22 Hezîran, 2012 Weşandin: 1105 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Ev gotin û wateya wê ya civakî, aborî, huquqî û siyasî bingeha vê pêvajoya dîrokî ye. Di destpêka sedsala bîstan de, ku hêzên hegemonîk, li gorî xwe, “dewletên modern” (!) sazkar kirin; mixabin nexşeya di vijdanê gelan de wek hêviyê reng vedabû, bi huquqê zincîran, bi exlak û polîtîqeyên gemarî mijûmoranî kir û ji holê rakir.
Pîvanên rêvebiriya sîstemê jî, di kanunên zincîran de derkete holê.
Mîna di gotina Birêz Ocalan de jî tê xuya kirin, zarokên gelan azad ne dihatin cîhanê. Ev kolekirina li heyam û deman belakirî bû. Lê di nava demê de, formulekirina bi zincîran zingar girt û gelan jî, bi raperînan ev zincîr û lele parçe kirin. Qaşo “dewletên modern”, ji têgihiştina teorîk, ji zanista dîrokî û aborî dûr bûn. Potansiyal û enerjiya komên xelkê, ji bin ve dikelî. Di ecamê de, potansiyal û enerjiya di beroşa demê de dikeliya, pêşî li Kurdistanê fûrî.
Li hemberî ku serîhildanên gelê Kurd, di xeşîmên îxanet, dek û dolabên têr lîstik de, di kemîn û davikan de hatin fetisandin jî, dibin pêşengiya Abdullah Ocalan de haraketeke modern derkete holê. Lîderê vê haraketê, potansiyal, enerjî, hiş û ramanê xelkê Kurd, di kesayetiya xwe de kom kir. Lewma gelê Kurd di kesayetiya Ocalan de xwe dît.
Di şerê 30 salan de, pirsgirêkên taktîkî, bi formulasyoneke siyasî derxistin pêş. Eger pirsgirêkên taktîkî, di formulasyonên siyasî de denrxistibane pêş, Haraketa Azadiya Kurd, wî di çarçoveya “netew dewleta” di nava dîwarên parlamontê de fetisandî “qaşo demokrasî” de bimîne û şerê azadiyê nedibû “senteza tevahiya serîhildanên Kurd.”
Di gotinên wî de jî xuya dike ku, Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd, di guhertina tevahiya karakterê dewleta Tirkiyê de dibîne û dixwaze.
Yanî guhertina demokratîk!... Yanî Destura Bingehîn ya demokratîk!... Yanî gelê Demokratîk!... Yanî di huquq û edaletê de wekhevî!... Yanî dilsoziya dostanî û nasnameyî!... Emê vê ratsiyê piştî du rojên din di Newroza Amedê de bibînin.
Çima guhertina tevahiya karaterê dewletê? Ji ber ku navê dewletê, herçiqasî “komar” be jî, navê “Tirkiyê” hebe jî, gelê Tirk jî di nav de, tevahiya gelên li Tirkiyê bi kanunên zincîran hatine kole kirin. Çînekî bijarte û dewşirme, di her çavkaniya dewletê de hukumran e û gelan di cendereya sîstemê de difetisîne. Çînek dibe Qarun, çînek dibe Dehak û Nemrûd, çînek jî dibe Muawiye...
Piştî şerê 30 salî; hate fam kirin ku dewlet ne gel e!... Gelên li Tirkiyê jî, di demûdewranan de nebûne parçeyek ji dewletê û di her heyamê de, bi dewletê re “zid” in. Dîroka Komara Tirkiyê bi “zid”dên şer û kuştinan dagirtî ye. Lewma, navê vê dîrokê bûye dîroka tirsê, yan jî dîroka şermezariyê. Dîrok bi xwînê tê nivîsandin, lê bi xwînê nayê xwedî kirin. Tirkiyê û Tirkîtî bi xwînê tê xwedî kirin.
Îro, di pêvajoya hevdîtinên dewlet û A. Ocalan de, konsesusa civakî xwedî rol e. Pêşengê vê pêvajoya ku konsesus bûye civak, Birêz Ocalan e. Hêza Birêz Ocalan, ji bilî gelê Kurd, ev konsesusa civakî ye. Li gorî ankêtên dawî, % 54 dîrekt, ji % 20 qismî, yanî ji % 74 guhertinê dixwazin. Ji % 23 guhertinê naxwazin. Bêguman, ev qonax bi hêsanî ne hate bidestxistin. Dergehê li pêşiya konsesûsa îro bi kilîdên heft niqrikî hatibû girtin. Lê kilîda çareseriyê, pêşî bû serketina gerila ya sala 2012an e; piştre bi potensiyal û enerjiya gelê Kurd li meydan û kolanan e; piştre dîplomasî û kampanyayên li Ewropa û herî dawî, kilîda esasî têkoşîna li Imralî û li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê ye. Greva birçîbûna 68 rojan, zivrandina kilîda dawî ya vekirina dergehê çareseriyê ye. Mîna destpêka çareseriya pirsgirêka IRA û Ingilîstanê, sala 1981an û grevên birçîbûnê!...
Dewleta AKPê, sîstema adem-î navendî û hêzên global jî di nav de, fam kirin ku, tiştekî weke berê nemaye û mecbur man ku biçin Imralî. Ji detspêkê û heta îro dibêjim, MECBUR MAN!... Konjektur yek!... Teêkoşîna Kurd du!.. Di qonaxa îro de; pirsgirêka Kurd jî, êdî li Tirkiyê, di ser partiyan re ye. Kes nema dikare pêşî li vê pêvajoyê bigire. Êdî, bîrdoza “bîrdoza bisiklêtê”ye. Kesê li bisiklêtê suwar dibe mecbur e pedal bi zivîrîne, eger pedal ne zivîrîne, wê bi serî ve noqî erdê bibe, yan stikura wî wê bişike, yan jî movikên pişta wî... Aliyê ku ji vê pêvajoyê paş de gavan biavêje têk diçe.
Guman û tirsa her du aliyan jî hene. Lê guman û tirsa aliyê Kurdan zêdetir e. Ji ber ku ji sala 1993an û vir ve, Kurd yek alî gavan diavêjin. Pêşengê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan jî, 13 sal in ku têkoşîna atiyê û çareseriya demokratîk dide. Di van 13 salan de, paşde vekişîna gerila jî di nav de, pêşniyaza komên aştiyê, bi dawî bûna grevên birçîbûnê; herî dawî jî serbest berdana 8 dîlên di destên HPGê de pêkanî. Di heman demê de, ji bo çareseriya demokratîk, nexşe-rê, protokol amade kirin û radestî hemberên xwe kirin. Encama van gavên dilsozî û xêrxwazî, bû êrîşên fizîkî û jehr-dayinê; bû tecrîda 600 rojan. Tecrîda bi vî rengî, ji tecrîdê wêdetir e û di sedsala navîn de, weke mirina reş dihate binavkirin. Çûna du şandeyên BDPe û çûna du caran ya Mehmed Ocalan ya Îmralî, nayê wateya rakirina tecrîdê.
Cahîd Merwan dibêje “sîstema Imralî têkçû”ye. Ev rast e, doktrînên nijadperestiya ku di dema AKPê de weke faşîzma reş daketiya kolanan jî têkçûne; lê kuştina diyalektîka guhertina jiyanê berdewam dike. Komkujiya li Parîsê mînaka vê ye. Yanî krîstalîze kirina dîrokê û xwedawendiya bûyerên Tewratî yên drametîk berdewam dike.
Bi vê mebestê, pêwiste AKPe, guh bidê gumanên Kurdan û gumanên Kurdan ji holê rake.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...