Di sedsala 21an de, ji kurda re cîh heye…! ~ HAWARNET Nêrîn

10/31/14

Di sedsala 21an de, ji kurda re cîh heye..

Di cîhana îroyîn de, sîstema hiqûqa navnetewî ji gelek dokûment û sazîyên navnetewî hatîye avakirin. .


...........................................................................................................................................................
Fahrî Karakoyunlu
01 Mijdar, 2014 Weşandin:0732 (Gor Dema Kurdistanê) hawarnet.com
 .......................................................................................................................................................








Lê du sîstem û sazîyên sereke ya hiqûqa navnetewî hene ku, qedera dinyayê di dest wan de ne. Ji vana ya di protokola navnetewî de ya sereke, Yekîtîya Netewan (ya rast yekîtîya dewlatan e, lewra ev sazîya, yekîtîya dewleta temsîl dike) e, ya din jî, bi navê Konvasyona Cenewrê ye, ya ku bi naveroka xwe hiqûqa mafê mirova ya navdewletî tarîf dike. Ev herdu sîstemê hiqûqê, pêwendîyên dewletan sazdike. Mixabin û sed carî mixabin di nav van herdu sîstema de jî, cîhê kurda nîn e. Gor vê sîstemê, mafên kurda, di nav van dewletan de, wek pirsek hundurîn tê qebûlkirin, û qedera kurdan jî, di dest desthilatdarîya van dewletan de ye.

Di nav sîstema navdewletî ya bingeha wê ji şerê Cihanê ya Duyemin şûnde hatîye avêtin de, prensîba herî girîng, parastina desthilatdarî û sînorên van dewletanan e. Lê her çiqas ev prensîba, hîn jî rêbazek esasî be jî, ji rûxandina Sîstema Sovyetê şûn de, pirsgirêkên di nav dewletan de diqewimîn, êdî ji mesela hundirîn derdikevin, û dibin meseleyên navdewletî. Ji ber vê, ev sîstema Yekîtîya Netewan di sedsala 21an de, êdî bi kêrî çareserkirina pirsgirêkên mirovî nayê, û li himper bûyerên ku diqewime, nikare bi lez û bi bandor tevbigere. Ji ber vê yekê, êrîşên grûbên tûndrew yên wek DAIŞê, ev Sîstema Yekîtîya Netewan bi awayekî vekirî da ber pirsan. Ji bona wê, êrîşên di nava Iraq û Sûryê de yên li ser DAIŞê ya bi pêşengîya Dewletên Yekbûyî yên Emerîqayê û hevkarên wî, meşrû tê qebûlkirin, û tu dewlet- Iraq û Sûrye jî di nav de- li dijî vê destlêwerdanê nikare derkeve.

Ger kurd dixwazin sedsala 21an bibe sedsala kurdan, divê ev pêşveçûyîn û bûyerên li Cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn diqewime rast bixwînin,û divê vê sîstema navdewletî û dîroka xwe bide ber çavan û di nav guhertina sedsala 21an de, firsetên dîrokî yên dîplomatik ji dest xwe bernedin. Ger bi vî awayî mêzekirinek kurda –li kijan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe- ya stratejîk çê nebe, mixabin wê dîsa ev firseta zêrîn ji dest kurdan here.

Kurd, encax bi pêwendîyên dîplomatîk û stratejîyek hevpar ya netewî wê karibe xwe ji vê dafika sîstema navdewletî ya sedsala 20an rizgar bike.

Êrîşên DAIŞê yên li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê, ne bes êrîşek grûbek çekdar û tûndrew e, di bin van êrîşana de, stratejîyek sîyasî û leşkerî û aqlekî qûrmayî heye.

Çi ye ev stratejî?

Herkes dizane ku, êdî Iraq û Sûrîye nabin dewletên navendî. Ji bona wî, “erebên sunî” dixwazin heremek ku li ser desthilatdarbin ji xwe re ava bikin û ji zengînîya petrolê îstîfade bikin. Ev herema ku daxwaz dikin, cîh bi cîh di nav sînorên Kurdistanê de dimîne, û ewleya Kurdistanê dike xeterê. DAIŞ, li ser van deverên Iraqê û Sûryê – bi taybetî cîhê ku erebên sunî tê de dijîn- desthilatdarîya xwe îlan dike, û desthilatdarîya van dewletana li ser van deverana têk dibe. Bi êrîşa DAIŞ a Şingal û deverên din yên Başûrê Kurdistanê ve, biryara destlêwerdana hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîqa (DYA)û hevkarên wî, di nav sîstema navdewletî de bi taybetî li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû anî holê.
Yekem, dinya û bi taybetî Rojhilata Navîn, êdî li gor Sîstema Yekîtîya Netewan nayê birêvebirin. Ev, tê vê wateyê ku, êdî sînorên van dewletana di bin pirsînê da ye.

Duyem û ya herî balkêş, kurd, di têkçûyîna desthilatdarîya Iraq û Suryê de, dibe yekem hêzekî vê koalîsyona navdewletî û berxwedêrê li dijî DAIŞê.
Wê sîyaseta kurd ya desthilatdar vê stratejîyê çiqas rast bixwîne, û xwe li gor vê stratejîyê Rojhilata Navîn amade bike?

Bi ya min hêzên Başûrê Kurdistanê bi tevayî –YNK cîh bi cîh di bin bandora Îranê de ye – nebe jî, di merhela îro de, li gor xebat û destkeftinên xwe vê guhertinê dibînin û li gor wî xwe birêvedibin. Ji xwe Rêveberîya Başûrê Kurdistanê wek rêveberîyek meşrû û hiqûqî tê qebûlkirin. Ev rêveberî wek aktorekî sîyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk him di nav Iraqê de, û him jî di nav têkilîyên xwe yê navdewletî de xebatek meşrû dimeşîn e. Ji ber wî, dikare petrola xwe hinardeyî derve bike, û li ser erdnîgarîya xwe tasarûfên peymanên tîcarî, sîyasî, dîplomatîk bimeşîn e. Ev ji, li gor rewşa nû ya Rojhilata Navîn, bingeha dîplomasîya kurd ya nav dewletî û meşrûyeta Rêveberîya Kurdistana Başûr dide qebûlkirin. Ev destkeftinana û meşrûyet, her çiqas li ser tekoşînek û berxwedanek bêhempa bi destketibe jî, ji alîkî ve jî, ji stratejîyek rast ya dîplomatîk û pêwendîyên navdewletî hatîye holê. Ger ne wisa ba, di dagirkirina Şingal û êrîşên li ser Kurdistan ê de, Dewletên Rojavayî bi eşkere û rasta rast arîkarîya sîyasî, dîplomatîk û leşkerî ne dikirin. Ev nîşan dide ku, hiqûq û sîstema nav dewletî ya ji şerê Cîhanê ya Duyemîn şûn de hatîye sazkirin bi taybetî hukmê xwe ji bo kurda qedandî ye. Sîyaseta kurd gere vê guhertinê wek stratejîyek nû di lehê Kurdistanê de binirxînin û encaman jê derxînin. Bi ya min, bi her kêmanîyên xwe ve jî, Rêveberîya Kurdistana Başûr vê staratejîyê rast dixwîne û hemleyên xwe yên dîplomatîk gor wî avêtin e.

Belê di vê prosesê de proplêm çî ye?

Proplem, bi taybetî di sîstema KCKê ya ku bi destê PKKê û PYDê tê meşandin de, lêmêzekirina ev guhertin û stratejîya bi pêşengîya DYAyê û dewletên hevkarê wî ye. Li alîkî, van erîşên hovane yê li ser Kurdistanê û bi taybetî yê li ser Kobanî, wek” erîşên kapîtalîst modernîteyê yê bi destê DAIŞê “ binavkirin, û dûre jî, ji wan hêzên “kapîtalîst modernîteyê” alîkarî xwastin dê çawa bête şîrovekirin. DAIŞê wek “projeyek Îsraîlî” binavkirin gelo ji kîjan aqlî re xizmetê dike. “mafê dewletbûyîna kurdan” wek karekî li dijî berjewendîyên kurda bi navkirin, bi kîjan wîjdan, ehlaq û felsefeyê tê bi navkirin.

Ji ber wî, sîstema KCKê ya bi destê PKK û PYDê tê meşandin gere dev ji dijbertîya DYA û Nirxên Rojavayî berdin. Ger yekîtîyê û arîkarîyê dixwazin, gere rêz li fikrên cûda cûda bigrin, û tevgerbûyîna partî, sazî û hêzên kurdan asteng nekin. Gere rêz li her sazîyên Desthilatdarîya Kurdistana Federe bigrin û zanibin ku ji alîyê hiqûqa navdewletî û dîplomasîyê de, ev destkeftîyek hemû kurd û Kurdîstanîyan e.

“Biratîya Gelan” “Konfederalîzma Rojhilata Navîn” “netewa demokratîk” wek têgehên felsefîk dibe ku bi watedar be, lê di rewşa îroyîn de, ev têgehana ji gotinê pêş de tiştekî îfade nake û ji boan çareserkirina mesela Kurdistanê ne rasyonal e. Ya rasyonal ewe ku, kurd hewceyî biratî û hewceyî yekîtîyek stratejîk a hevbeş ya Kurdîstanî heye.

Tiştekî teqez heye ku, ji 2003an vir de, Dewletên Yekbûyê yên Emerîqa, kurda ji xwe re li Rojhilata Navîn wek hevkarekî sîyasî û leşkerî dibîne. Di nav vê stratejîyê de ger PKK – YPG xwe neguherînin, wek partnerekî nikare di vê stratejîyê de cîhê xwe bigrin. Lê erîşên DYAyê yên li dora Kobanî li ser hêzên DAIŞê, bi ya min wê PKK-PYDê di nav hinek hewildan û guhertinan ke. Realîte û jîyan, dê vê encamê derxe holê. Rewşa ku îro kurd tê da ne, wana hewceyî stratejîyek hevbeş dike. Ev geşedanên nû jî – çûyîna hevserokê PYDê Salih Mislim ya bo Hewlêrê, civîna herdu Encumenên Kurdistana Rojava( ENKS-EGRK)li Kobanî pêşveçûyîna hêzênYPGê – perçeyek ji vê stratejîya DYAyê ya li ser Rojhilata Navîn e. Bi ya min di nav vê stratejîyê de, di demek nêz de, li Rojavayê Kurdistan ji hêzên Pêşmerge re vekirina pêgehekê – qadekê û qedandina rolê Tirkîyeyê jî he ye.
Bi gelemperî gava em vê stratejîya DYAyê û dewletên hevpeyman binirxînin, di sedsala 21an de ji Kurda re cîh heye, bes bila kurd vê stratejîyê bibînin û ji bin bandora dewletên dagirker xwe rizgar bikin.     

Di sedsala 21an de, ji kurda re cîh heye…!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org