Ҫareserî: Federalizim e ne sîstema Serokatîyê
Sistema Serokatîyê u ya parlementer jî sistemên demokratik in.Serokkomar Erdogan guftegoka mijara systema Serokatîyê (Präsîdialsystem) dixe medyayê.Di nav medya Tirka u Kurda de li ser vê mijarê minaqeşe te kirin.

Cevdet Tuku


Hinek rewşenbîren Kurda ji Erdogan zedetir pesnê u propaganda systema Serokatîyê dikin.
Ew bawer dikin, gavê Erdogan bive Serok/ Presîdent, hukimmek mezin dikive destê wî, ew gavê hingê bixwaze, kare rehetir pirsa kurdî ҫareser bike. Du hêvî, yek systema Serokatîyê, dido Erdogan.
Sistema Serokatîyê u ya parlementer jî sistemên demokratik in.
Li gorî teorîya Montesquieu, ji bo ku hukim tev nekeve deste yek kesî an jî dezgehekê u nebe rejîmek despot, divê were parvekirin.
Montesquieu di teorîya xwe de, hukimê dewletê, li ser sê dezgehan par dike: Legislative, Exekutive u Judikative (Montesquieu, vom Geist der Gesetze, pirtuk XI, Kapitel VI).
Li gorî Montesquieu azadî namine gavê Legislative u Exekutive di destê yekî an jî dezgehyeke debe (Montesquieu, eynî).
Ev hersê dezgehên-desthilat hevudun kontroll dikin u balanse kê (hawsengî) di navbera wan de ҫedike.
Ev parvekirina hukim buye îro prinzîpyek esasî ê demokrasîyê.
Montesquieu diar dike: hemu desthilatdara xwestibin bivin Despot, hemu dezgehên dewletê bi destxistine. Montesquieu mînakekê ji despotiya dewleta Osmanîya dide: li cem Tirka, hersê dezgehê - desthilatê di destê Sultan de ne, despotîyek xedar/hov hukim dike
(Montesquieu, eynî).
Gelo li Tirkîye dîrok ê dubare bive? Erdogan ê bive Sultan?
Hitler jî bi rîya fermî li gorî kanuna bingehî bu deshilat (Reichskanzler). Wî dure demokrasî rakir u dîktatorî saz kir. Wî karesatek mezin anî serê Almanîya, Evrupa u Cîhanê.
Heger Erdogan bive Serokê dewletê (präsîdialsystem), dezgeha Exekutive de, tenê ew, dibe hukumdar. Gavê pirranîya parlementera ji partîya wi pek were, bandorek wîye mezin li ser Legîslatîve jî ҫedibe. Ji xwe li Tirkîyê hetanî niha Judîkatîve/ Hukuk her tim ne li gorî pîvanê kanunê unîversîel u mafê mirova tevdigere. Wê her tim li gorî sîyaseta jorîn ya ku hukim dikir di meşîya u dimeşe. Li Tirkîyê hukukek serbixwe ku hed u hidudê desthîlatê gavê lazim be nîşan bidê, tuneye. Tam berovacî vî tiştî heye, dibe xizmetkarê desthilatê. Li Tirkîyê ku kultura demorasîyê lê qelse, u gavê dezgehen dewlete komplet bikevin destê şexsekî u partîyekê, ev tahlukek mezine.
Fransa sala 1958 ji parlementer systemê derbasî Semî - Präsidîalsystem bu u Komara V ava kir. Ji sala 1946 hetanî 1958 hukumeta Fransa 25 car guherîye, hukemet u parlemento tengasîyê mezin derbas kirin. Dewlet li şuna problemê sosyal, polîtîk u aborî ahlake bive, bi xweve meşkul bu, system hatibu xitmandin. Dewlet di krîzek polîtîk de bu. Newma jî systema xwe guherand, di vê systema nuh de, Präsîdent rolekî zentral di Exekutîve de dileyîze.
Ev systema parlementer li Tirkîyê stabîlîze ye, ev hima beje ev sê Legislatur- perîyode ne ku Parlemento wextê xwe tije dike. Hikumet zedeyî 12 sala bi serê xwe, bê koalîtion hukim dike.
Ҫi hewcebun heye, systemek ku saxlem be, wê biguherînen?
Li Tirkîyê hewcebun bi demokratîk kirinê, bi kêmkirina bendê (benda Parlemento), bi Judikatîvek/ Hukukek serbixwe u ber tiştî bi systemek federal u dezentral heye. Ev pirsgirek heger ku niyeta hukumetê hebe, kare di vê systema heyî de jî ҫareser bike.
Li ser pirsa Kurdî Serok Komar (Erdogan) tucar niha qebul nake, ne li Tirkîye u ne li Surîyê Kurd bivin desthilat. Ew hertim debeje yek Dewlet, yek Al, yek Ziman…
Navbira hukemeta Tirkîye u hukumeta Kurdistana Başur di warê diplomatîk u aborî de gelek xweş bu. Tirkiyê hevîyê baş ji Kurda re ҫekir, gavê bi erênî bi damezirandina dewletek serbixwe li Kurdistana Basur direhint. Li gavê Hewler ji alê terorîstê DAÎŞ ve kete tahlukê, alîkarîya ҫekan ji wan xwestin u daxwaz kirin ku bi Balefiran DAÎŞ bobebaran bikin.
Hingê Tirkîye ruyê xweyî rast diar kir. Amerîka u Îran bi hawara kurda ve ҫun, li Tirkîye temaşe kir.
Tirkîyê li Kobanê jî temaşe kir. 58 Dewleta hevpeymanek li hemberî barbaren DAÎS saz kirin, li tirkîyê tevlî ne bu. Ҫima?
Ji ber ku hovên DAÎS li hemberî Kurda şer dikin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...