ZINARÊ XAMO
Hawar Net
29 Mijdar, 2013 Weşandin:0527 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________
Serokên miletekî dibê gelê xwe asîmîle nekin, bi zimanên serdestan bi gelê xwe ra nedin û nestînin.
Heta ku hin kes qal û qîlan, mazeret û hincetan ji kurdînezaniya siyasetmedaran ra bibînin, siyasetmedar ewê kurdî fêr nebin û bi zimanê tirkî rêberî û serokatiya kurdan bikin.
Yanî kesên kurdînezaniya siyasetmedaran xweş dibînin û ji wan ra gelek teoriyên parstinê li hev radigirin jî bi qasî siyasetmedarên kurdînenezan sûcdar in. Û heta kesên wiha hebin siyasetmedar ewê tu carî dev ji tirkî bernedin û ehemiyetê nedin kurdî.
Hin berpirsiyarî, meqam û kursî hene nabe kesên li ser wan rûdinin bi kurdî nizanibin. Heger kurdî nizanibin dibê li ser wê kurdiyê rûnenin, rê bidin kesên xwediyên wan wesfan.
Mesela serokê partiyeke kurd, serokê belediyeke Kurdistanê, parlamenterekî miletê kurd dibê bi kurdî bizanibe, nizanibe ne rast e û dibê meriv rexne bike. Dibê meriv vê nezaniya siyasetmedran bi tu hawî xweş nebîne û qebûl neke.
Di birêvebiriya partiyekê da 50 kes bi kurdî zanibin û yek tenê nizanibe, sirf ji bo xatirê wî kesî zimanê civînên partiyê otomatîkman dibe tirkî. Ev yek ji bo komele û rêxistinên din jî wiha ye. Ev ne rast e û dibê meriv qebûl neke. Kesên kurdînezan dibê nebin serok û berpirsiyar. Dema bûn dibê kurdî fêr bibin.
Kesên dixwazin bibin serokên kurdan dibê kurdî bizanibin. Ez bi xwe serokatiya serokekî kurdînezan tu carî qebûl nakim, nabim hevalê wî û raya xwe jî nadimê.
Li ser namzediya Gulten Kişanakê
Wisa xuyaye ku di hilbijartina 2014-a da BDP ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê ewê Gultan Kişanakê nîşan bide. Tê îdîakirin ku Gulten Kişanakê di hilbijartinên nava partiyê da rayên herî zêde girtine. Ev çiqasî rast e, meriv nizane, lê ez bi xwe bawer nakim.
Ji ber ku berî van hilbijartinan biryara namzedeya Kişanakê hatibû dayin û dihat gotin ku Kişanak namzeda BDP-ê ya Diyarbekrê ye û navê kesê din jî derbas nedibû.
Yanî berî vê hilbijartina navxweyî biryara namzediya Kişanakê ji jorda hatibû dayin. Ev hilbijartin qilifekî meşrûkirina biryara tayinê ye.
Lê di nava partiyê û gelê Diyarbekrê da li hemberî navê Kişanakê îtîraz hebûn û heye.
Bi eşkerebûna navê Kişanakê ra manaqeşeyên li ser navê wê dest pê kirin. Bi qasî ku meriv ji medya sosyal taqîb dike, piraniya gelê Diyarbekrê dixwestin yekî/yeka diyarbekrî û kurdîzan bibe namzedê serokê belediya Diyarbekrê. Bi dîtina min jî ev daxwazeke rast e. Lê bi qasî ku xuya ye BDP guh nade daxwaz û dîtinên gel.
Ev ne siyaseteke rast e, partî dibê guh bide gel û hilbijêrên xwe, ne ku guh neda wan û wan bi tiştekî nehesibîne.
Ev emirwaqîtiya BDP-ê ne rast e û ewê zirareke mezin bide partiyê û kurdan.
AKP di kemînê da ye û dixwaze Diyarbekrê ji BDP-ê bigre. Û ji bo vê yekê jî gelek plan û dek û dolaban digerîne. Heger negre jî dixwaze rayên xwe zêde û yê BDP-ê jî kêm bike.
Ev siyaseta BDP-ê ya otorîter li Diyarbekrê dikane feydeyeke mezin bigihîne AKP-ê û rayên wê zêde bike. Û berpirsiyarê vê yekê jî BDP bi xwe ye.
Bi dîtina min Kişanak ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê ne namzedeke xurt û rast e û gelek kurd ewê rayên xwe nedin wê. Namzediya Kişanakê rîskeke pir mezin e.
Diyarbekir paytexta Kurdistanêye û dibê kurd gav bi gav, bi hostayî Diyarbekrê ji bo paytextiyê amade bikin.
Dibê li Diyarbekrê êdî serok û berdevkên hemû partî, komele û rêxistinên, meslekî û siwîl kurdîzan bin. Serokê/seroka belediyê dibê kurdîzan be.
Ji bo ku di hilbijartinên mehelî yên 2014-a da AKP li Kurdistanê rayên xwe zêde neke(û dibê neke), ne li Diyarbekrê tenê, li hemû bajarên Kurdistanê dibê kesên bi îsabet, kesên ku gel jê hez dikin werin nîşandan.
Heger di hilbijartinên 2014-a da AKP li Kurdistanê rayên xwe zêde û BDP jî kêm bike Erdoganê har bibe û di siyaseta xwe ya serîlêgerndinê da israr bike.
Û Ji bo kurdan wendakirina Diyarbekrê ya jî li Kurdistanê kêmkirina rayan di warê siyasî û psîkoêlojîk da ewê bibe darbeyeke pir mezin.
Loma jî hîn ku ne dereng e dibê BDP dev ji vê siyaseta tayinê berde û guh bide daxwazên gel. .
.
"..Loma jî hîn ku ne dereng e dibê BDP dev ji vê siyaseta tayinê berde û guh bide daxwazên gel. ." hezar carî mixabin ku, hê jî Kurdên me, berê Kurdan didin partîyek dijitîya Kurd û kurdistanê dike.. Ma hûn jî serokê kurdistanê Mesud Barzani û serokê el Qaide û el Nusra weki dinirxînin, ango weki hev dibînin.!? Eger hûn dibêjin na, çima berê kurdan didin BDPê.. Ji berku BDP desthelatîya Kurdistanê, El Qaide, El nusra weki hev dinirxînî.. Ma $erm nine ku, merî hê jî vê partîyê biparêzî.!?
ReplyDelete