Nizar Buldan: Biratiya Neteweyî
Biratiya rast, biratiya ku ev çend nivîs e, ez hewl didim binivîsim ev e. Ango biratiya neteweyî ye. Ji bo neteweyekê bikare bi neteweyên cuda re hevaltiyê bike, di serî de pêwîst e bikare bi neteweya xwe re bibe bira. .
18 Cotmeh, 2135 Weşandin:1254 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
Lê şert e ku yekitiya wan ya navxweyî hebe. Weke birayan ji hev agahdar tevbigerin. Şîn û şahiyên hev parve bikin. Dema pêwîst kir li kêleka hev bin. Hev biparêzin, xwedî li hev derbikevin. Niha ji nan û avê zêdetir pêwîstiya me kurdan bi biratiya neteweyî heye. Çawa ku Kurdistan weke xak ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin, bi heman awayî yekitiya kurdan jî biratiya kurdan jî wisa hatiye parçekirin û jihevdûrkirin.
Ev parçebûna birayan û jihevdûrbûna neteweyî yek ji asteng û bendên herî mezin e li pêşiya bi destxistina mafên kurdan. Dema yekitî û biratiya me kurdan hebe, em yekgirtî bin. Her parçeyekî Kurdistanê bi aliyekî ve neçe, wê demê gel, netewe û dewletên derdor jî me cidîtir bigirin. Em ê bikarin bi wan re dost û hevaltiyekê rastir saz bikin. Ango em ê bikarin xwe ji rewşa birayê dagirkeran yê tê perçiqandin jî derxînin. Ji ber van sedeman baweriya min bi gotina biratiya gelan nayê. Yan jî ez rast nabînim. Ya rast, biratiya neteweyî û hevaltî yan dostaniya gelan e.
Ez bawer im ger wisa nêzîkatî bê kirin dê hîn bi sûdtir û bê pirsgirêktir be. Li aliyekî sazkirin yan jî ji nû ve zindîkirina biratiya neteweyî û li aliyê din jî pêşxistina hevaltiyê bi gel û neteweyên din re rêbaza herî serkftiye. Di her warî de em weke netewe îro li cîhanê mîna stêrkek bi hêvî dibiriqin.
Weke hêzeke nûjen û modern li herême bilind dibin. Heta ger em bibêjin herêm û welatên rojava bi giştî hêviyên xwe yên ji bo pêşeroja bi ronak a Rojhilata Navîn bi me kurdan ve girêdane, ne derew e. Ango di her warî de rêya neteweya kurd di encama berxwedan û projeyên pêşketî de vekiriye. Heta rêya xwe vekiriye. Lê ji bo ev rê bi serkeftineke mezin û pîroz bê tacîdarkirin, ev derfetên derketî holê baş binirxîne, di serî de pêwîst e biratiya xwe ya navxweyî, yekitiya xwe ya neteweyî saz bike. Ji bo vê jî kongreya neteweyî erkê herî mezin e li pêşiya kurdan.
Pêwîst e gavek ji gavekê zûtir ev kongre bê komkirin. Yên xwe tevli vê kongreyê nekin, li pêşiya sazbûna wê bibin asteng wê hem di pêşerojê de hem jî di roja me de weke gunehbarên neteweyî, dijminên neteweya xwe bên binavkirin. Lewre sazkirina kongreya netewî ne tenê dê pirsgirêkên kurdan di heman demê de dê pirsgirêkên herêmê jî çareser bike. Kurdno, em li benda we ne ku hûn kom bibin!..
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...