23 Tîrmeh, 2013 Weşandin: 0023 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Eger mirov temaşey deverên rojhe?lata Turkiya biket dê diyar bît ku deverên kurdinşîn beşê serekyê paşkeftina welatê Turkiya pêkdînin, di beramber da jî deverên rojavayê welatî berovajî bi temamî ji welatekê pêşesaziyê bihêz diçît.
Peyrewkirina vê polîtîkê delîve bo Turkiya xweşikiriye ku hîç demekê dan bi wê çendê nedanît ku gelekê bi navê gelê kurd li deverên rojhe?lata welatî he?ye, pirsa kurd jî bi meseleka mafê siyasî nedete zanîn, belku paşkevtina komelayetî, êk ji sedemên vê pirsê bidene zanîn bi vê nêrîna şaş û liser vê baweryê bi terxankirina berinamekê bhêzê aborî bo mebesta pêşkevtina deverê ji rûyê Îkonomî, dê bîte egerê binbirikirina vê pirsgirêkê.
Bê eger, hêştina nawçeyên kurdî bi paşkevtî di aliyê aborî da dinal in, nexasme ji ber rûşinaya bîrokeya ku çend ev nawçeye bi paşkevtî bimînin dê he?stê xwe cudakirinê jî lawazbît û ziyatir dê xwe gehyne nawiçeyên pêşkevtyên Turkiya, evê siyasetê ta radideyekî bandora xwe liser takê kurd kiribû, belku zorbeya chên kurdan delîveya karî û peydakirina jiyarê ketbû dibin qada zorî û zehmetiyanda. Zorbeya kargehên pyşesazî li deverên Turkan hatine damezirandin, tenê li deverên (Enqere , Izimîr, Îstenbol) bi rêjeyeka zor berhe?mên pyşesaziyê gehştine astê jûr, di beramberda li chên kurdan wekî (Diyarbekir, Wan, Ediyeman) rêjeya bêkariyê gehştbû rêjeyeka he?re beriz, ev siyasete liser bîrukeya nehştina aborî li deverên Kurdistanê bo sedemê kuçkirina kurdan ji cih û deverên xwe bo yên turkan.
Li ser vê stiratîjiyetê, abdîn uzmanî nûnerê giştyê wezarta navxwe di raportekê da sebaret siyaseta turkirinê li deverê, ji hukmetê daxwazkir bû (divêt Turkiya jiyara wan kesan bi tenê xweş biket yên bi temamî destberdarî kurdayetiyê bûn) bi tecirubekirina vê siyasetê ji layê dewletê dijî gelê kurd he?r tişt beruvajî derikete holê û ev he?wil û bizave bi temay dijî dewletê zivirîn.
Ev boçûna bi dirêjiya salên jyê komarê siyaset liser dhate meşandin, Turkiya negehande encamên baş, belku beruvajî texmînên wan ketbûn di warê xizmetkirina şorşê û berfirehkirina sinorê hzira cudaxwaziya kurdan ji dewletê zêdetir diyardbû û bo êk ji sedemên palpiştiya xelkê bakurê Kurdistanê bigiştî bo xebatên çekdarî dijî Turkiya.
Eger stiratîjiyet û bisporên aborê Turkiya he?r li ser vê bîrokeyê berdewamban, da bêy zehmet Turkiya mîna êketiya soviyeta berê berb parçebûn û lawaziyêve ben û ji navî pêvetir tu rolekê wê li deverê nedbû, lê çiwarçûveyê vê siyasetê Turgot Ozal nermatiyeka zor beramber çareserkirina pirsa kurd nîşanda, ji bilî he?wlên Turkirinê, ji navbirinê, asmîlasyon, çend tekbîrên din girtine ber, he?rçende evan he?wlan gelek venekêşa, lê ta radideyekê kartêkirin li vê hizra şaş kir.
Ji nebûnê yan lawaziya bandora evê eqliyetê li Turkiya hizir davakirina pirojeyê GAP da hate kirin, he?rçende ev pirojeye di warê berjewendiya dewletêda gelekê bimifabû, lê kurdan ji egerê Binaviya çend deverên kurdinşîn ta astekê mezin dijminatiyeka rastewxwe nîşanda, he?m parta karkerên Kurdistanê he?m ji layê gelê kurd bigiştî weke pirojeyekê neqebûlkirinê êxiste di warê xebata xweda, lê dencamda Turkiya ji têgehştina kurdan ji metirsiya pirojeyê GAP beruvajî da diyarkirin û êk ji sedemên serekî bo başkirina aborê van deveran da zanîn, lê di poxteya van he?wil û bizavanda, bîrukeya vê boçûnê bi piraktîkî ji lawaziyê ber bi nemanê çûye.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...