13 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 0956 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Ez li Wanê bûm. Hewa gelek germ bû. Lê dîsa jî gelek kes li derve bûn. Mirov zêdebûna serjimara bajarê Wanê ji gerxêlbûna (qelebalixbûna) kolanan dizane. Tu yê bêjî gel hemû hatiye nava bajêr. Kesên ku hatine nexweşxaneyan, yên hatine danûstendinê, yên hatine gerînê û hwd.Dema ez li cihên ku zêdetir gelê tirk tê de dijî axaftinên kurmancî dibîhizim hin hestên cuda hest dikim. Dema ez peyvek kurmancî dibihîzim li van deran ez dest bi texmînekê dikim ka ez ê bizanibim ew bi devê kîjan heremê diaxivin. Wekî mînak kurmancên Colemêrg û Şirnexê hevokên xwe bi tîpa “t”yê diqedînin. Li şûna “çêdibe”, çêdibît; li şûna “dixwe”, dixwet dibêjin. Li ku derê bibe dema ez wan dibihîzim ez dizanim ku ew yan Colemêrgî ne yan jî Şirnexî ne. Diyar e ku ev ji aliyê rêzimana kurmancî ev pirsgirêkek e. Lê belê hin tişt hene ku mirov dibêje bila kurmancî be, bila wisa be, bila çewtî hebe! Dema mirov li rewşa gelê Wanê dinêre rewş xirabtir û zehmetir e.
Piştî ku karê min li sûkê qediya, ez li otobusê siwar bûm û em bi rê ketin. Alîkarê ajokarî(muewên) gazî gel dikir: “Hadi Kale, Kale, Araştırma, Emniyet, Medical Park, Kale, Kale...” Hin kesan dipirsîn: “İkinci köprüden geçiyor?, Kardeş Selim Bey arabasıdır?” û piştî wan pirsan hin kes li otobusê siwar dibûn. Dema cihê peyabûna wan jî dihat digotin “Abê müsait bir yer.” Di nav wan axaftinan de em di rêya xwe de diçûn. Piştî ku em di ber Nexweşxaneya Lêkolînî (Araştırma Hastahanesi)re derbas bûn me dît ku li ravestgehê çend kes li benda vê otobusê bûn. Ew jî hatin siwar bûn. Ji nav wan pîrejinek û pîremêrek li rûniştekên pêşiya min rûniştin. Pîremêr hewl da ku heqê rê bide. Û got: “A burdan da iki kişi al.” Alîkarê ajokarî nebihîst. Û got: “Efendim amca, kaç kişi?” Bi wan axaftinan pîrejin piçekî hêrs bû got “Quzilqurta efendim! Ma em ne kurmanc in? “Burdan iki kişi al” çi ye? Her sê sondên qesemê heqê we li vî welatî tune ye! Ev şer, ev qiyamet hemû ji bo zimanê me ye. Em digot dewlet nahêle em zimanê xwe biaxivin. Bi têkoşîna gel niha ew qas rehetî hatiye bidestxistin, hûn zimanê xwe naxivin!” Bêdengiyeke dirêj çêbû. Ne pîremêr karî tiştekî bêje ne jî alîkarê ajokarî. Du xort li piştê rûniştibûn. Bi hev re wisa diaxivîn: “Welle xaltî îşev dê apo bikuje!”
Rewşa Wanê bi rastî jî ji aliyê axaftina kurmancî ve ne baş e. Heta em dikarin bibêjin ku rewş gelek xirab e. Lê tiştên ku ez bûm şahid nayê vê wateyê ku tu kes kurmancî naaxive. Lê belê bandora zimanê tirkî pir zêde ye. Di serî de min gotibû dema ez li bajarên Tirkiyeyê digerim ez bala xwe didim ku ka kesek bi kurmancî diaxive yan na. Mixabin ez heman tiştî li Wanê jî dikim. Dema ez li navenda bajêr digerim ez bi esnafan re pêşiyê bi kurmancî diaxivim, lê rewş hatiye qadeke wisa ku edî mirovên 30 salî jî nikarin kurmancî biaxivin û fêm bikin. Bila kurd zimanê tirkî bizanin, bila baş biaxivin jî lê belê divê zimanê dayîkê pêşiya her zimanan were. Gelê Wanê ne tenê ji kurmancan pêk tê. Li wir ermen jî hene, faris jî hene, ezerî jî hene û hwd. Tiştê ku me girêdide ev e: bila her kurd bikaribe bi awayekî xweş zimanê xwe biaxive û di her cureyên têkiliyan de pêşî bi vî zimanî biaxive. Ji bo ku gel bikaribe bi zimanê xwe hîn bibe divê têkiliya wan bi Kurdî-Dera Wanê re hebe. Ji ber ku ev sazî rê û rêbazên zimanî dizane û dikare alîkariya gel bike ku zimanê kurdî di jiyana wan de cih bigire. Xweparastina gel li vir gelek girîng e. Parastina zimên jî pêşî di serê mirovan de dest pê dike. Divê gelê me êdî bişavtina (asîmîlasyona) bi salan e berdewam dike têk bibe û li dijî hemû polîtîkayên dewletê dengê xwe bi awayekî wisa bilind bike ku tu kes nekaribe li hemberî hêza gel raweste. Ziman jî parçeyeke vê hêzê ye. Ziman jiyan e. Ziman rûmet e.
heval te weneyek xwes cekiriye ku ez ji weke te difikirim.iro tu here kijan welate li cihane u tu ji wan yekire bipirse hun zimane xwe e zikmaki dizanin biaxifin ewe bejin ere.cima em li zimanexwe xedi dernakevin.en pesiyame li ser zimane kurdi ku xebate kirin ew bun ku yek ji wan Celadet eli bedirxani bu ew bu zere pirekaxwe firotibu jibo rojnama kurdi capawe berdewambiki.mire zimane kurdi li we rewsa me kurda bineriya ewe geleki xemgin biba .u malbatawi mamewi Miqdat mithat bedirxani mire kurda mire rojnama kurdi bi nawe kurdistan.em qedr u qimeta nizanin ku wan ci xebat li ser zimane kurdi kirin.heval ez kanim bejim ku,, be ziman mirovatiya kurdi ne tu rumete ,lewre ku ziman mirovan dike ciwak.silav u rez ji bona te u jibo hawar.ku hawar a celadet eli bedirxani tine biraninamin ez herdem we dixwinem.
ReplyDelete