî jî.
Nuha li Enqerê û Amedê çi dibe? Ji aliyekî bi destê CHPê ergenekoncî û AKPê şerekî nû destpê kirine. Ji aliyê din ve Kurdistanî û dewlet/sistem li bin gohê hevdu ketin. Hinek dixwazin helwestê Kurdan û ergenekoniyan bi hevdu ve girêdin. Wek planekî nîşan bidin. Ev ne rast e. Ergenekonî û AKP di nav sistemê de ?erê desthilatê dikin. Kurd û Kurdistanî bi tevayiya sistemê re serê wan di belê de ye. Doza Kurdan doza hebûn û nebûnê ye. Pirsa rengê pêkve jiyanê ye. şeklî be jî, CHP û ergenekonî man li Meclisa xwe ya ku wan bi xwe damezirandiye. Lê em Kurd man li welatê xwe, li bajarê Amedê dicivin. Mijar ewqasî zelal e.
Li gor em rewşê di?opînin, tevgera bakurê Kurdistanê ji vê yekê re hêj ne amade bû. Lê ev pêvejo bi ser me re gêr bû. Hinek siyasetvan û rayedarên Kurd bi guman in, nizanin gelo dê ev bûyer bi kû derê ve here? Rast e, pêvejo hinekî şêlû ye. Lê bi baweriya me, ev rewşa derketiye holê ji berjewendiya tevgera welatparêz e.
Em van bûyeran wek destpêka qonaxekî nû, destpêka damezirandina dezgehên netewî dinirxînin. Kurdistanî divê li ser axa xwe, xwe bi xurtî organize bikin û dezgehên xwe netewî bi rêkûpêk avabikin. Doza Kurdistanê daxwaza mafê çarenusiyê ye. Yanî xelkê me dixwaze li ser axa xwe, bi zimanê xwe, îdara xwe bike. Ji bo rêvebiriyeka xweser dam û dezgehên temsîlî, dadî û birêvebirî pêwist in. Tevgera siyasî ya bakur divê ji aliyekî ve li pêkvejiyaneka wekhevî û adil kar bike, lê ji aliyê din ve dezgehên xwe netewî xweser ava bike. Bila Konferansa bakurê Kurdistanê bicive û biryara avakirina dezgehên netewî bide. Sala 1991 bi damezirandina HEPê tevgera welatparêz navika xwe ji partiyên Enqereyê birî, nuha jî bila gava avakirina dezgehan were avêtin. Kurd û Tirk bi hevra bijîn jî, ku ev daxwaza me ye, cardin jî pêdivî bi avakirina dezgehên netewî heye. Ji bo vê yekê helwestê KCDê/Blokê/BDPê rast e û divê pi?tevaniya vê helwestê û van hewldanên li bajarê Amadê were kirin.
Van rojan (09.07.2011) nabeyna Enqereyê û Amedê hinekî nerm bû. Ev tiştekî baş e. Eger Kurd û Tirk bikarin bi hevra destûrekî nû maqûl amade bikin û temelê pêkvejiyaneka wekhevî û adil bavêjin ev helbet cihê keyfxweşiyê ye. Lê demê parlamenterên Kurdistanê vegerin Enqereyê jî divê ji vê û pê de rûniştin û civînên li Amedê jibîr nekin û li Amedê Meclisa Herêmê were damezirandin. Lê berê hewce ye Konferansa bakurê Kurdistanê li darkeve û ev biryarên girîng dîrokî ji wê derê werin pesinandin. Tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê divê durişma xwe ya Kurdistana xweser jibîr neke. Armanca sereke divê ev be.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...