Rêka serfiraziyê yekitî ye ~ HAWARNET Nêrîn

11/13/14


Egîd Nûman: Rêka serfiraziyê yekitî ye

Eger ku em naxwazin hêzên mêtinger û dagirker zêdetir xwîna gelê me bimijin, divê her kes ji aliyê xwe ve têbikoşe ku demek beriya demekê ‘Yekitiya Netewî’ sazbibe û gelê Kurd bikare ber bi pêşerojekî azad ve bi gavên xurt bimeşe. 
...............................................................................................................................................
Egîd NÛMAN 
13 Cotmeh, 2014 Weşandin:2014 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
 ...................................................................................................................................

Niha li seranserê Kurdistanê şerekî bê hempa tê kirin û gelê Kurd ji çar aliyên welatê xwe ve ji bo ku xwe û deskeftiyên xwe biparêze li berxwe dide. Her roja ku dibihûre, bi hezaran destan û lehengiyan dagirtiye û bi wêneyên van qehremaniyan dibore. Dijminên gelê Kurd jî weke her tim û hemû serdeman dîsa berê dane gelê Kurd û dixwazin xwîna gel bimijin û nehêlin ku gelê Kurd ti caran bi îrade û rihekî azadane bijî. Di vê sedsalê de gelê Kurd bûye pêşengê demokrasî û azadiya gelan. Dema ku mirov li bûyerên rojane yên ku li Kurdistan û cîhanê diqewimin dinêre, mirov dibîne ku di roja me ya îro de gelê Kurd bûye pêşeng û nûnerê bexteweriyê.

Weke ku tê zanîn roja 1’ê Mijdar’ê, roja Berxwedaniya Kobanê bû û li tevahî dinyayê jî bi vî rengî hat pêşwazîkirin û pîrozkirin. Hemû gel, hemû hêzên azadîxwaz û demokratîk ji bo Berxwedaniya Kobanê meşiyan û helwesta xwe ya azadîxwazane û demokratîk derbirîn. Ango Berxwedaniya Kobanê ji xwe re kirin sembol û nemada rihê demokratîk û dilê xwe bi Kobanê re kirin yek. Çawa ku Kurdistan û gelê Kurd bi hezaran salan beriya niha ji mirovahiyê re dergûştî kir, ji nifşên mirovan re bû çavkaniya jiyan û pêşketinê, îro jî bi heman rolê radibe û dibe çavkaniya demokrasî, wekhevî û azadiyê. Tevî hemû êrîşên dirindane yên ku tînin ser gelê Kurd û Kurdistanê jî gelê Kurd ji têkoşîn û îradeya xwe ya azad nayê xwarê û li cih û dema wê de bersiva van êrîşan jî dide. Niha êrîşên ku tînin ser Kobanê, tenê li ser Kobanê nayê kirin. An jî dema ku êrîşî cihên din dikin, ev tenê bi wan cihan re sînordar nîn e. 

Di esas de êrîşî hemû binema û binaxeyên gelê Kurd dikin û bi van êrîşan dixwazin gelê Kurd ji aliyê çandî, fîzîkî, rihî û hestan ve qirbikin. Di dîrokê de gelek caran êrîşên bi vî rengî anîn ser gelê Kurd û Kurdistanê. Dibe ku gelek caran jî encam girtibin, xwîna gel mêtibin û ji xwe re bikar anîbin. Lê belê êdî gelê Kurd xwe gihandiye wê astê ku bikare li hemberî hemû awayî êrîşan li berxwe bide, pêşde biçe û rih û îradeya xwe radestî dijminên dagirker neke.

Ji ber berê gelê Kurd birêxistin nebû, bê bername bû û ya herî girîng jî ‘yek û yekgirtî’ nebû, ti caran nekarî ne li hemberî êrîş û pelamaran bi awayekî rast û encamgir li berxwe bidin û nehêlin ku hêz û dewletên dagirker welatê wan biherişînin. 

Heya roja me ya îro gelê Kurd gelek caran raperiya û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriyê bi serhildanan şênber kir. Lê belê dema ku mirov li wan serhildanên ku li hemberî dagirker û xwînxwaran hatî kirin dinêre, dibîne ku gelê Kurd ji ber bê bername û yekgirtî nebû ye, her tim bi şikestin û têkçûnê re rû bi rû mane. Êdî wer lê hatibû ku ev feraset di nava gelê Kurd de weke çarenûsekê hatibû pejirandin. Li ser vî bingehî jî gelek derdorên ku xiyanet li gelê xwe kirin, çûn bi dagirkeran re bûn yek û li hemberî gelê xwe şerkirin û hê jî vê kevneşopiya xwe jî didomînin. Her çend di vî warî de gelek pêşketinên mezin jî hebin, lê dîsa hê jî gelê Kurd nekariye xwe ji wan hevkar û jirêderketiyên ku bi dijminan re bûne yek bi temamî rizgar bike.

Niha li Kobanê ev berxwedana heyî bi hemû dijwariya xwe didome. Her wiha li seranserê Kurdistanê jî xwastek û daxwaza piştgirî û piştewaniyê jî zêde bûye. Weke ku her kes jî dizane, ti caran êrîş li ser gelê Kurd kêm nebû ne. Lê belê her tim hesta netewî û piştgiriya netewî kêm ma ye. Her hêzekê êrîşî gelê Kurd kiriye, lê belê gelê Kurd ti caran bi awayekî yekgirtî li berxwe neda ye û hevdu negirtiye. Her wiha ti caran gelê Kurd ji berxwedaniyê jî nehatiye xwarê. 

Niha erka bingehîn a ku divê hemû Kurd û Kurdistanî pê rabin ew e, li hemberî hemû êrîşan bi awayekî yekgirtî li berxwe bidin û di warê Yekitiya Netewî de jî hewldana pêwîst raber bikin. Eger di vî warî de gavên pêwîst, dilsoziya pêwîst û dilgermiya ku hewcehî pê heye neyê raberkirin, yê ku zerer bike, wê dîsa gelê Kurd bixwe be.
Niha li Kurdistanê gelek hêz, sazî, komel û rêxistinên Kurd hene; her çend di warê yekbûnê de hinek hewldan hatibin kirin jî, lê dîsa têrê nake ku gelê Kurd bo heta heta xwe pê biparêze û pêşbikeve. Ji vê merheleyê şûnde divê ti hêz û sazî berjewendiyên xwe esas negirin û heya ku ji wan bê, divê ji bo yekitiya netewî ava bibe têbikoşin. Bi rastî jî tevî ku gelê Kurd ev qas nirx ji nû ve bidest xistî ne, heya astekê tê naskirin û li seranserê cîhanê jî piştewaniya têkoşîna wê ya azadîxwaz tê kirin, dîsa jî ew erka ‘Yekitiya Netewî’ nehatiye bicîhanîn. Hewldan hene, xwastek heye, daxwaz heye, lê belê di warê gavên şênber de hewldan, xwastek û daxwazên pêwîst nayên raberkirin. Jixwe dijminên dagirker, bi sedsalan ev siyaseta parçekirinê li gelê Kurd ferz kirin û bi parçekirina Kurdan xwestin ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Eger ku em naxwazin hêzên mêtinger û dagirker zêdetir xwîna gelê me bimijin, divê her kes ji aliyê xwe ve têbikoşe ku demek beriya demekê ‘Yekitiya Netewî’ sazbibe û gelê Kurd bikare ber bi pêşerojekî azad ve bi gavên xurt bimeşe.



Rêka serfiraziyê yekitî ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org