HAWARNET Nêrîn: MEDENÎ FERHO
Showing posts with label MEDENÎ FERHO. Show all posts
Showing posts with label MEDENÎ FERHO. Show all posts

10/17/13

Exlaqê ol û oldaran cûda ye. Lewma dibêjin,  kesê nîfaqê bike nava ehl-î îslamê,  ji îslamê der e, kafir e. Hêzên ku  bi navê  îslamê li Rojava kujeriyê dikin, ev rengê mirovan e û bi “fetwa fewahîş” (1) bûne koleyên vê heyama drametik. Kesên wiha nexweşên newrozî ne. Kole ne û baweriyê bi xwe jî nayînin û  xwedî mêjiyekî  kurmî ne. Her dem dikarin xwe jî, kesên li dora xwe jî  bikujin. ..
______________________________________________________________________________

MEDENÎ FERHO

Hawar Net

17 Cotmeh, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________

Misilmantî, aliyekî xwe  fedekarî ye, aliyekî xwe jî çîlekêşiya di “inzîwa” de ye. Ferageta ji xwe, ji malê cîhanê ye. Lê mirovên li dijî Kurdan şer dikin, belengazên baweriya hiş û raman, bêzarên olî û neçarên dilsoziyê ne. Ji ber vê jî dîlên nefsî ne, qurbanê propagenda reş in. Barbariya olê dikin, talangeriya “sêva sor” û “kujeriya mogolî” dikin.  Giyanê wan, mêjiyê wan  zincîr û lele kirî ne. 

Berî çend rojan; doktorekî Rojhilatî, diyar kir ku di berîkê van kesan de, hebên BENZEX X derdikevin. Benzex X, ji bo nexweşên şîzofrenîk tê bikar anîn. 
şîzofrenî newrozîtîk e,  nexweşiya mêjî ye.  

Ev kes, ji termînolojiya misilmantiyêjî dûr in. Mêjiyê xapandî ne. Di defterên wan de jî,  sloganên xwînê nivîsî ne. Hêzên paradoksal in.?Misilmantî nikare paradoksal be... Mixabin misilmantiya tirkan, ereban paradoksal e û pêşengîtiya  kesên paradoksal jî dikin... Bawerî û dîtîna paradoksal, her tiştên nû û nûjeniyê, mirovên azad, hiş û ramanê azad red dike. Gotina “barbar” ji bo kesên wiha hatiye gotin... Cengîzxan jî, Tîmurleng jî, tevahiya Siltanên Osmanî jî wiha ne û paradoksal in... Vê zihniyetê, sîstema dewşirmetiyê afirand... Dewşirmetî, bêbinyatî, bêbavtî, bêjî-kirina mirovan e.  Dewşirme, wek gurên du lingî ne û di postikên mirovan de ne.  Dewşrime  kole ye û kole dike, riya sêyemîn nîne.  
Ev baweriya misilmantiya katolîk e û bi hiş û ramanê tolhildanê siyasetê dimeşînin... Rastiyê, di bûyerê de nabînin, di encamê de dibînin, lewm fetwayên gunehkariyê didin. Fetwa karekî ciddî ye... Lê siltanên Osmaniyan, serok û şêxên cemaetan, meşruiyeta fetwa dane winda kirin û kirine rewşeke drametîk... Ji hukmê “şer’î” dûr kirine. Komên bi navê misilmantiyê li Rojava û Suirye şer dikin jî, mizgeft û dêran xerab dikin û  “fetwa fewahîş” didin. Di kirasê  “fetwa-penah” de (2) haraket dikin.  Cûdatiya koman û desthilatdarên ku wan destekê dikin, ji karîkaturîstên Danîmarkî nîne... 

Kesên ji Çeçenîstanê, ji Libya, Tunusê, Afganîstanê,  ji Kurdistan û Tirkiyê diçine Rojava û li dijî Kurdan şer dikin, bi “fetwa-penah” hatine xapandin û koleyên gunehkar in... Fetullah Gulen, li Emerîka jiyanek arîstokratî dijî, lê bazirganiya koletiyê dike... Cîhanek koledariya mîna emperyalên Roma ava kiriye... Dibin navê “ol û xweda”de sazî û komeleyan vedikin û  wek çavkaniya davik, kemîn û xefkên kolekirinê bikartînin. Cemaeta Gulen, li Tirkiyê  hevparê desthilatdariyê ne û pêşengên wan jî jiyanek arîstokratî dijîn. Medya wan neynika wan e. Ji exlaqê ademî dûr in, derewan dikin, heyama trawmatîk sazkar kirine û kirine bingeha cîhana derewan.  Bi peran koleyên modern, bi qrewat dikirin û zincîr dikin... Qelemşorên ku dikevine davika cemaetê jî mînaka vê ye. Koletî, destpêka kolonîkirina welatan û kolekirina gelan e.
Di cîhana komên newrozîtîka olî de,  sê tiştên metirsînî, lê bi hevûdin ve girêdayî hene...  Kuştina serjêkirinê, talankirina bi navê xweda û wêran kirina bi slogana allahuekber... Ev spazma cezakirinê ye û li ser bingeha nexweşiya şîzofrenîk ava dibe... Spazma kar û bazarê!.. Ev  spazma bê exlakî û can-sivik-bûnê  ye. Kar û bazar, bi kolekirin, kuştin, talan û wêrankirinê ve girêdayî ye... Dema ku ev sê tişt pêkhatin, bêexlakî, destdirêjî, şehwet û kirêtî dest pê dike. Aliyekî vê rewşê “spazma xwe cezakirinê” ye, aliyekî wê jî krîza olî ye... Ev bingeha nexweşiya şîzofrenîk e.

Cemaeta Gulen jî, desthilatdariya Erdogan jî, dewletên ereban jî, ji koleyên ku li ser navê wan şerê li dijî Kurdan dikin, jinan kom dikin û pêşkêşî wan dikin. Ev “fetwa fewahîş” û xirrandina “behişta cinsî” ye. Cûreyek ji lejyonên Roma... 

Împaretoriya Cemaeta Gulen û desthilatdariya Erdogan, li aliyê tirkan alkolê qedexe dikin, yan jî dikine bin kontrolê. Li Kurdistanê teşwîk dikin... Bê exlaqiya aşûfteyî, dibin sîwana malên olî û dezgehên pîşeyî de teşwîk dikin. Lewitandin û gemarî kirina exlaq û vijdan jî ev e... Îslamiyet vî pîşeyî û kesên vî pîşeyî dikin, teşwîk dikin red dike. Hetikberî, rûreşî û şermezariya qewmê Lut e...  

Ev gunehkarî, ne bi Hacer-ul Eswed, ne bi  Ahd-î  Cedîd û ne bi Ahd-î Atîk tê helal kirin. Mirovên ku bi van nirxan teva neyên paqij kirin,  di tofana zulumkariya paradoksal de û di pêpelûkên zulumkariya olî de dibê rêwingiyê dojehê... Îbadetê bikê jî mahkumê lanetkirinê ye 

–Fetwa fewahîş, fetwebazên aşûfte
- Fetwa-penah”, kesên ku fetwa dike mertalê kirêtiyên xwe. . 

Împaretorıya koleyan cemaat

9/25/13

Doza kurd û Kurdistanê, di xeşîm û labîrentên gelekî zor re derbas bû û giha qonaxa îro. Faşîzma Spî a Tirk (1), bi hêrseke dijwar ya siyasî, kulturî û psîkolojîk gelê kurd kiribû tara bêjingê û ber bi fetisandinê dibir. Di demeke wiha de, zindî kirina tevgera netewa kurd, biqasî saxkirina miriyekî di gorê de zor bû. (2) Ji bo vê jî tenê îdeolojî ne bes bû. Her çiqasî îdeolojiya PKKê hêviyên xurt yên jiyana azad didan jî, hoy û mercên şerê şoreşgerî (3) xwe farz dikir..
______________________________________________________________________________

MEDENÎ FERHO

Hawar Net

25 Îlon, 2013 Weşandin:0749 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
______________________________________________________________________________

Bêyî şer kirinê, tu azadî nayên bidestxistin. (4)  dinavbera azadî û nasnamê de jî têkiliyek heye. Ji bo ku ev têkilî werê sazkirin, pêdivî bi nasnameya civakî heye. Ev nasname îradî ye û têkiliya îradê û azadiyê (5) ji hev nayê qut kirin. Bidestxistina van teva pêdivî bi hêza fizîkî heye. 

Gelê kurd, di navbera çerxa tunekirina fizikî de, polîs, artêş,  kontrgerila, milîsên sifîl yên faşîst, qorucu û ajanên milîs de (6) dihate tunekirin. Ligel vê, bi hegemonya medya, mêjî û hişê mirovan, ahlak û kesayetiya mirovan, bîstûçar saetan dihate bombarduman kirin. Ji bo ku ev çerxên tunekirina bê exlakî û derî ademî, werin şikandin, pêdivî bi hêza fizîkî heye. 

Mînakek dîrokî: Piştî şerê hundir yê Fransa û Komûna 28ê Gulanê, karkerên Fransa bi saya çek û rêxistiniya çekdarî, Komara Sosyal (demokratîk) sazkar kirin. Ji bo parastina Komara Demokratîk, xwe bi çek dikin û di nava dewletê de xwedî hêzek rêxistinî ne. (7)  Her demên reş û tarî yên dîrokê, bêyî îradeya şoreşgeriya bi rêxistiniya fizîkî têne ronî kirin. (8)  Ev humanîzma dîrokê ye.
Dîroka Netew- dewletan tucaran nebûye “şecera exlaq”, her û her bûye çavkaniya  şer. Ne tenê li dijî gelên cûda, li dijî gelê xwe jî heman siyasetê dimeşîne. Ji ber ku hunandina dewletê, li ser bingeha berjewendiyên çînayetî tê avakirin. Di sedsala bîstan de, bi felsefe û îdeolojiya sîstema kapîtalîst, emperetorî hatin parçe kirin û wek mîrateyên emperetoriyan netew-dewlet hatin sazkarkirin. Ev kelih û bircikên nû yên sîstemê bûn. Li Rojhilata Navîn jî, ji bilî Îran û Tirkiyê, 22 dewletên Ereban hatin sazkar kirin. Iraq ne dewlet bû, kirin dewlet, Suriye heremek bû, kirin dewlet.  Encama vê parçekirina trajîk, mîrekîtî, qraltî, tîran, faşîst û hêzên mekanîk û robotên kujer derxistin holê.  Bê çiqasî Mussolînî wek nexweşiya demê ya tevahiya Ewropa  (9) dihate binavkirin; piştî sazkariya netew-dewletan, li Rojhilata Navîn jî, nazîzma tirkî û nazîzma erebî wek nexweşiya demê derkete holê. Ev nexweşiya kujer hîna berdewam dike. Di encama têkoşîna 30, 40 salên bi berdêlên giran a gelê kurd, Bihara Gelan dest pê kir û wek dermanê vê nexweşiya kujer derkete holê. 

Di dema sazkirina netew-dewletan de, gelê kurd, wek qurbanê sedsalê hate bijartin. Di sedsala bîstûyekê de, yanî di modernîteya kapîtalîst de; di heyama ku “cîhana teknîk”, “kultura teknîk” serdest kirine jî, dixwazin gelê kurd car din wek qurban bihêlin. Neynika modernîteya kapîtalîst netew-dewlet e û biqasî netew-dewletê çavkaniya çavkaniya faşîzm û faşîstan e. Di cîhaneke wiha de, yek ji gelên ku dibin giyotîna sîstema faşîzan de  tê kuştin û tunekirin Kurd in.

Li Bakurê Kurdistanê, di şerê 30, 40 salî de, faşîzma spî ya tirkî, bi alîkarî û desteka hevkarên xwe yên global, bi her cûre çekan (kimyewî jî di nav de) êrîşî gelê kurd kirin... Îro jî, li Rojavayê Kurdistanê  heman siyaseta taybet  tê meşandin. Di şexsê Suriye de, şerê parvekirina sêyemîn ya cîhanê tê meşandin. Cîhana ku di şexsê Suriye de bûye du alî, kiryarên li dijî gelê kurd ji nedîtî ve tên. Pengava ku ji aliyê gelê kurd ve hate destpêkirin û defacto’ya derketiye holê jî,  ji nedîtî ve tên. Bi desteka Tirkiyê,  Erebîstana Suudî, Qatar, bi erêniya Emerîka, Fransa, Îngîltêra û NATO, robotên çete û paramilîter, cil û bergên Ebû Sufyan li xwe dikin û li dijî gelê kurd komkujiyan dikin. Li Rojavayê Kurdistanê, faşîzmeke ji Nazîzma Hîtler dijwartir tê meşandin.  Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKPê, bi îdeolojiya  faşîzma kesk,  biqasî faşîzma spî, li dijî gelê kurd siyaseta taybet dide meşandin. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî, berê çekên xwe daye Kurdên Rojava û bûyerên drametîk yên Tewratî dinvîse. Ev jî şecereya bê exlaqiya îslama Muawiye ye. Erdogan, di van rojan de borezantiya şer dike û destên xwe dirêjî Misirê jî dike. Gelo ev ne xwînxwarî  ye,  ne xwekuştina zihnî, mêjî û insanî ye?  Erdogan û şûreka wî, desthilatdarî û îdeolojiya wî, ji îdeolojiya fermî ya tirkî û ya CHPê ne cûdatir e.  

Vêce, li hemberî van rastiyan teva û di vê qonaxa ku tê xwestin,   hêzên li herêmê li ser dengeyên nû werin rûnandin,  herêmê ji nû de dizayn bikin de, gelo kurd, bi “tewekkulê” razî bibin?  Gelo, kurd bi destîniya xwedestî razî bibin, stikura xwe li ber satoreyên robotên faşîzma spî a tirk û ereban dirêj bikin?

Mînakek dîrokî: Pengava 15ê Tebaxê, eskerî bû û li dijî nîrê koletiyê, li dijî çerxa kujerî û fetisandin û tunekirina di tara bêjingê de  hate lidardxistin. Destanek e. Tê zanîn ku destan bingeha dîrokê ne.   Dîroka mirovahiyê jî, ji dema Prometheus, ji dema  Kawayê Hesinker, ji dema Rastemî Zal, ji dema Spartakus û heta weke îro, yanî ji demjiyana destanan û heta îro,  bi destanan dagirtî ye.  15ê Tebaxê, ji çalekiyê û wêdetir, wateya wê ya dîrokî, civakî  û rojane giring e. (10) Şerê klasîk ya gel û taktîkên gerila, (11) artêşa tirk a dagirker neçar û bêzar kir. Ev jî, hêviyên azaidya gleê kurd zêde kirin. 15ê Tebaxê îspata, “Ji bo azadiyê, hêza fizîkî pêwiste” bû. 

Bi vê pêwanê,  19ê Temmuzê, di dîroka hemdemî ya Kurdistanê de  xwedî roleke stratejîk e. Bê çiqasî bicihbûna Abdullah Ocalan ya li Rojhilata Navîn, di dîroka nû ya gelê kurd de xwedî startejiyek dîrokî bû, pengava dîrokî ya Rojava jî xwedî  stratejiyek wiha ye. 

Bê çiqasî 15ê Tebaxê, agir û giyanekî şoreşgerî derxiste holê, tozika mirina li ser gelê kurd rakir, gora betonî ya “meftuniya kurdan” li Agirî ji holê rakir.  Pengava 19ê Temuzê li Rojava jî, bû destpêka Şoreşa Gelê Demokratîk û agir û giyanê şoreşgerî gûr û geş kir, can û dilekî zindî derxiste holê. 
Bêguman ji bo serketinê,  hêza çekdarî tenê ne bes e. Baş tê zanîn ku mirovên herî bi hêz û şervan gladyatorên Roma bûn. Lê ji sedema ideolojî û hişmendiya felsefîk, gladyatorên Roma nebûne hêzeke peşeng û şoreşek nekirin. Spartakûs derkete holê, lê li hemberî komara bazirgan ya Roma têk çû. Lewma Şoreşa Rojava jî, bêyî têkoşîna çekdarî, rêxistiniya civakî  û xwedî-kirina îdeolojîk, nikarê serketinê bidest bixwe. Ew firtone, ba û bablîsokên  faşîzan ku li Rojavayê Kurdistanê, li Heleb û Şamê li dijî kurdan têne bizivandin, biqasî faşîzma Hîtler û Mussolînî dijwar in. Di dîrokê de, tu modelên siyasî, (ji bilî Wietnam) biqasî faşîzma robotên paramilîter kiryarên derî hiş û raman ne kirina partîkê, Kontra û JITEMa tirk, li Bakurê Kurdistanê serî li heman rêbazan dida. Ev jî dide xuya kirin ku, modela faşîzma tirkî, bûye bingeha kiryarên zarokên Ebû Sufyan û Muawiye û li Rojavayê Kurdistanê dikine pratîkê...   

Mînakên dîrokî: Şerê li Wietnamê, ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê jî, ji bo Şoreşa Rojava jî mînak  e... Têkoşîna Mandêla ya li Başûrê Efrîqa jî mînak e...  Li Wietnamê, Ho Chî Minh heta dawiyê, li hemberî komkujiyên bê exlaqî û derî însanî, şerê çekdarî domand. Mandêla, ji ber ku şerê çekdarî red nekir, bîst salan di zindanê de hate girtin.   Abdullah Ocalan jî,  li Imralî, hemberî ku Çareserîya Demokratîk kire pratîkê jî,  şerê çekdarî red nekir. Her çiqasî siyaseta demokratîk diparêze jî, parastina cewherî û gelemperiya hêzên gerila diparêze. Gelek caran, hejmara gerila, li Rojava jî, li Rojhilat jî anî ziman. Lîderên wiha, weke Mandêla, Ho Chî Minh û Abdullah Ocalan baş dizanin ku “şoreşa  mezin a endustriyel” jî, komên xelkê û gel ji xewa kûr û dûr şiyar nekirin û ji sefelet, neçarî û bêzariyê xelas nekirin. Modernîteya kapîtalîst jî, teknolojiya pêşketî jî komên xelkê û gel bêhtirîn guvaştine û kole kirin. Ji xwe Ocalan dibêje; “netew dewlet,  weke darikê efsûnkirî û çareser kirina pirsgirêkan didine xuya kirin, lê di bingeha xwe de, pirsgirêkên civakî yek be dikine hezar” Bi vê mebestê, formên neteweyî, biqasî formên êl û kabîleyan gerdûnî û dîrokî nabin. (11) 

Bi bawerî dibêjim ku, bê çiqasî 15ê Tebaxê, bû bingeha edebiyat û kultura nû ya paşerojan û dergehê entelektueliya kurd vekir; 19  Temuzê, pengava Şoreşa Rojava jî wê bibe nûjenî û estetîze kirina edebiyata kurd. Estetîze kirin; belê, Piştî Şorşa October, edbeiyat û hunerê Rusya tîpekî nû û civakek  nû derxiste holê. Pirtûka Şolohov “Hêdî Diherike Don”, ji normên edebî gelekî wêdetir e. Wek destpêka ratsiya civakî  û pêdiviya dmeê tê binavkirin. Bê çiqasî Maksîm Gorkî, bi stîla klasîk bûbe destpêka van norman jkî, Şolohov, wek zarokê şoreşê, û xwîna nû ya Şoreşa Rusya bû.  Şolohov, ratsiya civakî  ji teoriyê, derbasî pratîkê kir.

Encama Şoreşa Rojava jî di helbesta Ehmed Husyenî de wiha pişkiviye;

Roj, li tavsorka lêvên te digere
Da ku Rojava ji sirûdên xweşmêran netirse!
Roj, li keservedana dilê te digere
Da ku ji rojhilatê; li hespên azadiyê, nepirse...

Dramên li Rojava, mixabin rûreşiya mirovahiyê ne. Lê pêwiste ev dram, di teoriyê de nemînin, pêwiste bikevin pratîkê. Mînaka Şolohov li holê ye. Eger  cengawerên Rojava, bedena xwe li hemebrî top û tankên çeteyên paramilîter û bav-axayên wan bikin mertal; pêwiste nivîskar û entelektuelên Rojavayî jî, wek zarokên şoreşê binbarî û berpirsiyariya xwe bînin cih. Pêwiste vijdanê raya giştî li hemberî dramên Tewratî şiyar bikin.    Şerê li Rojava, hêza xwe ji rûmeta gel, pîroziya xwe ji xwîna mirovan distîne. Terora çeteyên robot, ji bo şikandina îradeya gel e, lê gel bi rûmetdariyek mezin û canfedaiyek dîrokî şer dike. Bav bi kur û keçê re, dayik bi keç  û kur re li dijî çeteyên faşîzan şer dikin. Ev dîmenê herî bedew û delal yê edebî, kulturî, dîrokî cografîk û zanistî ye. 

Azadî bê berdêl çênabe, berdêl jî bê pîrozî çênabe, her du bê parastina fizîkî nayên bidestxistin û nayên parasstin. 

----------------------
1- Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Lurd û Vegotina Gelê Demokratîk, 
2- Heman berhem
3- Heman berhem 
4- Heman berhem
5- Heman berhem
6- Heman berhem 
7- Friedrich Engels 
8- Gramsci
9- Maria-A. Macciocochi
10- Abdullah Ocalan, Pirsgirêka Kurd û Vegotina Gelê Demokratîk
11- Hemen berhem

Ji bo azadiyê hêza fîzîkî pêwîste

9/24/13

Gelê kurd di qonaxek dîrokî û stratejîk re derbas dibe. Di jiyana civakî û siyasî de rêxistinbûn, nirxek bingehîn e. Di rêxistinbûn û tevgirêdana gel û civakan de, pêkanîna "Kongreya Neteweyî", pêngavek stratejîk e... 

6/23/13

“Kesên dixwazin, mirovan azad bikin, divê zanibe pêşî xwe azad bike. Belkî hingî, zarokên me, ku azad nayên cîhanê, mafê azad yên hatina cîhanê bidestbixin. A. Ocalan..
 
MEDENÎ FERHO

Hawar Net
22 Hezîran, 2012 Weşandin: 1105 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       
Ev gotin û wateya wê ya civakî, aborî, huquqî û siyasî bingeha vê pêvajoya dîrokî ye. Di destpêka sedsala bîstan de, ku hêzên hegemonîk, li gorî  xwe, “dewletên modern” (!)  sazkar kirin; mixabin  nexşeya di vijdanê gelan de wek hêviyê reng vedabû, bi huquqê zincîran,  bi exlak û polîtîqeyên gemarî mijûmoranî kir û ji holê rakir.
Pîvanên rêvebiriya sîstemê jî, di kanunên zincîran de derkete holê.

Mîna di gotina Birêz Ocalan de jî tê xuya kirin, zarokên gelan azad ne dihatin cîhanê. Ev kolekirina li heyam û deman belakirî bû. Lê di nava demê de, formulekirina bi zincîran zingar girt û gelan jî, bi raperînan ev zincîr û lele parçe kirin. Qaşo “dewletên modern”, ji têgihiştina teorîk, ji zanista dîrokî û aborî dûr bûn. Potansiyal û enerjiya komên xelkê, ji bin ve dikelî. Di ecamê de, potansiyal û enerjiya di beroşa demê de dikeliya, pêşî li Kurdistanê fûrî.

Li hemberî ku serîhildanên gelê Kurd, di xeşîmên îxanet, dek û dolabên têr lîstik de, di kemîn û davikan de hatin fetisandin jî, dibin pêşengiya Abdullah Ocalan de haraketeke modern derkete holê. Lîderê vê haraketê, potansiyal, enerjî, hiş û ramanê xelkê Kurd, di kesayetiya xwe de  kom kir. Lewma gelê Kurd  di kesayetiya Ocalan de xwe dît.
Di şerê 30 salan de, pirsgirêkên taktîkî, bi formulasyoneke siyasî   derxistin pêş. Eger pirsgirêkên taktîkî, di formulasyonên siyasî de denrxistibane pêş, Haraketa Azadiya Kurd, wî di çarçoveya “netew dewleta” di nava dîwarên parlamontê de fetisandî “qaşo demokrasî” de bimîne û şerê azadiyê nedibû “senteza  tevahiya serîhildanên Kurd.”
Di gotinên wî de jî xuya dike ku, Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd, di guhertina tevahiya karakterê dewleta Tirkiyê de dibîne û dixwaze.
Yanî guhertina demokratîk!... Yanî Destura Bingehîn ya demokratîk!... Yanî gelê Demokratîk!... Yanî di huquq û edaletê de wekhevî!... Yanî dilsoziya dostanî û nasnameyî!...  Emê vê ratsiyê piştî du rojên din di Newroza Amedê de bibînin.  

Çima guhertina tevahiya karaterê dewletê? Ji ber ku navê dewletê, herçiqasî  “komar” be jî, navê “Tirkiyê” hebe jî, gelê Tirk jî di nav de, tevahiya gelên li Tirkiyê bi kanunên zincîran hatine kole kirin. Çînekî bijarte û dewşirme, di her çavkaniya dewletê de hukumran e û  gelan di cendereya sîstemê de difetisîne. Çînek dibe Qarun, çînek dibe Dehak û Nemrûd, çînek jî dibe Muawiye...

Piştî şerê 30 salî; hate fam kirin ku dewlet ne gel e!... Gelên li Tirkiyê jî, di demûdewranan de nebûne parçeyek ji dewletê û di her heyamê de,  bi dewletê re “zid” in. Dîroka Komara Tirkiyê bi “zid”dên şer û kuştinan dagirtî ye. Lewma, navê vê dîrokê bûye dîroka tirsê, yan jî dîroka şermezariyê. Dîrok bi xwînê tê nivîsandin, lê bi xwînê nayê xwedî kirin. Tirkiyê û Tirkîtî bi xwînê tê xwedî kirin.

Îro, di pêvajoya hevdîtinên dewlet û A. Ocalan de, konsesusa civakî xwedî rol e. Pêşengê vê pêvajoya ku konsesus bûye civak, Birêz  Ocalan e. Hêza Birêz Ocalan, ji bilî gelê Kurd, ev konsesusa civakî ye. Li gorî ankêtên dawî, % 54 dîrekt, ji % 20 qismî, yanî ji % 74 guhertinê dixwazin. Ji % 23 guhertinê naxwazin. Bêguman, ev qonax bi hêsanî ne hate bidestxistin. Dergehê li pêşiya konsesûsa îro bi kilîdên heft niqrikî hatibû girtin. Lê kilîda çareseriyê, pêşî bû serketina gerila ya sala 2012an e; piştre bi potensiyal û enerjiya gelê Kurd li meydan û kolanan e; piştre dîplomasî û kampanyayên li Ewropa û herî dawî,  kilîda esasî têkoşîna li Imralî û li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê ye. Greva birçîbûna 68 rojan, zivrandina kilîda dawî ya vekirina dergehê çareseriyê ye. Mîna destpêka çareseriya pirsgirêka IRA û Ingilîstanê, sala 1981an û grevên birçîbûnê!...   
Dewleta AKPê, sîstema adem-î navendî û hêzên global jî di nav de, fam kirin ku, tiştekî weke berê nemaye  û mecbur man ku biçin Imralî. Ji detspêkê û heta îro dibêjim, MECBUR MAN!... Konjektur yek!... Teêkoşîna Kurd du!.. Di qonaxa îro de; pirsgirêka Kurd jî, êdî li Tirkiyê, di ser partiyan re ye. Kes nema dikare pêşî li vê pêvajoyê bigire. Êdî,  bîrdoza “bîrdoza bisiklêtê”ye.  Kesê li bisiklêtê suwar dibe mecbur e pedal bi zivîrîne, eger pedal ne zivîrîne, wê bi serî ve noqî erdê bibe, yan stikura wî wê bişike, yan jî movikên pişta wî...  Aliyê ku ji vê pêvajoyê paş de gavan biavêje têk diçe.

Guman û tirsa her du aliyan jî hene. Lê guman û tirsa aliyê Kurdan zêdetir e. Ji ber ku ji sala 1993an û vir ve, Kurd yek alî gavan diavêjin. Pêşengê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan jî, 13 sal in ku têkoşîna atiyê û çareseriya demokratîk dide. Di van 13 salan de, paşde vekişîna gerila jî di nav de, pêşniyaza  komên aştiyê, bi dawî bûna grevên birçîbûnê; herî dawî jî serbest berdana 8 dîlên di destên HPGê de pêkanî. Di heman demê de, ji bo çareseriya demokratîk, nexşe-rê, protokol amade kirin û radestî hemberên xwe kirin.  Encama van gavên dilsozî û xêrxwazî,  bû êrîşên fizîkî û jehr-dayinê; bû  tecrîda 600 rojan. Tecrîda bi vî rengî, ji tecrîdê wêdetir e û di sedsala navîn de, weke mirina reş dihate binavkirin. Çûna du şandeyên BDPe û çûna du caran ya Mehmed Ocalan ya Îmralî, nayê wateya rakirina tecrîdê.

Cahîd Merwan dibêje “sîstema Imralî têkçû”ye. Ev rast e, doktrînên nijadperestiya ku di dema AKPê de weke faşîzma reş daketiya kolanan jî têkçûne; lê kuştina diyalektîka guhertina jiyanê  berdewam dike. Komkujiya li Parîsê mînaka vê ye. Yanî krîstalîze kirina dîrokê û xwedawendiya bûyerên Tewratî yên drametîk berdewam dike.
Bi vê mebestê, pêwiste AKPe, guh bidê gumanên Kurdan û gumanên Kurdan ji holê rake.

Gumanên Kurdan û AKP

“Kesên dixwazin, mirovan azad bikin, divê zanibe pêşî xwe azad bike. Belkî hingî, zarokên me, ku azad nayên cîhanê, mafê azad yên hatina cîhanê bidestbixin. A. Ocalan..
 
MEDENÎ FERHO

Gumanên Kurdan û AKP

10/1/12

Kultura siyasî ya kurdan, li ser bingeha pevçûn, qîr û teşqelan hatiye avakirin.
 
MEDENÎ FERHO
Hawar Net
02 Cotmeh (Kewçêr), 2012 Weşandin: 0318 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       
Ev girêdayî ´îdeolojiya felzekê´ ye. Ji ber ku perwerdehiya kurdî nine, ya dijminên dagirker serdest e û di her qada jiyanê de bandorê li hest û canê/giyanê kurd dike. 

Di mijara daxuyaniya dawî ya entelektuel û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê baskê SORA de jî hemen tişt derkete holê. Tê zanîn ku hejmarek zêde rewşenbîr û nivîskarên Kurdên Sora, pêşî bi nameyekê, piştre bi belavokekê xwestin ku zimanê fermî bibe soranî. Heman kesan, alfabeya latînî jî weke berhemê îdeolojiya fermî ya kemalîst bi nav kirin.     

Ev helwesta nivîskar û rojnamevanên sora, rastî dijberiyek tund hat. Sedema wê jî diyar e; ji siyaset û zaravparêziyê bêhtir, ´nijadperestiyek  têr polemik´ bû. Li dijî vê zaravparêziya têr polemik, dengên dijber jî zû bilind bûn. Ev dijberî her çiqasî wek kurdên bi zaravê behdînî-kurmancî diaxivin xuya bike jî, ne rast e, ji tevahiya baskên zaravayên kurdî hat.

Baş tê zanîn ku bi pêşengiya komek rewşenbîr, di salên 2009-2010´an de, li Silêmaniyê kampanya erêkirina alfabeya latînî hate dest pê kirin. Ev kampanya her çiqasî ne bi hêz be jî, hîna berdewam dike û gelek nivîs jî derbarê kampanya de hatin nivîsandin. 

Xala duyemîn û giring:  Kampanya li dijî alfabeya latînî, dibin pêşengiya komên îslamîst de dest pê kir û giha vê qonaxê. Hêzên îslamîst, belavok jî bela kirin û alfabeya latînî wek alfabeya kemalîstan bi nav kirin. Qur’ana Pîroz jî, alfabeya erebî ku bingeha nijadekî serdest e bi karanîn. Tê gotin ku ev hêzên îslamîst, payendekên AKP´ê û Cemaeta Gulen ya li Başûrê Kurdistanê ne.
Hingî divê mirov vê pirsê bike; mirovên weke Şêrko Bêkes û kesên mina wî, çawa dikevine davika van hêzên îslamîst? Cihê mixabiniyê ye. 

Divê werê zanîn; tu gel, nikarin li ser bingehek kultur û şaristaniyek ne ya xwe jiyaneke berdewamî û abadanî bidomînin. Nikarin plan û bernameyên xwe, li ser bingeha vê çanda ne ya xwe ye amade bikin. Eger amade bikin jî, mina di dîroka kolonyalîstan de xuya dike, encam û firaze wê di rengê li Kuristanê de  derdikevê holê… 

Pêvajoya modernîtê jî, li ser bingeha çandek heyî tê meşandin û serketinê bidest dixe. Li Kurdistanê jî pêvajoyek wiha dest pê kiriye. Lê pêvajoya li Kurdistanê, ji sedema hişmendiya ´siyaseta felzekê, cûdabûnekê, parçebûnekê dijî. Pevçûn, qîr û teşqeleyên derdikevin hole jî encama vê parçebûn û cûdabûnê ye. Parçebûn û cûdatiya di aliyê neteweyî de, metirsînî ye, dikare bibe sedema bixwîn-bûna birîna mumarî. 

Kurdistan, hîna êşa vê birîna mumarî dikişîne. Ne tenê di aliyê siyasî de û tirsa ji dagirkeran… Di aliyê çandî jî û ne erêniya alfabeyeke hevbeş jî, ji vir tê.  Ji ber ku gelê kurd, hîna projeya neteweyî û pêkhatina yekîtiya neteweyî pêk neaniye. Ev ´pêk-nehatin´ ji ber sedema tirsa du alî ye. Yek tirsa kesyetî û ezî, ´civakparêziya di çarçoveya zaravparêzî´ û berjewendiyên herêmî. Ev hişmendiya, tirs û hişmendiya dagirkeriya ku xaka Kurdistanê kirine çar parçe ye.  Tevahiya rewşenbîr û entellektuelên kurd, mîr û begên kurdan, axa û şêxên kurdan, ji sedema pêk ne-anîna  projeyeke neteweyî rexne dikin, lê ew jî heman şaşîtiyê dikin. 

Tirsa duyemîn, dijminên dagirker e. Ev tirsa bindestî û îdeolojiya fermî ya dagirkerên ku di beden û mêjiyê kurdan de ´birîna mûmarî ya dubendiyê´ vekirine ye. 

Divê were zanîn: Ala deng ya Kurdan, zimanê hevbeş kurdî ye û  ev al jî, dikarê bi alfabeya hevbeş ya latînî werê balivandin. Bêguman bi hezaran pirtûkên bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Ev dewlemendiya magazine çand û wêjeya kurdî ye. Biqasî civaka sora, pêdiviya civakên din ku bi zaravayên din diaxivin bi vê çandê heye.  

Helwesta nivîskar û rewşenbîrên sora, ne civakî ye, ne sosyo-polîtîk e,  direkt polîtîk  e. Ji ber ku di pirsgirêkên civakî de, di pirsgirêkên sosyo-polîtîk de, ziman, polîtka ziman û plansaziya ziman ferz e. Hêvî ew bû ku,  nivîskar, rewşenbîr û zanistên sora, ji ferzkirina alfabeya erebî, ji destnîşan kirina helwesta siyasî bêhtir, bikevin nava hewldaneke ferhenga soranî û kurmancî, ferhenga  soranî û dimilkî, yan jî ferhenga soranî û lorî… Ev hewldan wê di magazine çanda kurd de, di magazîna wêje û zimanê kurdî de, bibe dewlemendiyek mezin. Hingî enerjiya wan birêzan teva, wê xwe di plansaziya ziman de û ji bo sîstema perwerdehiya neteweyî hêza xwe nîşan bide. Ev hêz, wê bibe bingeha pêşxistina tevahiya zaravayên kurdî. 

Di Konferansa Ziman ya li Hewlêrê ( 20, 21, 22 Îlona 2011) di vê babetê de jî hinek biryar hatin standin. Gelo ew biryar, ji aliyê rewşenbîrên sora ve hatin jibîr kirin? 

Gotina dawî; çanda her gelî li ser zimanê wî gelî hatiye girîş kirin. Çanda kurdî jî li ser stunên zaravayên kurdî hatiye avakirin, mirina her zaravayî, mirina parçeyek ji çanda kurdî û şikandine  stunekê ye.

Nîqaşên li ser alfabeya kurdî

Kultura siyasî ya kurdan, li ser bingeha pevçûn, qîr û teşqelan hatiye avakirin.
 
MEDENÎ FERHO

Nîqaşên li ser alfabeya kurdî

7/5/12

Ev biwêj, ne ji bo şîrê normal tê gotin. Ji bo mirovên bêbext û telaqreş tê gotin.
 
MEDENÎ FERHO
Hawar Net
06 Tîrmeh, 2012 Weşandin: 0343 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       
Min jî, ji bo rayedarên AKP’ê, ku teva li ser du lingan dimeşin,  lê ji bo gelê Kurd gotineke xêrê nabêjin  bikar anî. Ji ber ku AKP tevahiya gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Ez behsa “gel” dikim. Dema gotina “gel” tê bi kar anîn, cemawer bi gotina erebî “millet” tê bîra mirov. Gel millet, cemawer koma mirovan e û koma mirovan ziyaret e. 

Desthilatdariya AKP’ê, wek pêşengê misilmanan hereket dike, mixabin, li hemberî sax û miriyên Kurd, bêrêz e. Mirovê ku li hemberî sax û miriyan ne birêz be, tenê dikare ji xwe re bibe misilman û di çarçoveya mirovê (kâmil halîsane û xwedî baweriya tevhidê) nayê qebûl kirin.
Ji roja 3’ê mijdara 2002’an, dema AKP hate ser desthilatdariyê û heta îro, derbarê pirsgirêka Kurd de,yek gava dilsoz û ademî  ne avêtiye. Di her gotin, di her kiryar û gava derbarê pirsgirêka Kurd de,  bêbextiyek, telaqreşiyek û teşqeleyek heye. 

Bi vê mebestê min gotina “şîrheram” bikaranî. Lê dixwazim bêjim ku, min ev gotin ji bo kesan bikar ne anî, bila xwendevan biryarê bidin û layiqî AKP, û rayedarên AKP’iyan bibînin.
Piştî ku pirsgirêka parlamenterên di girtîgehan de, bi gotina serokwezîr Tayyîp Erdogan rakirin beltikê, parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Abdurrahman Akdag jî,  tevlî telaqreşiyên partiyan xwe bû. 

Lê berî gotinên parlamenterê Mêrdînê, dixwazim bêjim ku Tayyîp Erdogan di civîna dawî ya Konseya Rêvebir ya AKP’ê de, vê carê, şaredariyên Wan, Şirnex, Mêrdînê jî li Amedê zêde kirin û ferman da  ku wan bajaran bistînin. 

AKP, bi qirkirina siyasî dixwaze ku gelê Kurd parçe bike, bê serkêş û leheng  bihêle, piştre dagir bike. Erê Kurdistanê careke din dagir bike. Yanî dagirkeriya siyasî…  Ji aliyekî ve esker li herêmê kom kirine, ji aliyê din ve polis û kontra li herêmê terorê dimeşînin. Ji xwe meşrû-kirina AKP’ê jî diyar e. Parlamenteriya Hatîp Dicle xesp kirin, parlamenterên BDP’ê jî ji girtîgehê dernexistin. Parlamenterên girtî yên CHP û MHP jî, ji bo ku parlamenterên BDP’ê derneyêxin, girtî hiştin. Yanî meşruiyeteke kanunên faşîzan û kiryarên faşîzan heye. Bi vê mebestê AKP li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd şîrheramiyan dike. Bêguman partî bi mirovan tê ava kirin û tê meşandin. Lê kiryar û buyer jî bi mirovan çêdibin û derdikevin e holê. Dema ku kiryar û buyer ji kanunên insanî û civakî dûr bin dibine şîrheramî. 

Niha jî em hinekî behsa parlamenterê AKP’ê Abdurrahman Akdag bikin. Ev ciwamêr,  yek ji pêşengê 10 hezar mele û 17 hezar mamostayên li Kurdistanê werin bi cih kirin e. Di Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamenê de cih digire û yek endamê  ji Komisyona ku ji bo komkujiya li Qilebanê çû Roboskê ye. Dîse ev ciwamêr, di  22 Çileyê 2012an de,  li Dêrikê axivî û got, “Partiya me AKP wê bûyera (ne komkuji) Roboskî ronî bike.” Herî dawî jî, bi armanca ku serê komên xelkê tevlîhev bike, mijareke ku berî niha gelek caran hatiye azmune kirin,  avête hole û got; “eger atmosfereke aştiyane were amade kirin, dikare efuyek werê rojevê” û berê 300-400 pêşengên PKK’ê da dewletên sêyemîn, yanî berê wan da riya çûn û ne hatine.?Li hember van gotinan pêdiviya şîrovekirinê nine û gotina “şîrheram” para kê dikeve, ji xwendekaran re dihêlim. Gelo Abdurrehman Akdag bi kîjan hişemdniyê û bi kîjan mafî û li se rnavê kê vê pêşniyazê dike?  

Hinekî vijdan, hinekî ademiyet, hinekî maquliyet, hinekî peyman û kanunên civakî û mafên islamiyeta ku bi pîrozî li cemawer dinêre.
Misilmantî ne tenê ya Erdogan e û ne tenê ya Fetul-munkir e.

Misilmantî û şîrheramî

Ev biwêj, ne ji bo şîrê normal tê gotin. Ji bo mirovên bêbext û telaqreş tê gotin.
 
MEDENÎ FERHO

Misilmantî û şîrheramî

5/19/12

Desthilatdariya AKP’ê, di bin navê sivilîzasyonê de demagojiyeke din avête holê û medya şer di tevahiya rojê de propagandeya bextreşiya sedsalê kir.
 
MEDENÎ FERHO
Hawar Net
18 Gulan, 2012 Weşandin: 0457 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       
80 sal in ku Komara Tirkiyeyê bi navê cemawer û cumhur tê rêvebirin.

80 sal in ku wesayeta leşkerî li ser parlamento û hiyerarşiya burokratîk ya Tirkiyeyê heye. Desthilatdariya AKP’ê jî, bi daxwaza guhertina cîhana global de, rewîzekirinên li Tirkiyeyê, pînekirinên cemawer û cumhur, weke sivilîzasyoneke şoreşgerî destnîşan dike.

Lê gotinên alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay ku konsepta nû ya qirkirina gelê kurd “îfşa” kir û siyaseta AKP’ê ji destpêkê û heta îro, dibin demagojiya rewîzyonîst û doktrîna di bin navê “dewleta nû” de, dewlet û Kurdistanê ji nû de dagir dike aşkera kir. Ev konsepta demagojiya rewîzyonîst ji aliyekî ve, dagirkeriya kesk ya tirkîtiyê ye û bi vê re jî, dagirkirina nû ya Kurdistanê ye.

Serokwezîr Erdogan, ji roja ku bi pêlava meqabê dest bi siyasetê kir û îro, bûye xwediyê qesrûqonaxên keşaneyî, bûye xwediyê keştî û hevparên dir, mercan û pirlanteyan, gotina “dewleta nû” ji devê xwe bernade. Lê ji bo Kurdistanê jî “vekirin” kir benîştê devê xwe û hespê xwe di holka siyasetê de bezand.
Îro AKP, ji MHP’ê û salên “78, 79 û ’80yî dijwartir nijadperest e. Dîse Doktrîna Îslama Tirk, dîsa siyaseta yek dewlet, yek ziman, yek millet, yek netewe, dîsa faşîzma kolanan cirîdê diavêje. Di wan salan de, kontrayên MHP’ê, ciwanên kurd û tirk dikuştin. Îro, kontrayên AKP’ê zarokên kurd û ciwanên kurd dikujin, li dijî gerîlayên kurd çekên kimyewî bi kar tînin.

Alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay jî, di nava bê-exlaqiyek derî ademî de, dibêje “operasyonên li dijî KCK’ê, operasyonên li dijî terorê plana AKP’ê ye û di çarçoveya stratejîk de têne meşandin. Ew ê li hundir û derve, li serê çiyan, li newal û deştan, li bajar û gundan bidomînin.”
Ev gotin didine xuyakirin ku,Tirkiyeyê di bin pêşengiya AKP’ê de derdikevê derî demê. Li cîhana global, hêdî hêdî dewlet dihele, biçûk dibe û cih dide rêvebiriyên herêmî. Li Tirkiyeyê wajî vê, dibin pêşengiya AKP’ê de, “dewleta” Tirkiyeyê ji nû ve tê rewîzekirin û rengê spî tê avêtin, rengê kesk li xwe dipêçê û şûrê Xweda ji kalan derxistiye û ha ha dihejîne. Ji aliyekî ve serokê cemaeta ku qaşo misilman e Fetullah Gulen, fermana qirkirina gelê kurd ê misilman dide, AKP jî bi konseptên nû qirkirina gelê kurd dike pratîkê.
AKP, di nobet û parastina avaniya Parlamento de, ji bedêla leşker polîs bi cih kirin û ev biryar jî wek “sivilîzasyona dewletê” bi nav kir û artêşa medya jî, 24 saetan propaganda kir. Guman tê de nîne ku “nivîskarên xwedî olçeka zêrîn” jî wê di quncikên xwe de boriya pesindariyê bilorînin. Di wê demê de, hêzên Artêşa Tirk, li Pîranê bombeyên qazanê dibarandin û polîsên AKP’ê, li Amed, Wan, Enqere û Stenbolê li dijî rojnamevanên kurd û buroyên DÎHA’yê teror dimeşand.

Di cîhana global de, dewletên pêşketî konseptên yekîtiyên hevkarî û federasyonan sazkar dikin û dixwazin cîhanê bi “aştiya abadanî” xelatgîr bikin. Ev heyameke nû ye û pêşketina kultur û teknolojî destnîşan dike.

Efendiyên bi unîforme, kîna xwe li welatên mîna Tirkiyeyê di baregehên bi çekên giran û teknolojiya pêşketî xemilandî kom dikin. Desthilatdariyên weke AKP’ê jî, nijadperestiya dagirkerî bi şerê olî re dikine yek û dibine maşika destê efendiyên bi unîforme.
Guman tê de nîne ku, efendiyên efendiyan jî hene û her dem behsa sivîlîzasyonê dikin, demokrasî û aştiyê dikine ala siyaseta xwe. Li buroyên xwe rûniştî ne û stratejiyên nû diafirînin û konseptên nû didine dest pê kirin.

Konsepta tecrîda giran ya Îmralî û stratejiya ku Beşîr Atalay behsa wê dike jî, ji aliyê van efendiyên efendiyan ve hatiye destpêkirin. Nexwe, Beşîr Atalayê ku dema dimeşê çep-rastê xwe ji hev nas nake, Bulent Arinçê ku hîna rengê nifşê xwe nizane, Tayyip Erdoganê ku, nikare xwe ji wezîrtiya qral Abdullahê Suudî xelas bike, yan jî Fetullah Gulenê ku, şikefta devê wî wek çavkaniya kefê gotinan difetisîne, nikarin konseptên qirkirina gelê kurd bidin û siyaseta zanistî ya “rewîzekirinê” bikin pratîkê.
Ev siyasetan efendiyê efendiyan e.

Li Tirkiyeyê burokrasiya weke zirtek û qirdikan heye. Heta duh bû, ev burokrasî dibin cil û bergê nijadperestiya spî de, bê dînûîman dihate naskirin.

Profesorên zanîngehên Tirkiyeyê jî, mîna Robespierre, bê dînûîmanî wek maquliya zanistê qebûl dikirin. “Xweda nenasiya exîstanyalîst” wek bingeha cemawerî û cuhhuriya pêşketî bi nav dikirin.
Îro, dema komara duyemîn ya kesk dibin pêşengiya AKP’ê de derket holê, teva ol guhertin. Ev ol guhertin jî, bi gotina Suryaniyan MISLIMOYÊ ne û ligel sucûda Xweda gunehkar in. Di demek nêzîk de wê gunehkariya AKP’ê derbikevê pêşiya teva.

Demagojiya rewîzyonîst

Here Jor

Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org