Peymana Duhokê hêza Kurdan qewî kir
Peymana Duhokê ji bo pêşeroja Kurdistanê, qonaxeke girîng û pêngavake neteweyî bû. Hêza neteweperweriya Kurdan xurt û qewî kir..
31 Cotmeh, 2014 Weşandin:1254 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
Di pêşiya her tiştî de, rewşa Şingal û Kobaniyê, tundûtûjiya navbera hîzb û rêxistinên Kurdan rakir û bû wesîle. Peymana Duhokê jî nîşanê me Kurdan da ku, Kurd li ser maseyê, hem ligel birayên xwe û hem jî ligel mutefîkên xwe fêrî dîplomasî û siyasetê bûne. Sîleyek li peymana dijayetiya Kurdan xist.
Ew peymana dîrokî; Ji mêtingerên Kurdistanê re bersiveke dereng bû, belam di cî de bû. Dilnexweşî û aloziyên navbera Kurdên Rojavayî de nerm kir. Moral û motîvasyona Kurdên cîhanê berz û bilind kir. Dek û dolabên dijminên kurdan ên li hember kurdan, di nav destên wan de man. Plan û projeyên wan ên hetikî, hilweşiyan. Ji bo pêşeroja Kurdistanê, qonaxeke girîng û pêngavake neteweyî bû. Hêza neteweperweriya Kurdan xurt û qewî kir.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...