AKP ji çavê sêyem aciz e ~ HAWARNET Nêrîn

11/7/14


AKP ji çavê sêyem aciz e

Dema Receb bû Serokdewlet û Davutoglu jî bû Serokwezîr, gelek şad bibûn, hema tu nema bû ku bazik bi xwe vekirina û bifiriyana! 
...............................................................................................................................................
Ahmet Aktaş
08 Cotmeh, 2014 Weşandin:1254 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
 ...................................................................................................................................

Lê hesabê wan, weke wan plan kiribû li hev nehat, hesabê wan ê şaş vê carê ne bi tenê ji “Bexdayê”, ji Kerkûkê, ji Celewla, ji Mexmûrê, ji Çiyayê Şengalê, ji Tilkoçerê, ji hemû Rojavayê û bi taybetî ji BERXWEDANA KOBANÊ li wan vegeriya. Dewleta ku wan ji xwe re kiribûn armanc ligel DAIŞ’ê û hinek hevalbendên xwe yên din; ji Mûsilê heta KOBANÊ, bi ser neket.. 

DAIŞ’ê, ew hevalên xwe; personelê balyozxaneya Mûsilê yê dewleta AKP’ê, anî di rexê KOBANÊ re teslîmî xwediyê wê kir! Weke bibêje; “eha ji were ev qehremanên we, êdî bi kêrî me nayê, dibe ku ji we re li cîhekî din lazim be!” Hewara xwe birin DYA’yê lê ji ber ku têkiliyên wan û DAIŞ’ê ewqas aşkera bûn, êdî Amerîka jî nikaribû hevalbendiya wan bikira.

Di serî de hinek çapemenî û rayedarên giran ên DYA’yê jî gotin “Dewleta AKP’ê hevkariyê ligel DAIŞ’ê dike.” Serleşkerê Lîbyayê A.Rezzak El Nazûrî jî got; “Dewleta tirk û Qeter bi hev re DAIŞ’ê çekdar dikin.” Receb û Davutoglu her çendîn kirin qîrîn û hewar û gotin; “PKK û PYD û DAIŞ weke hev in û hemû bi hev re terorist in” jî, pere nekir, DYA – têra xwe dereng jî ma be- aşkera got “na xêr PYD ne terorîst e û çek jî têde em ê alîkariya wan bikin” û dest bi alîkariyê kirin. Di heman demê de, hikûmeta herêmê jî biryar da ku hejmarek Pêşmerge ligel çekên giran bişîne KOBANÊ û şand.

* * *

Diyar e hêrs û nerehetiyeke mezin a Receb û Davutoglu ji mijareke din jî heye, ew jî ev e: Berî demekê Hevserokê KCK Cemil Bayik, gotibû “ji bo PÊVAJO baş bimeşe, pêdivî bi komek çavdêr; bi çavekî sêyem heye, ger DYA bibe baş dibe” û hwd. Êdî roj bi roj dewleta AKP’ê bi tenê dimîne, ev halê bêkesî hîn pirtir wan aciz dike, şaş dike û fahş dike û kes nîne li halê wan bipirse; Receb, bi dengekî sistopisto dibêje; “Amerîka şaş e” û ji alîkî ve mesajê dide Putîn, Iran, Fransa û hwd, xwedêgiravî şantajê dike lê ev taktîk bê xêr in, ji ber ku derdên van dewletan besî wan e, encax bikaribin bi destên xwe bi tenê xwe bixwirînin.

* * *

Rêxistinên me yên ROJAVA, li Duhokê peymanek hêja pêk anîn, ger ku weke tê dîtin dewam bike, ev e bingeh/zemînê ji bo Kongreya Neteweyî xurtir û xweştir bike. Ger Receb û Davutoglu, naxwaze ew şahiya wan li wan vegere şêniyê, divê dev ji wê siyaseta xwe ya li ser xapandinê hatiye avakirin berdin; terora dewletê pir hat ceribandin, lazim nake hûn careke din biceribînin, ma aqûbeta Ergenekoniyan ne li ber çavan e? Dibe ku dubare be lê sedbare be jî lazim e em herdem bibêjin çareseriya rast; meşandina bi dirustî ya “çareseriya demokratî” ye. Êrîşa li ser Ahmet Karataş û Selahattîn Demîrtaş şermezar dikim, hêvîdar im ku di demek kurt de tenduristiya heval Ahmet baş bibe!
.

AKP ji çavê sêyem aciz e

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org