Parlamentoya Kurdistana Federe, zimanê tirkmenî wek zimanekî resmî qebûl kir. Ji nuha û pêda li gel zimanê kurdî û erebî, zimnê tirkmenî jî li Kurdistanê ewê di dibistan, dadgeh û hemû dezgehên dewletê da zimanekî resmî be. Li her dera ku nufûsa tirkmenan ji sedî 20 û zêdetir be li wê derê ewê perwerdeya bi zimanê tirkmenî jî hebe..
Li Tirkiyê tirk hîn elîfbeya kurdî, hebûna kurdan bi rengekî resmî qebûl nakin. Perwerdeya bi zimanê kurdî wek daxwaza perçebûna Tirkiyê dibînin.
Bira dinya bibîne kî medenî ye, kî însan û mafzan e.
Lê ez bawer nakim ev gava kurdan tu tesîrê li hukûmeta AKPê û li tirkan bike. Ji ber ku tirk hîn nikanin hebûna kurdan qebûl bikin. Ji bo gihîştina vê qonaxê ji tirkan ra hîn pir lazim e.
Ne ku AKP tenê xerab e, nîjadperest e loma perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake. Hemû partiyên tirk, civata tirk, miletê tirk li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî ye.
Lê Kurrdistanê hukûmet jî û gel jî li dijî qedexeya zimanên gelên din e, perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo her eqaliyetan mafekî rewa û xwezayî dibînin.
XXX
Baran Zeydan, çend tiştên li welatê Erdogan qedexe û neqedexe rêz kiribûn, min jî çend tiştên din lê zêde kir.
Li Tirkiyeya nuh:
Nebin kurd
nebin elewî
Ji PKKê û PYDê ra bibêjin terorîst
bi kurdî nepeyivin
mitînga çênekin
alkolê negrin
cixarê nekşînin
bi kêmanî 3 zarokan çêkin
xwe nedeqînin
hevûdu maç nakin
bi dengê bilind nepeyivn
li derve nekenin
bibin mutahîd
pera di qutyên solan da veşêrin
ji Daîşê hez bikin
li dijî Emerîka û Rojava bin
ji Erdogan hez bikin
bimrin lê dengê xwe nekin
Li gorî tirkan dibê kurd li vê dinyayê nemînin
Tirk ne tenê li Tirkiyê nahêlin kurd protestoyeke demokratîk bikin, ala xwe hildin, derdê xwe bibêjin, li Ewrûpayê jî nahêlin.
Li Almanya li Kolnê alên wan, darên wan di destê wan da û wek gurên devbixwîn, wek kûçikên har êrîşî kurdan, kurdên Îranê, Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê kirine.
Ji bo tirkan ferq nake ji ku ye, ji kîjan welatî ye. Ya muhîm gava got ez kurd im, ew neyarê wî ye û tavilê wek kûçikê har êrîşê dibe ser.
Çima, ji bo çi?
Ji ber ku kurd e.
Tirk dibêjin li ku dibe bila bibe, dibê kes nebêje ez kurd im. Dema got ez kurd im tirk har dibe, xwîn dikeve çavê wî û êrîş dibe ser yê kurd, dixwaze yê kurd perçe bike, bixwe, xwîna wî vexwe.
Çima?
Ji ber ku dibêje ez kurd im!
Tirk tehamulî navê kurd, navê Kurdistanê, ala kurd, serokên kurd, sembol û rengên kurdî, zimanê kurdî, muzîka kurdî, cil û bergên kurdî, navên kurdî, welhasil tehamulî tu tiştekî kurd nake.
Li dinyayê tu barbarî, tu wahşeteke din ya wiha tuneye.
Tu îdeolojiyeke din, tu nasyonalîzmeke din bi qasî nasyonalîzma tirkan ne barbar e.
Faşîzim û nazîzim jî bi qasî nasyonalîzma tirkan ne dirinde ye. Heger nasyonalîzma tirk fersendê bibîne, heger bikanibe ewê qetlîamên, hovîtiyên wisa bike ku di dîroka însaniyetê da neqewimîbin. Ji alî barbariyê ve jenosîda Hîtler li hemberî yên tirkan ewê pir biçûk bimînin.
Kes nabîne lê bi rastî jî li ruyê dinyayê ji nasyonalîzma tirk hovtir û tahlûketir tu nasyonalîzimeke din tuneye.
Ev nasyonalîzim ne ji bo me kurdan tenê, ji bo hemû însaniyetê tahlûkeyeke pir mezin e.
Çimkî nasyonalîzma tirk bêyî qewmê xwe neyarê her miletî ye, bêyî xwe û kultura xwe û sembolên xwe ji her kulturê, ji her sembolê, ji her hêjayiyê nefret dike. Ji azadiyê, ji demokrasiyê nefret dike. Xwe tenê baş, rast, biaqil û hêja dibîne.
Li gorî dîtina yê tirk li vê dinyayê tirk tenê hebûna, dinya ya tirkan tenê bûya ewê gelkî baştir bûya…
XXX
Mucahît Bîlîcî xoce li ser gelşa kurdan ya bi nasnameya xwe ra û quretî, mezinayî û mamostetiya tirkan nivîseke xwe nivîsîye. Hêjayî xwendinê ye.
” Li Tirkiyê kurd di bin zora kolonyalîzma nîjadperestiya tirk da ji îmkanên bibin kurd mahrûm man, teşwîqî nasnameyeke sexte hatin kirin. Kurd, ji ber ku nikanîbû bibûya kurd ji mecbûrî bû çep û îslamîst.”
///Mucahît Bîlîcî
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...