25 Hezîran, 2012 Weşandin: 0732 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
SYek bi demê re ya. Bi demê re, dem bi dem pêşketin dibin. Lê herdem bi xwe re awa û amûrên wê ên pêşketinên jî ji nû ve pêş dikevin. Li ser wan re gotin, wate, kirde û hwd ji nû ve salixkirin û afirandin jî dibê. Lê yên dema berê, bi wê re dem bi sînor dimênin. Gotin û ankû kirdeya gotinê ya ku li gorî awa û pêşketina demê ku lihêtekê û levhatinakê bi xwe re bide nîşandin, ewê di wê demê de were kifş kirin. Lê bi ziman re, di demên berê de gelek gotin û kirde jî, wê lihêtê û levhatinê nadin nîşandin. Ev jî, dikê ku ew di demê de bi mênin û ne buhurina li dema nû. Bi vê re jî, dema ku dema nû pêşketina xwe da çê kirin, wê hin bi hin bi ziman, têgihiştin, civatî û hwd, pergale xwe biafirêne û bixwezê ku tekûz û temem bike. Li ser wê re, dema buhurî jî, wê gelek pêşketinên wê, dervî wê bimênin. Di demên pêşketinê de, hin bi hin çendî ku ew pêşketina civatî bidîrokê re têkiliya wê bi wê demê û pêşketina wê ya ku bûyî re hebû, wê ji wan sûd bigirê û ankû wan pêşketin ku bi wan re têkilî danî wê barî dema xwe ya nû jî bke. Ev jî, rastîyaka. Lê bi demê re, qûtbûna bi wê têkiliyê re ku afirî, ew jî dike k pirr tişt li şûn bimênin. Î ro, minaq, ji dema Hûrî û mîtannîyan, em dikarin bahse pirr pêşketina bi zanebûn û ku ne bi zanebûn bikin. Lê yên ku bi hiş em bi bîr bikin jî kêm in. Li vir, minaq, gotiên weke gotinên "aşîtî", "laleş", "zanîn", "hiş", "ziman", û hwd, gotinên ku di dema hûrî û mîtannîyan de weke gotinên bingihîn in. Bi teybetî, gotina "laleş"ê, gotinaka olî ya pîroz a û navê cihê bergkirinê û sazîya wê ya pîroz a. Her wusa bi wê re li ser xate olê re sazûmanaka bi pergalî dihê ser ziman.
Ziman, li vir, dema ku em bahse wê dikin, em li vir, tenê ku em gotinên ku me ji dema hûrîyan hanîn ser ziman di paragrafa li ser vê de, mirov dibîne ku ziman û kevneşopî û ziman û çand û hwd bi hev re pêşketina wan heya. Ya rastî ew a ku kevneşopî û çand li ser ziman re, xwe bi nirx dikin. Têgihiştina xwe ya bi hişkirina bi gotin dikin. Her gotin jî, bi wê re weke dagerekê û ankû ´sembolekê´ dihê dîtin û derkeve li holê. Li ser têgihiştinê re gotin û ankû bêjeya ziman û dagerîtî, bi hev re di jîyanê de dimeş in. Hevdû diafirênin. Mirov nikarê ziman, weke ku afrînerîyeka dagerî ku li ser kevneşopî û çandê re bi têgihiştinê re ku diafirnê nebîne. Divê ku mirov ziman, wusa bibîne ku wê dagerîtîyê diafirêne. Kevneşopî, destûrên civatî ên pêşketinê û şariştanî dihêne li holê. Ew jî, em dikarin bêjin ku kevneşopî hişê zelal ê ku afirî ya. Yanî hişê saf a. Her kevneşopî, têgihiştin a.
Li kurdistanê, hertimî kevneşopî, weke nirxeke ku li ser nayê nîqaş kirin hatîya dîtin. Heta ku mirov dikarê bibêje ku "pîroz" jî hatîya dîtin. Di nava kurdan de, gotina "mirovê ku bo kevneşopîya xwe çû mirinê", gotinaka ku pirr hatîya ser ziman a. Di jîyanê de jî, temenê vê heya. Bi dehan mirov, di her demê de bo kevneşopî û nirxên xwe çûna mirinê. Yanê, rastî, dûrûstîtî, nirxbûn, civatîtî û rastîya xwe ya bi wê re û hwd, wê bi re dîtina. Ev jî, ji xwe re weke sedemeke pîroz ya ku bo wê herina mirinê dîtina. Kurd, dema ku gotina ´kevneşopîyê´ bilêv dikin, hertimî ku di serê xwe de bi hişekî teybet wê bilêv dikin. Ziman jî, di wê temenê de bi cih kirina. Di dema ku axiftina, bahse "xweşîk axiftin", "gotina xweşik", "bizanebûn gotina xwe gotin", "jîr" û hwd, bi teybetî di temenekî de hanîna ser ziman. Dema ku gotinên xwe digotin, hertimî li wê dinerîn ku gotinan wan bi hevdû re di levkirinekê de bin. Ev, weke nirxekî jî hatîya dîtin. Li ser vê re, ziman, bi nirxîtî hatîya ser ziman. Ew nirxîtîya çandî û kevneşopî, ku di ziman de xwe bicih dike û ziman ji xwe re dike hêlîn, ew kifşkirina. Li ser wê re bahse têgihiştinê hatîya kirin.
Ji kîjan aliyê ve ku mirov li ziman dinerê bi jîyane civatê ve girêdayî mirov wê kifş dike. Dahûrkirina li ser ziman re, mirov bi jîyane civatê re dihêne û digihêne têgihiştin û hişê wê û bi w re jî civaknasîya civatê ya ku pêşketî. Her wusa, bi vir ve girêdayî, divê ku mirov bibêje ku ziman, çand û kevneşopîyê bi teybetî bi jîyane civatê re li ser gotin û hevokên ku hatina bikarhanîn re diafirîne û biwê re di temenê têgihîna civaknasîyê de bi têgihiştin dike di serê mirov de. Li vir, dema ku em ziman, bahse wê bikin, li vir, car din, divê ku em biteybetî ji hin aliyna din ve bi pêşketina mirov a fîzyolojikî ve hilde li dest û fahm bike.
Li jor, ji aliyê fîzîkîtîyê û fîzyolojikîyê ve bi çend gotinan jî bê, me li jor hinekî di temenê rastkirina bi pêşketina bi demê re ku bi mirov re diafirê re me hinekî bi têgihiştina peresendinê hanî ser ziman. Di temenê têgihiştina gotina peresendinê de, pêşketina fîzyolojikî, divê ku mirov wê fahm bike. Li vir, jîyane civatî, ji vir ve girîngîya wê bi civaknasî û zimanê wê re heya. Dema ku em zimanê w hildina li dest, li vir, divê ku em hinekî jî bi gotinên civaknasiyê wê bênina ser ziman. Jîyane civatê, her wusa di temen hîyererşîya xwe de, pêvajoyên xwe ên pêşketinê dide domandin. Weke ku me li ser ziman re hanî ser ziman heta vir, dide nîşandin ku di jîyane civatê a rêxistinî kirî û pêşketî de, ku mirov herê bike jî û neke jî, wê zaravatî û deviktî hebê û pêş bikeve. Ev yek, weke teher, awa û dîyalketîka pêşketina ziman dihêne ser ziman. Ji ber vê yekê, divê ku mirov bi teybetî, hinekî li ser vê bisekinê.
Têgihiştina li ser zaravatiyê û deviktîya ziman de, di roja me de, bi teybetî li kurdistanê, hê bi başî ne hatîya fahm kirin. Devikek û ankû zaravayak biserê xwe dihê hildan li dest û şîroveya wê dihê kirin. Xaletîya serî ya ku di destpêkê de dihê kirin jî, ev a. Li vir, dema ku em ziman hildina li dest, divê ku mirov bi teybetî bi pergalî rêxistiniya civatê hilde li dest. Bi wê re jî, bahse ziman bike. Ziman, pêvajo bi pêvajo, zaravatî û deviktîya xwe diafirêne û bi wê pergale civatî re wan di nava xwe de bi demê re dimihêne û dihalêne û piştre di dema xwe ya nû ya ku hatîyê de, ew piştî wê mihandinê, wê devikên nû derkevina li holê. Ziman wê wan jî pêş bixe bi pêşketina civatê civatî re. Ev, weke metodeka pêşketinê, ku têgihiştina civatî a serdest û rêxistinkirî ku bi kardihêne ya bo pêşketina xwe ya bi demê re ku wê bijî û bide domandin.
Dema ku em li vir, vê rastiyê bi awayekî vekirî fahm bikin, divê ku em bi teybetî lis er vê rewşê bisekin in. Ziman, li vir, ew pergale civatî ya ku bi rêxistinkirî, ziman weke stûnekî wê yê ku wê li ser lingan digirê ya. Lê ev stûn, stûnekî pirr giring û bi wate ya. Di wê stûnê de, peresendin û pêşketina ku dibê jî, bi jîyane civatê û demê re di ahangê de dibêt.
Ziman, di nava wê rêxistiniya civatî de, pêşketina xwe bi temenê xwe yê ku ser re bi demê re û bitêgihiştinê re pêş dikeve re pêşdixe. Li vir, pêşî, ziman bi jîyane civatê re, kevneşiopîyê diafirêne. Weke destûrna ku zêde nayêne dîtin ên kevneşopî gotinên di nava xalkê û ankû ên pêşîyên me ku bi navê "gotinên bav û kalan" dihê ser ziman. Ev gotin, weke rengna pêşketina civatê di xwe de diafirênin. Her gotin, di xwe de têgihiştinekê dihêne ser ziman. Ji sê aliyan ve têgihiştina di hundurê wan gotinên pêşîyên me de dihê kifşkirin di nava jîyane civatê de. Yek, bi kifşkirinaka rast rengêpêşketina civatê ya. Ya din jî, dîtina kêmesîyan û bi wan gotinan re û wate ku di wan de dihê ser ziman re ku rexne xwe dikê ya. Aliyê sêyemin jî, ew gotin rêgez û ankû destûrîyeka wan ya teybet di temenê jîyane civatî de heya. Ew jî, her wusa, rêya têre çûyinê ya bi ber pêşarojê di kirdeya wate xwe de dike armanc ji xwe re. Bi vê yekê re, pêşketina civatî, bi wê re dihê ser ziman. Gotinên nava gel, rêzkarîyeka wan ya teybet di temenê jîyane civatê ya demê de heya. Bi vê rengê, divê ku mirov bibêje ku têgihiştineka bi gotinî ku weke şîret bi xwe re dihêne ser ziman. Ew şîret, di nava jîyane civatê de, weke weke destûrekê kar dike û dibîne. Minaq, "malxwe malê!", "zaroyê malê!", "jin jina çi şêre çi mêr a.", Çavî li derîya xwelî li serî ya", " Karkerê male xwe ba, mahbûbê dilê xalkê ba!", "Bûka ku hê li haspê sûwar a, kes nizanê ku nesibê kê ya", "kevirê giran, di cihê xwe de giran a.", "ê zane , ji zanetîya xwe dibêje", û hwd, ku em dikarin weke van hê bi sadan gotinên ji nava gel ku pirr di demên berê de dihatina zanîn ku weke gotinên ku ji wan şîret dihatina girtin bûn, hena.Bo ku hişkirinê û bîrkirinê jî bênina ser ziman, gelek gotinên di nava xalkê de hena. Yek ji wan gotin ev a ku tê gotin ku "mirî dimirê jî, heta ku serê wî li heft hejan nekevê bimirina xwe nehisihê!" Bi vê gotina xalkê a kurd re, qast ´hişkirin´ û ´bîrkirin´ê dihê kirin. Gotin, bi rêzkariyekê karekî destûrî bi kevneşopîyê re di jîyane civatê de dikir. Bi vê rengê, hinekî jî, gotinên hiş in. Bi wan re, mirovan zanebûna xwe jî dane li der.
Li kurdistanê, ji ber ku jîyane civatê, dîroka wê demdirêj heya, em dikarin bi hezaran gotinên bi vî rengî tenê ji herêmekê kifş bikin. Ev gotinên di nava gel de, ji herêmekê heta ku dihat herêmekê, hebû ku bi reng û awayê xwe yê ku pê dihat ser ziman, guhartin jî di wê de hatiba kirin. Lê cewher, hertimî bi têgihiştin û hişmendîya wê re dihat parastin.
Li kurdistanê, ziman, dema ku em bahse wê bikin, divê ku em ji pirr aliyan ve li ser bisekin in. Ziman, hem demên wê yên berê ên pêşketinê divê ku mirov bi teybetî di teherekê û têgihiştineka dîyelaktîkekê de mirov divê ku nêzîkatiyê lê bike. Demên berê, minaq demên pêşketî ên weke demên hûrî û mîtannîyan û pişt wan re demên Medîya û hwd, demna ku divê ku mirov bi serê xwe hildina li dest in. Gelek gotinên van deman, di wan deman de mana û ne buhurîna li demên piştre. Ji wan deman heta ku hatîya roja me, ziman, dem bi dem di xwe de bi gotinî û kirdeyetî û hwd, pêşketinên nû dane çê kirin. Dema ku em di vê temenê de hildina li dest, emê pêşketina wê ya bi demê re a bi jîyane civatê re bi pergalî dem bi dem kifş bikin.
Dîroka ziman, li ser wê re bi têgihiştinê dihê nivîsandin. Her wusa, divê ku mirov ziman, hinekî jî, di temenê têgihiştinê û weke karekî têgihiştinî hilde li dest. Bi vê re jî, mirov divê ku wê bi teybetî fahm bike.
Zimanê dayikê, her wusa qadrê wê pirr giring a. Ziman, karekî têgihiştinî û jîyanî ya. Serdestîya li lê jî, tenê bi perwerdekirina bi zimanê dayikê dikarê were kirin û çê kirin. Ji ber ku ziman, li vir, bi teybetî, aliyên wê ên bîolojikî û fîzyolojikî û hwd hena. Ev, aliyê zimên ê bi gotina "zimanê dayikê" giringtir û bi watetir dike. Ku em bi têgihiştina zimên bibêjin, divê ku em bibêjin ku mirovê ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedîtî ew mirov mirîya. Divê ku mirov ji aliyê têgihiştina ziman ve mirî bihasibêne.
Têgihiştina ziman, bi teybetî li ser zimanê dayikê re, her wusa divê ku mirov herê bike ku temen a. Gotina bingihîn a pêşketina bo mirov ku em bikar bênin divê ku em li ser zimanê dayikê re bênina ser ziman. wekî din jî, çendî ku ji temen ve mirov bizimanekî dervî zimanê dayika xwe perwerde dît û xwe pêş bixe jî, ew pêşketin û ankû xwe pêşxistin wê hertimî bêling û bêtemen bê.
Mirovê ku bi zimanê xweyê dayikê perwerde nedîtî, weke mirovê kor, lê ku tenê bi rohniyeka ku ew bi tememî nikarê wê jev safî bike lê ku xwe bi wê daye bawer kirin ku safî dike dijî. Her wusa bi awayekî ku mirov dikevê zorê de ku wê fahm bike, dijî. Jîyane civatê, weke ku çawa ku li ser wê zimanê dayikê pêvajoyên xwe yên pêşketina dijî, her wusa, heman tiştî bo mirov jî mirov dikarê bilêv bike û bêne ser ziman. Li vir, jîyane civatê, zimanê dayikê weke stûnê xwe yê bingihîn dibîne û bikardihêne. Li ser wê re têgihiştina civatê a giştî dijî û xwe pêşdixe bi mirov re û bijîyane mirov re. Mirov, çawa ku dikarê tenê li ser zimanê dayikê re bi kûrahîya têgihiştina civatê re hevnasiyê bike, her wusa ku em keseyetîyê hildina li dest, bo wê jî, em dikarin bêjin ku tenê bi zimanê dayikê dikarê têkiliyê bi xêva xwe re rast dêne û bi wê re pêşketina xwe ya têgihiştinî, cîvatî, û hwd bide çê kirin û pêve bibe. Weke ku me li jor hanî ser ziman, mirovê ku bi zimanê xwe yê dayikê mazin nebûyî, wê nikaribê zimanê xwe yê dayikê bi tememî bikarbêne. Lê wê nikaribê wî zimanê ku bi wê hatîya perwerdekirin jî bi tememî bikarbêne. Di wê de, ku bibe rewşenbîr jî, wê ew rewşenbîrîya wî, tenê û tenê kopîya bê. Ji xwe, wê di jîyane xwe de hemû tiştî weke kopya bijî. Weke yekî ku hatî ´hîpnotîze´ kirin, wê weke ku lingan weke ku di xewê de bigerihê, û hwd ku bi rewşekê re hatî hoyandin û lêhatî kirin û ku bi wê re dijî wê bibe. Hîpnozetî, di temenê wê de, darêjka xêvê heya. Her wusa, dîmenîtîya wê ya ku bi wê darêjkîtiyê re afirîya jî heya. Bi wê dîmenîtîyê, weke du rûyên vajî hevdû ên mirovekî ya. Lê darêjka ku di temenê hîpnozê de heya, di wê çerçovê de, li gorî dîtin û qaydên ku di xêvê de hena diafirê. Ji ber vê yekê, dernekeve dervî wê. Mirovê ku bi wê têkilîya wî ji dervî wî qûtbibê jî, wê çerçovê de bimêne û bersivên ku bide jî, wê di çerçova wê darêjk û dîtinên wî de bê. Mirovê hîpnotîze kirî, weke ku şîyar lê dirazihê bê ya. He wusa, vê minaqê, mirov dikarê ji vî aliyê ve bi şavtinê re bênê ser ziman. Çend ku hîpnotîze, dikarê bibe alîkarî bo fêrbûn û pêşketina ziman, bi heman rengî, di hundurê zimanekî de ku rêbazên wê ên nû bên kifşkirin li gorî wê rewşê û zimanê, dikarê bibe temenê dûrkirin û bişavtinê jî. Bi rêbazên wê, hoyandina li xêvê bi afirandina navendên dervî mejî ku weke navêndên xêvî bên hoyandin bo mejî û hwd, wê têkilîya mirov ji wê temenê wî were birrîn. ..
Di vê rewşê de, yekî ku zimanê xwe piştre fêr bibe jî, wê bi hîssî û hizrî wê nikaribê bikeve têkiliyê bi xêva xwe ya bingîhîn a xwemal de. Li ser gotinan re wê weke ku zimanekî nû fêr dibe, wê fêr bibe û pêş bixe. Di aslê xwe de, mejî bi xêvê re, mirovekî ku bi zimanê xwe yê dayikê re pêşketîya, wê rewşê bi wî re diafirêne. Li vir, di serî de, cihan û jîyane derve ew bîyên me ên weke dîtin, hiskirin, destlêdan li çerm û hwd, ji rewşekê di buhur in dû dikevina rewşeka din de. Di dema ku hîpnotîzekirî de, ku çawa ku dema ku mirov tiştna ku mirov kirî ku mirov ne dihişê wê de, di wê rewşê de jî di dema ku ji derve tiştek dît û hiskir û hwd, wê piştre weke ku hisnekir û nedîtî wê lê were. Li vir, weke ji aliyê hiş diçê aliyê din û li wî alî çi dijî, wê tenê li wir bihiş bike. Lê ku hat alî û ankû rûyên din, wê hişekî din bi darejkî bikeve dewrê de. Herdû alî jî, di aslê xwe de, di xêvê de bi têkilî na. Lê hişna ne di hişên hevdû de na. Têkilîyên hoyandî ên xêvê, li vir ji pirr alîyan ve hena. Alîyên têkilî ên ku bi hîpnotîzê re tên li holê, yek û ankû çend ji wan tenê ên ku di temenê binhishariya li hevdû de ku li hevdû hoyandî na. Ev yek û rewş, weke rêgez û destûraka ku di jîyane mirovê ku bi zimanê xwe yê dayikê xwe pêşnexîstîya ya. Bi vê yekê û temenê re, divê ku mirov fahm bike ku mirovê ku î ro di roja me de tê gotin ku ´hatîya asîmle kirin´, ew mirov mirovekî ku ji rastîya civate xwe ya ku bi kok ji wê re hatîya dûrkirin a. Lê wê ti carî negihijê wê rastî û temenê civate ku li gorî wê hatîya mazin kirin jî. Weke mirove ku li valahîya fezeyê hatîya berdan û heta ku sax a wê hertimê bikeve xwerê de ya. Mirovê hatî bişavtin, mirovê ku ji aliyê keseyet, civat û têgihiştina civaknasî ku mirîya ya. Çend ku ew bizimanekî din jî hatîya mazin kirin jî ev wusa ya.
Mirov, çawa ku bi xêv a di serê xwe de, her wusa, bi heman rewşê mirov dikarê bahse civatê jî bike. Civat jî, li ser awayna deng re bê, li ser gotinan ziman re bê û hwd, xwediyê xêveka xwe ya ku heta ku ew li ser pîya ya newê ji bîr kirin a.
Dîroka pêşketina zimanê mirov, bi dîroka civatê re dihê ser ziman. Her wusa, destpêka ziman, weke destpêkeka civatî jî ya. Li vir dema ku em bahse ziman dikin, bi teybetî, em bahse civatê dikin. Î ro, dema ku em bahse zimanê kurdî bikin, em kifş dikin ku zimanê kurdî demên wê ên pêşketinê bi jîyane civatî re ji dema qasîtî û lolo re heta ku tê dema gûtîyan û ji wir heta ku digihijê dema hûrî û mtannîyan. Ev dem, dem bi dem heta ku dihê dem û roja me, hertimî bi astekê heyîn û pêşketina xwe jîyan kirîya. Minaq, dema ku em zimanê dema Medîya kifş dikin, pêşketinên ku bi Zerdeşt û Manî re ku li ser Avesta re jîya na, bi teybetî, divê ku mirov bibêje ku temenê dema me ya ku em dijîn jî dide avêtin. Lê ev dem, dem bi dem hem di dema xwe û hem jî piştre de, qûtbûna ketîya nava wê berdewamîya wê ya bênavber ya heta roja me de ku hatiba jîn kirin.
Zimanê avestan, em li ser hinek minaqên wê re herin. Di naqabîna zimanê avesta û kurmancîya me ya herême botanê de mirov zêde ti farqê î ro jî nabîne. Çend ku gelek rewşên wê kurmancîya botanê î ro winda jî bûna, em dikarin kifş bikin ku di aliyê watê de wekhevîyên wê hena. Avesta, bi teybetî, dema ku em lê dinerin, mîna zaravayekî roja me ê kurdî, weke soranî û ankû zazakî û hwd dihê berçavê me. Pêşketina wê, her wusa, pêşketina pirr mazin a. Lê zimanê avesta, ne zimanekî ku tenê weke zimanê herêmekê ya. Her wusa giştîbûnek pêre heya. Lê piştre, herêm bi herêm, bi pêşketina nû a bi demê re a civatî re, civatê xwe ji nû ve afirand. Avesta, divê ku em bibêjin ku di dema ku Îskenderê Mekedonî bi seferî hat kurdistanê, wî şawitand. Piştre ji ber wê yekê û xadarîyên wî ên ku wî kirina, kurdan jê re gotin "îskenderê zûrqarneyn". Bi vê navê, hizir kirin ku her dema ku ew bi bîr kirin, wê ew kirinên wî ên xadarî jî bibîr bikin. Di vê temenê de, hertimî, êdî bi vî navê ew di nava kurdan de hat nasîn. Her dema ku navê wî hat nasin û bi vî rengî hat gotin, yên ku di derbarê kirinên wî de ne xwediyê zanînê ba, wê ji navê wî bipirsîyan ji mazin û ankû zaneyên li dora xwe. Ji xwe gotina "zûrqarnayn"tiyê, di temenê "qarnê ku jê îbret were girtin" de wate w heya. Bi vî rengî, li ser ziman re, gotin hatina afirandin. Di vê temenê de heta roja me jî, bi nav kirin û nav li mirovan kirin li gorî kirinên wan ên baş û ên ne baş û an jî li gorî zîrekbûn û zanebûna wan û hwd, heya. Ew rewş, weke rewşeka civatî ya. Her wusa, navê Feqiyê Teyran bixwe jî, di vê temenê de, hê di dema faqatîya wî de lê hatiya kirin. Hingî, wî gotiya ji dora xwe ku "zimanê teyrikan jî heya.", "ku xwûdê bêje herê, mirov dikarê bi wan re biaxivê û ew jî bi me re biaxiv in". BI van gotinên bi vî rengî, navê wî derdikeve. Minaq, navê Ahmedê Xanê, bixwe jî, navê herême ku ew jê ya. Li gorî hinekan jî, digotin ku "ji dayika wî re jî xanê hatîya gotin." lê ji bo ku mirov vê piştrast bike, î ro, ti zêde birhan di destê me de tûna na. Navê dê û ankû ê bav, weke paşnav li dawîya navê mirov û ankû li pêşîya wê hatîya bicih kirin. Ev kevneşopîya li ser nav re, piştre jî, bi xwe hatîya domandin. Mirov, dema ku navê wî dihat hildan, hem navê wî û hem jî yan navê êla wî û yan jî navê bavê wî û ankû dayika wî dizanî û fêr dibû. Kevneşopîya nav, hinekî li kurdistanê kûrahîya wê mazin heya. Minaq, navên bav, kalk, bavkal û hwd ku heta çend bavan dirêj dibe, dihê hijmartin. Ev yek, di van demên dawiyê de weke ku hinekî binket û zêde bahse wê nayê kirin. Lê ev kevneşopîya nav, pirr alî hebûya. Hemû, weke"lakab" nav li mirovan kirin di nava xalkê de, her wusa weke bi navê mirov re navê dê û bav kalkên wî li dûv hevdû hanîna li ser ziman û hwd, kevneşopîyên kevn ên ku bi hezar salan jîya na.
Li vir, ziman, hinekî jî, li ser nav re jî, ku bi gotinekî em bahse wê bikin, hertimî li gorî wasif û teybetmendiyên mirov ên ku dihatina li berçav ew dihatina bi nav kirin. An jî, bi navê herêmên wan re nav li wan hatîya kirin. Minaq, navê Meleyê Cîzîr, mele Hisêne bateyî û hwd, ku em li navê wan jî binerin emê fahm bikin ku ew ji kuderê na. Ev rewş, weke rewşna teybet in. Bi teybetî jî, dihatina jîyandin. Li ser navan re têgihiştina herêmkî di ziman de hatîya bicih kirin. Her wusa, navê herêman û hwd, bivî rengî, dinava civatê de jî hatina kifş kirin li ser navê mirovan re.
Ziman, dema ku em bu awayekî hesanî lê dinerê, gotinên wê ên weke nav û hwd, rengê bi vî rengî dihênin ser ziman. Her ziman, di dema xwe de xwediyê wteyna giring in. Î ro, çend ku em di derbarê gelek navên ku em bo herêmê di kurdî de bikar dihênin, ne xwediyê dîroka wan in. Lê em dizanin ku di dema xwe de bi wateyekê ew hatin kirin. Nav, hinekî jî, rengekî zimane ê teybet radixina li berçav. Ji ber vê yekê, divê ku mirov bi teybetî li navan binerê. Nav, wê rengê ziman bi xwe re bi parêzên û rengê civatê û awayê wê ê pêşketî bi xwe re bidina li berçav. Ev rewş, bi navan re heya. Nav, di nava civatê û jîyane wê de, weke dager jî dijîn. Lê berî hertiştî nav, bi rastiyekê re biziman re û bi civatê re xwediyê têgihiştineka bingihîn in. Ew jî, her wusa, bi demê re bi pêşketina civatê re dihê dîtin.
Nav, di aslê xwe de, divê ku em bi teybetî bibêjin ku dîrokê jî, dem bi dem bi nav dikin. Dema ku mirovek, navek li xwe kir û ew jîya, li ser navê wî re, ew dem jî dikarê were dîtin. Her wusa, bûna navê dema xwe jî. Ankû kirina ku dem bi navê wan re bê ser ziman. Minaq, "dema Lipît Îstar", dema hemûrabî", "dema Salahadinê eyûbî" û hwd, dihê dîtin û kifş kirin. Nav, bi vî rengî dema xwe jî bi xwe re bi nav dike.
Ziman, van rewşan hemûyan bi jîyane civatê re dijî. Ya ku van bi awayekî rêk û pêk, birêgez dike û digihêne rêzkariyekê pêşketina civatî bixwe ya. Her wusa, weke ku çawa ku jîyane civatê, bi ziman re, bi demê re zarava û devikan di temenê xwe de bi pêşketina xwe re dihêne û digihêne rayagiştî ay civatê, her wusa nav jî bi wê jîyanê re pêşketinê dager dikin. Nav û dager, her wusa, bi demê re du gotinên ku ku hevdû afirandina na. Jîyane civatê, pêşketinê, biwê rengê, bi ziman re di aslê xwe de, pirr xort dijî. Di nava kurdan de, gotinek heya. Tê gotin ku ku´"kurdan, bi kevneşopîyên xwe dîroka xwe nivîsandin a."Ev gotin, wateyeka wê ya teybet heya. Bi wê re jî, bahse jiberîya mirovê kurd dihê kirin. kevneşopî, dem bi dem weke rûpelê qaxizê hatina bi karhanîn di temenê jîyane civatî de. Jîyane civatê, kevneşopî, bûna temenê bibîrkirineka pir xort, Her wusa, weke temenekî li ser rewş û têgihiştin bi hizirî û nivsandîya wê re ku hatina jiberkirin.
Bi vê rengê, hê gelek wateyên ku li kevneşopîyê hatina kirin hena. Ev jî, rewşna teybet in ku divê ku mirov wan biteybetî bêne ser ziman in. Civat, ku mirov wê bitijbihêne mirovekî, weke mirovekî bi pêşketina xwe re xwediyê xêva xwe ya bi dîroka xwe re ya. Mirov, xêva wî heya. Dihizirê. Bi wê hizirandinê re, çerçoveyên têgihiştinî diafirêne. Bi vê re, aqil çê dike. Çêkerîya bi aqil re, jê re di kurdî re "jîr" hatîya gotin di demên berê de. Jîr, aqilê zelal a. Ew aqilê ku bi hiş a û ku mirov wê di afirêne ya. Destûr û ankû kevneşopî, her wusa mirov dikarê di wê çerçoveyê de bêne ser ziman.
Bi vê rengê, li ser xêvê re, mirov kifş dike ku ziman û aqil, bi hev ve girêdayî na. Ziman û aqil, bi jîyane civatê re bi hevdû re zewicî na. Mirov nikarê aqil bêî ziman fahm bike. Li ser ziman û gotinên wê ên ku mirov lihevdû dihêne, mirov çerçova xwe ya aqil diafirêne. Di vê çerçovê de di roja me de, ziman, bûya weke amûrekî bi serê xwe ku dikarê aqil bide afirandin bi jîyandinên civatî re. Li vir, bi aqil re, pêşketina ziman dihê kifşkirin. Lê ziman, bi gotinên xwe re reng û çerçova aqil û têgihiştina wê re dîyar dike. Aqil, teybetmendiya wê ya sereke civatîtîya wê ya. Her aqil, bi civatîtî û têgihiştina civatî heya.
Abdusamet Yigit
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...