Awirên Azadiyê ~ HAWARNET Nêrîn

11/8/14


Awirên Azadiyê

Te barkir û tu çû...  Li dû xwe te mîrasek bîrdoziyê hişt. 
...............................................................................................................................................

Siyamed Sîpan 
08 Mijdar, 2014 Weşandin: 1234 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com


 ...................................................................................................................................



Kî çi zane

Ku te çi xewn

Di deftera xeyalên xwe de xêzkiribû…

Dibe ku xewna te pêk nehatibe,

Lê ewê xeyalên gelek xort û keçan

Bi saya lehengtiya te pêk were



Kî çi zane wekî din

Te çi di dilê xwe mezin kiribû…

Ew dilê ku mîna berfa welatê min

Paqij û bedew

Te barkir û tu çû

Li dû xwe te mîrasek bîrdoziyê hişt


Tu çû nav stêrkan

Li dû xwe te Rojava sêwî hişt

Lê jiyan wisa bê hempa ye,

Derewîne jiyan…

Rastî jî tenê kenê te û

Awirên te dimîne


Awirên te jî heval

Awirên Azadiyê ye

Awirên Rojê ye

Awirên Rojava ye


Awirên Azadiyê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org