Bedrettîn Siga: Vegerandina çandê
Dema mirov cîhanê dînêre, ew gelên bê dewlet, bi fikr û ramanin xwe jî nameşin, her daîm şaşin û ne bê hemdêxwene jî. Lewre çikas çanda xwe dûrbêkevin, ewkas dikevin bin bandora çanda biyanî de. Lê nagihin çanda biyanî jî. Dikevin valahiye. Nerîn û ramanin wan jî nebêxweye, ne cîhdeye...
13 Cotmeh, 2135 Weşandin:1254 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
Ev nexeşiyên henê bun sedema gel e Kurd çanda xwe durbûn e. Çanda wan şilo bî û neynikêde ne ser suretê xwe, lê ser suretê hênek mexlûkin dîn xwe dîtîn, hatin xweyakirin. Gel ket valehiye û çanda wî lê bî biyanî û hêsin/nefs a xwe dur ket. Viga nefsa xwe digerê. Ji ber vasedemin dîrokî sedsala 17, 18 û 19’dehan bu wûndakirina gel e Kurd.
Sedsala 21’kî pêde, ji teref serdesta ve hênek heyal û ramanin xwe, ji bona gel e rojhêlata navînde jiyan dibên bidin qebulkirin, bihar a gela de çeteyin hovîtî DAÎŞ/ISİŞ derxistin peş. Wek lirînîna xwe şivdar/dar/sopa hejandin, êş û zorîtiye gel e rojhilata navîn vehejandin.
Sernavê hakima, DAİŞ ê berê xwe da kîjan gelî, teslîmî kaîde û kural ê pergal e bîn. Lê ew dar e serdesta, Kurd a vale derxîstin. Lewre gel e Kurd berxweda. Hakim a jî ew hizên hovîtî/hêzdar wek bomba tu pîm e wê bêkşînî û bavêjî, wele 2014’dehê de Musul ê berdan nava gel e Kurd e.
Evê hovîtiya henê du rê derxist pêşiya Kurd a;
Yek; ew cudaboniya fikîr û raman û nêrîniyen gel, buyîn sedema xeletiya divê dev ji bê berdan. Ne ez, gel derkevê peş. Menfaeta netewî, menfaeta meye jî bê qebulkirin. Gel e Kurd tevde tifaqa xwe çikên û hêzin xwe bixên yek. Wî çaxî ew nexeşiya serdesta ji bona wa raman/ray kirî, yê vegerê keyse/erêniye û yê serbikevin.
Didu; Eger gel e Kurd xwe nedin hev û bê tifaq bêmînin, ew bomba bê emîn/pîm nava kurda de bêteqê û bêbîn qet qet. Her parçek yê gel e Kurd herê deverek î. Gel e Kurd tu carî nabên xwey maf û, nabên hêz jî. Ew kesê xwey fikr û raman bê, nabê sedema vê felaket e. Xeletiye nava xwede bêxin sarker/sarinç e, tefaqê bigerin/çikên.
Ev dewletin wek darê edebê DAİŞ muselatê ser gele rojhilata navîn kirîn û dihejandin, 15 İlon ê pide, hoviger berdan sernavçevê gel ê Koban a rengîn. Xelkê Koban ê tert û belav kirin. Lê Hêzin Parastina Gel (YPG), ew pirsiyara parastinide dayîn ser milexwe, wek kahraman a nehiştin ew çeteyîn hovîtî bikevin axa wan, dest deynin ser axa wan, ax û gel paristin/diparêzin. Cîhan ê nav dan û Koban kirin warê berxwedanê, warên şêran.
Rojhilata navînde ew gelên ji ber hovîtiyan revîn û çun Koban ê û wan kantonên dê de jî cîh buyîn, wek gel e Kurd qada parastini de jî cîhe xwe girtin. YPG bê can û rihixwe ew parastin û diparizên. Yanî çand a gelên din wek dewlimendiye qebul kirin. Lêrênînek netewî nîzingî meselê bun. Wi dewlimendiye vedigerînên firset e. Jiyan a dine ya rastî jî eve. Dema mirov dîrokê meyze dikê, jîyan a Kurd a mozaîk e, dewlimend e. Ew çeteyin destê serdestade wek şîr e demoklîn ser gela dihata dihejandin, bu sedema gel e Kurd, vegera çand a xwe ya ewil, eslixwe. “Hesabê malê û sûkê li hev derneket/negirt” (Gotinên Peşiya)
Çanda Kurda de, bêxêrî, neyarî/dûjminî, bê huqukî tune ye. İla keyfxweşî, hukuqî û biratî/wekhevî heye. Ev çanda ewqas rengîn jibona herkesi feydeye û lazime jî. Lewre her gel, xwe vê çandê de dêbîne.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...