Ziman çêkerê civakê ye ~ HAWARNET Nêrîn

6/25/13

Em ji bîr nekin ku xwe perwerde kirin, xwe pêşxistin tenê di binayên mezin de pêk nayê. Mirovê bixwazin dikarin li binê darekê jî xwe perwerde bikin û pêşbêxin..
 
FORUMA HEVBEŞ

Hawar Net
25 Hezîran, 2012 Weşandin: 0603 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       

Her mirov rengê axa xwe digire hinekê û her kulîlk tenê li ser koka xwe şîn tê. Her çûk bi zimanê xwe distirê û her av tenê ji kaniya xwe der tê

Di nav xwezayê de ji zindiyên fîzîka wî herî lewaz û bê parastin yek jî mirov e. Lê mirov ji diyalektîka xwezayê jî di zane ku ji bo li ser piya bimîne û jîyana xwe bidomîne pewîste bibe hêz, yanê civak. Mirov kengê civakbûna xwe pêk tîne, hingê hebûna xwe misoger dike. Xweza dayika hemî zindiya ne, lê dayîka hebûna mirov civakîbûn e. Civak herî zêde bi keda jinê (dayîk) tê avakirin. Jin zaroka herî afirîner a xwezayê ye. Bi taybetmendiyên xwe yên bîyolojîk û çandî civak bi xwe ye. Wek saziya çanda civakê ye; dizayîne, diafirîne, xwedî dike, mezin dike, pêş têxe û dike xwedî nasname.

Ji danehevên ku civaka mirov bi hêza mejî, hest û fîzîka xwe afirandiye re em dibêjin çand. Çand navê tevahiya nirxên civakê ye. Ziman jî di nava van nirxan de xwedî cihekî pir girîng e. Heta tişta ku nirxê çandê bilind dike û ji wê re dibe eynik, ziman e. Heger em civak an jî gelan ji çanda wan  (huner, bawerî, berhemên wan ên dîrokî û yên roja me, nasname û şewazê jiyana wan û hwd.) nas dıkın, çanda wan jî herî baş bi zimanê wan bi xwe dikare xwe bide nas kirin. Nexwe em rihet dikarin bêjin ku ziman çandê pêk tîne û watedartir dike.
Em bawerin biwêja “zimanê me rûmeta me ye!” bala her kesê kişandiye. Yanê ziman di nav civaka me de weke ‘şerefê’ tê destgirtin. Baş e, gelo çima ziman ji bo me di asta rûmetê de bi nirx e. Wekî tê zanîn rûmet, şeref di asta herî bilind de pîvana serbilindiyê û sernizmiyê ye. Rûmetbûn hebûn û jîyana mirov watedar dike. Rûmetbûn, bûyîna xwedî rêgez e, çand e, exlaq e. Rêbertî  exlaq weke ‘çîmentoya civakê’ bi nav dike. Çawa ku kevirên dîwarekê, avahiyekê bê çîmento nikarin hev du bigrin, mirov û civak jî bê exlaq bimîne wê ji hev belav bibe. Ziman li ser hest û fikrên insan jî bandoreke mezin çêdike; di avabûna zêhniyetê de jî xwedî roleke girîng e. Bêguman her hêmanê ku çandê ava dike xwedî taybetmendiyeke giring e, lê ziman pir cûda ye. “Ziman bi serê xwe çand e”. Mirovan bi rêya ziman mejiyê xwe baştir şixulandine. Xwe û derûdora xwe baştir tehlîl kirine, naskirine û îfade kirine. Ziman di mirov de hêza şîroveyê pêşxistiye. Hêza çavdêriya wan û bergeha wan, dîsa asoya wan firehtir kiriye. Bi saya ziman mirovan bi cîhana derveyê xwe re têkiliyên xwe xurt kirine û qada jiyana xwe mezintir kirine.  Yanê ziman di pêşketina mirov û civakbûne de bûye hêzekî bingehîn. Lê ziman di heman demê de “navenda bîra civakê ye”  jî. Di destpêka dîroka civakbûnê bigire heta roja me ya îro tiştên ku mirovatiye keşif kiriye û afirandiye, ziman weke zindiyeke nemir ew nirx hemî anîye roja me ya îro û li pêşiya me raxistiye. Di vê wateyê de zimanê civakekê di heman demê de nasnamê dîrok û çanda wê civakê ye jî.

Li gorî lêkolînên antropolojîk ji qutbûna prîmatiyê heta şoreşa neolîtîkê (B.Z. 18.000) dîroka mirov heta 7 milyon salan diçe. Di nava wê dema dirêj de bi komên 20-30 û herî zêde 50 kesî weke klan jiyane. Debara xwe jî bi berhevkirina nebatan û nêçîrvaniyê kirine. Ji bo ewlekariya xwe jî piranî şikeft, qurmê darên mezin û giravên di nava golan de ji xwe re kirine wargeh. Her klan weke malbatekê ye. Di asta herî bilind de girêdaniya wan ji hev re heye. Ji ber ku baş dizanin ku ew bi hev hene û yek şexs ne gengaze ku bikaribe tenê bi serê xwe bijî.  Bêguman di gerdûn de tu tişt bê sedem pêk nayê. Ziman an jî deng jî ji pêwistiya xwe îfadekirina zindiyan tê. Mirovê ku hê jî perisîna xwe tam ne qedandî hewl dide ku tiştên hîs dike, difikire ji derûdora xwe re bêje, parve bike. Her çiqas taybetmendiyên wî yên fizîkî ji yên cureyên dişibe wî cudatir û ji bo pêşketinê guncavtir be jî(mezinbûna mejî,bedena wi ya rast, guncavbûna qirika wî ya ji dengên cuda re û hwd.) lê hê jî endamên klanê hingê tenê bi zimanê îşaretê yanê bi zimanê beden û deng dikarîn hev du fêhm bikin. Zimanê nîşaneyî  (sîmge,sembol) piştî demeke pir dirêj pêşdikeve. Li gorî lêkolînan beriya 50-60 hezar salan berê jî zimanê nîşaneyî dibe sedem ku hev du baştir fêhmbikin. Ev jî dibe sedem ku êdî bi hev re tevbigerin, cihe xwe biguherin, pêwistiyên xwe pêk bînin û li beramberî xetereyan hev du biparêzin. Her çiqas dîroka zimanê nîşaneyî heta 50-60 hezar salan biçe jî pêşketina herî mezin berî 20 hezar salan yanê piştî dema qeşayî ya dawî destpê dike. Rêber Apo vê pêşketina zimanê nîşaneyî weke şoreşa ziman,  şoreşa herî mezin bi nav dike. Li ser vê axa ku îro navê wê Kurdistan e, beriya 12 hezar salan mirovatî derbasî çanda neolîtîkê dibe. Yanê şoreşa çandiniyê pêş dikeve. Li herêma Rojhilata Navîn dem dema şoreşên mezin e. Şoreşa gund û cotkariyê jî ya vê demê ye û ev jî tê wê wateyê, civakbûn hêdî hêdî digihêje lûtkeya herî bilind. Bêguman ev pêşketin hemî hêza xwe ji taybetmendiyên dewlemend yên vê axê distînê. Erdnîgariya Mezopotamya him ji mile nebatan û çandiniyê ve him jî ji milê heywanên bên kedîkirinê ve pir dewlemend e. Mirovatî bi şoreşa gund û cotkariyê hêza ziman û fikirîna xwe pir pêş têxe. Êdî mirovatî derbasî qonaxa herî girîng yanê derbasî civakbûnê dibe. Bi vî awayi grubên çand û ziman yên wekî semîtîk û aryenîk pêk tên. Bermahiyên encamên lêkolînên li Girê Xirabreşê(Gobeklî Tepe) ya li Ruhayê vê rastiyê ispat dike. Li Girê Xirabreşkê (Göbeklî Tepe) beriya 12 hezar salan ji çanda qebîle û dîn re navendî kiriye. Mirov dikare Kurdên îro weke şaneya koka grûbên Hind-Ewrûpa bide naskirin” û wiha dewam dike; “bermahiyên Girê Xirabreşê mezinbûna hêza çanda Aryenan piştrast dike. Li ti deverên dinyayê mînakekî ewqas kevin nehatiye dîtin.

Ev axên ku îro Kurd li ser dijîn ji pêkhatina ziman û çandê re bûye bîngeheg. Di bermahiyên erdkolanên arkeolojîk de jî diyar dibe ku pir gotinên aîdî wê demê ne, di roja me ya îro de hê jî têne şixulandin. Ji ber ku ev peyv di zimanê hinek gelên Mezopotamya de kok in, resen in hê jî di jiyana rojane de zindîbûna xwe diparêzin. Minak; ceo (cîh), erd, jin, jîn, roj, bira, mûr(mirin), neo (nû), sol, ga, giran, meş, gûda(xweda) û bêhêjmar gotinên wek wana roja me ya îro di pir zimanên Ewrûpî de jî têne şixulandin. Gelên wek Kurd, Fars, Efgan, Belûcî gelên herî kewin ên vê axê ne. Ev peyvên ku di zimanên wan de wekî kokekê hê jî dijîn, çavkaniya wan ne Hind-Ewrûpa ye, grûba çand û ziman a Arî ye. Rexmê ku gelê Kurd gelekî herî kevîn yê vê axê ye û ji bêhejmar çanda ra derguşî kiriye, lê mixabin îro hemî mafên wê lê hatine qedexekirin û lî ser dirok û çanda wê qirkirin tê ferz kirin. Pergala Şaristaniya kapîtalîst û hûtê wê  yê têrnexwar netew-dewlet tenê ji bo talana nirxên civakê hene. Di roja me ya îro de hema bêje ti nirxên gel nemaye ku ji vê pergala hovîtiyê derp nexwarî. Ji xwe ev pergal xwe li ser înkar, îmha û her cureyên qirkirinê ava dike.

Mixabin dîrokek Kurdan a nivîskî hema bêje nîn e. ji ber ku di dibistanên netew dewletê de, tenê ji çanda netewa serdest re mafê jiyanê heye. Ji bo gelên dî bikaribin di sînorên wê dewletê de bijîn, li gorî zagonên netew dewletê pêwiste ji dest hebûna xwe berdin, xwe înkar bikin û xwe temamî radestê wê bikin. Heger wê nekin û ji bo azadiya xwe li ber xwe bidin, îmhaya fizîkî dibe para wan. Jixwe hiqûq dereweke mezin e, tenê ji bo meşrûkirina zilm û zordariya dewlet û kapîtalîzmê ye. Wê felaketa netew-dewletê heta roja me ya îro bêhêjmar çand, ziman û gel ji hole rakiriye. Lê rexmê hemî êrîşên qirkirinê jî Kurdan hewl dane bi rêûresma xwe ya berxwedanê çanda xwe bi parêzin. Bêguman di vê mijarê de rolê herî mezin yê dayikan û dengbêj-hozana ne. Di vê wate ye de dengbêj- hozan parêzvan, BÎR û PÎR ê nirxên çanda civaka xwe ne.

Bi mijara me ve girêdayî dixwazim mînaka sehneya fîlmekê bidim. Mijara fîlmê li ser qirkirina Çermsoran (Amerîkiyên resen) bû. Senatorê Amerîkî dixwest qebîleyên li berxwe didin êdî ji dest şer berdin û radestî wan bibin û ji ciwanê Çermsorê ku di nav gerîneka şaristaniyê de re digot ‘‘heger qebîleyên we çekên xwe deynin em ê axê bidin wan. Yanê hingê hûn hemî dibin xwedî ax’’ cîwanê Çermsor jî wiha ew dibersivand “tu dizanî senator, di zimanê qebîleya me de gotinekî weke ‘AXA MIN’ tune ye! Senatorê ku bi zêhniyeta desthilatdariyê hatibû xemilandin li beramberî wê gotinê şaşûmaşo dibû, ji ber ku ji wê feraseta civaka demokratîk û komînal pir dûr bû. Bi rastî ji di zêhniyeta miroven civaka xwezayî de ‘EV TIŞT YA MIN E’ nebû. Feraseta derbasdar ‘YA ME’ bû. Ji ber ku her tişt ya tevahiya cîvakê bû, ya tevahiya xwezayê bû. Di feraseta wan de sînorên welê perçeker û milkiyetger nebû, azadî û wekhevî hebû. Jixwe xwezaya mirovê cîvakîbûyî, yanê mirovên resen nayê sînorên welê. Heger welê bûya çanda cîvakê pêşnediket. . Ev feraseta sînor û perçegeriyê ilmê pozîtîwîzmê ya netew-dewleta rûsar ava kir. tehemûla wê ji derveyê yekperestiyê ji ti tîştê re nin e. Ew neyarê reng û dengên cudaye. Bîrdozî û politîkaya xwe jî li ser bingehê îmha û wekxwekirinê avadike û encax bi wî awayî dikare xwe xwedî bike.

Di dema xwe de Rojhilatanavîn baxçê gelan, baweriyan, çandan û zimanan bû. Babila 72 milet mînaka herî eşkere ye ji bo me. Li Babilê 72 du gelan 72 ziman diaxaftin û bi awayekî bê pirsgirêk li hev jî dikirin. Lê îro pergala modernîteya kapîtalîst tehemûlî du zimanan, du miletan nake. Ew mirovê ku şoreşên bi heybetên wek civakbûn, ziman, çand, neolîtîk, gund û codkarî û hwd. pêşxistî, îro bi qasî heywanên di xwezayê de di nav ahengekê de dijîn jî nikare bi cinsê xwe re bijî. Bêguman ev nexweşiya zêhniyeta yekperestî û qirkirinê di xwezaya mirov de nîn e, paşê di wî de pêş ketiye û cihê xwe baş girtiye. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov edî nikare derbas bike. Rêbertiya me behsa di zêhniyet û vijdanê de şoreş pêk aninê dike. Pêkanîna vê şoreşê weke girîngiya herî mezina heyama em têde ne li pêşiya disekine.

Gelê Kurd pêwiste saziyên dewletê (taybet dibistanên wê yên ku herî zêde îro bûne navendên qirkirinê û asîmîlasyonê) red bike û saziyên xwe yên alternatîf ava bike.  Divê îro em hêza xwe ya rêxistinkirinê û yekîtiya xwe derxin asta herî bilind. Em dikarin dibistanên xwe di malên xwe de jî çêkin û xwe di ziman û çanda xwe de perwerde bikin. Heta derfetên me yên em di asta akademîk de jî xwe pêş bêxin hene. Em ji bîr nekin ku xwe perwerde kirin, xwe pêşxistin tenê di binayên mezin de pêk nayê. Mirovê bixwazin dikarin li binê darekê jî xwe perwerde bikin û pêşbêxin. Dive em vê jî jibîrnekin ku civaka ji nirxên xwe yên dîrokî û çandî dûr bikeve, di heman demê de bê axlaq û bê rûmet dimîne. Dem dema xwedî derketina cewherê xwe ye, exlaq û rûmeta xwe ye.

Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî peş de biribe ew tê wê manê ku asta xwe ya jiyanê  ji pêş de dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên dî, ev jî tê wê manê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediye vê rastiyê, jiyaneke van a mane dar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkereye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mahkûmê jiyaneke trajîk bimînin.‘

Ziman çêkerê civakê ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org