Heta Kurd zora cinawirê Tirk nebin li tu derê ji me ra rehetî tuneye
Li gorî serokê Daîreya îstîxbarata netewî ya Emerîka James Clapper, Tirkiye PKKê ji Daşîê tahlûketir dibîne û ew bawer nake ku Tirkiye li dijî Daîşê ji nuha bêtir tiştekî bike..

Zinarê Xamo


Li ser pirsa ”hûn bawer dikin ku Tirkiye ji nuha pê da bêtir angajeyî şerê li dijî Daîşê bibe” Clapper, gotiye, ”na, ez bawer nakim…”
Clapper, sebebê vê baweriya xwe bi siyaseta Tirkiyê ve girêdaye û gotiye, ”ji bo Tirkiye micadela bi Daîşê ra ne dora pêşî ye. Çimkî Tirkiye PKKê ji bo xwe tehdîdeke hîn mezintir dibîne, Kongreya gel tehdîdeke hîn mezintir dibîne. Hedefa Tirkiyê liberxwdan û tevgera kurd ya netewî ye. Jixwe di lêkolînên bîrûrayên giştî da jî xuya dibin ku Daîş wek tehdît nayê dîtin.”
Piştî van dîtinan Clapper gotiye, ”li Tirkiyê ji bo şervanên Daîşê rewş û derdoreke misaîd heye. Di qanûnan da û li ba însanan ji bo çûnûhatina şervanên Daîşê ya Sûriyê rewşeke pir misaîd û xweşbîneyek heye. Ji sedî 60ê şervanên Daîşê ji bo çûn û hatina Sûriyê di ser Trkiyê ra rê dîtin.”
Clapper kêm gotiye zêde negotiye, tespîtên wî hemû jî rast in. Jixwe tiştê Clapper gotiye ne îdîa ye, Erdogan û Davutoglu bi xwe çend caran gotin PKK û PYD ji Daîşê tahlûketir in û xwstin Emerîka û koalîsyon jî vê dîtina wan qebûl bike û şerê li dijî Daşê didin, li dijî PKKê û PYDê jî bidin.
Yanî meriv dikane bibêje, hukûmeta AKPê li hemberî kurdan ne bi Daîşê ra tenê, bi hemû zebaniyên dinyayê ra, bi qatilên profesyonel ra, bi Mafîayê ra, bi nazîztan ra, welhasil bi her kesî û her hêzê ra dikane hevkariyê bike.
Jixwe sbebê piştgiriya bi Daîşê ra jî mesela kurd e, xwestin him li Kurdistana rojava kurdan bişkînin û him jî Kurdistana Federe ji ortê rakin.
Yanî hedefa Tirkiyê xistina Hewlêrê jî bû. Daîşê bi piştgirî û daxwza Erdogan û Davutoglu êrîşê Şengalê kir.
Dersa em kurd ji van bûyerên dawî derxin ev e: Heta li Tirkiyê kurd negihîjin azadiya xwe yanî bi hawakî mesela kurd çareser nebe, li tu beşekî Kurdistanê ji kurdan ra rehetî tuneye.
Li Îraqê Kurdistana Federe jî ne di garantiyê da ye. Daîş bişkiyê, tasfiye bibe jî kurd rehet nakin. Îcar jî dikanin bi milîsên şîiyan êrîşî kurdan bikin, bi riya wan gelşeke nuh ji kurdan ra peydabikin.
Yanî heta ku mesela kurd li Tirkiyê çareser nebe li tu dereke cîhanê ji me kurdan ra rehetî tuneye.
Tirk, li Ewrûpayê jî rehetiyê nadin me. Ji bo ku kurd li Ewrûpayê nebin xwedî îmkan, xwedî dem û dezgeh çi xerabî ji wan tê dikin.
Loma jî ji bo ku kurd bikanibin li herçar perçên Kurdistanê rê li ber azadî û serxwebûna xwe vekin, berî hertiştî dibê pişta vî “cinawarê tirk” bişkînin, heta ev yek nebe li ser serê kurdan ewê tim şer û ceng be…
Aqil tunebe meriv biserketina dijminê xwe jî dilşa dibe
Gelek kurd bi serketana taximekî tirk li hemberî taximekî biyanî wek tirkan kêfxweş dibin. Piştgirî û kêfxwesiya kesên nezan, kesên ne şiyar, kesên ne siyasî meriv fêm dike. Lê gava kurdên şiyar û siyasî jî wek alîgir û sporciyên tirkan kêfxweş bibin ne normal e, di vir da çewtiyek, kêmasiyek heye.
Gelek kurd li dijî partiyên tirk in, lê belê li alî din jî dilxwaz û alîgirên taximên tirk in.
Diyar e şiyariya me ya siyasî û netewî piçekî seqet e, tam tekamul nekiriye. Hemû taximên futbolê yên tirk, piraniyeke mezin ya alîgir û sporciyên taximan, wek partiyan û endamên wan, ji kurdan û nefret dikin, neyarên kurdan û daxwazên wan yên netewî ne.
Yanî gava meriv bi çavekî netewî li meselê binêre, tu sebeb tuneye ku kurdek wek tirkekî bibe alîgirê taximekî tirk.
Hevalekî min ê facebookê jî ji ber ku Beşîktasê do zora li Lîverpûlê bir kêfxweş bûye. Hin kesan jî ev piştgiriya wî ya ji taximekî tirk ra rexne kirin.
Wî jî di bersîva xwe da got, ”Ji ber ku ez kurd im tu sebebek tuneye ku ez ji taximekî tirk yê futbolê nefret bikim…”
Min jî jê ra got, madem wiha ye ”Sibe al û apikê xwe li xwe ke û rozeteke ala kurdî ya jî rismê Ocalan ya jî yê Mesûd Barzanî jî bi sînga xwe ve ke û here maa Beîktaê. Tu yê fêm bikî bê hezkirina BJKê û tirka i ye !”
Xortê kurd di bersîva xwe da got, ”Ew jî rastîyeka wan e mamoste.”
Rast e, em dizanin tirk ji kurdan nefret dikin, ji tu tiştekî, ji tu semboleke kurdî hez nakin. Û kesê jê hez bikin jî lînc dikin. Em bi vê rastiya tirkan dizanin û qebûl dikin.
Lê em bi qasî rastiya xelkê, bi rastiya xwe nizanin, em nizanin rastiya me çi ye?
Heger me rastiya xwe bizanîbûya dibê wek kurd me îşê xwe ji taximên tirk neaniya, em bi serketina wan kêfxweş nebûna.
Çimkî wek partiyên tirk, wek dewleta tirk, wek meclîsa tirk, wek artêşa tirk, wek pûlisên tirk, taximên tirk jî ne yê me ne, yên Tirkiyê û tirkan e. Û di ser da neyartiya me jî dikin.
Lîstikvanekî Beşîktaşê ya jî yê taximekî din kurd be jî newêre bibêje ez kurd im, newêre sempatiya xwe eşkere ji kurdan û sembolên kurdî ra nîşan bide. Wek tirkek rozête ala tirk bi sînga xwe ve dike, ew jî newêre ala kurd bi sînga xwe ve ke.
Newêre serkeftineke gerîlla û pêşmerge ya li hemberî Daîşê vekirî biparêze û pîroz bike, piştgiriya xwe nîşan bide. Heger bike, hevalên wî, sporciyên taximê wî, ewê wî lînc bikin.
Lê gelek kurd vê ”rastiya” xwe nabînin, bîra vê yekê nabin û loma jî wek sporciyên tirk, ji serketinên taximên tirk ra li çepikan dixin, sembolên wan hildidin, formayên wan li xwe dikin. Ji ber ku zanîn û şiûrê netewî bi me ra kêm e. Loma jî em xwe nas nakin, siyasîbûneke vala û bê naverok li meydanê heye…
Bi kurtî, li gel hewqas micadele û bedelên giran jî em hîn tam nebûne milet.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...