Dîrok bi derewan nayê nivsandin…! ~ HAWARNET Nêrîn

7/24/13

Navê min navê te, kumê min li serê te  (Ji gotinên pêşiyan).
 
XERZÎ XERZAN

Hawar Net
23 Tîrmeh, 2012 Weşandin: 0417 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
       

Û Ayşe Hûr dîsa vereşîyaye....!

Ya din nêta qirêj a vê hirmetê ( Ayşe Hûr), ji her du nivîsên wê ên dawî, hêdî hêdî eşkere dibe...
Wê sûca mezin, ango komkujiya ermeniyan, dixwaze bêxe stuyê kurdan û dewlêta xwe jî, ji vê sûca qirêj bifiltîne...
Bi kurtahî mabesta wê ev e.... Hevkar û aqilmendên wê jî nasyonalîstên ermeniyan in, ên ku bi dewleta tirk a kûr ra pêwendiya wan hene û bi zanebûn vî kerî dajon..... Her wiha hin nasyonalîstên tirk jî, daxuyanîyên  bi vî şêweyî didin….

Lewra parlementerê MHP-ê Yusuf Halaçoglu jî, berê du salan gotibû ku "kurdan ermeniyan kuştin, ne me kuşt..." Ji van gotînên hevpar ên ku ji hêla her du alîyan va tên gotin, tiştek dertê holê….Çi ku her du alî jî raste rast ji kurdan û ji pêşketinên wan ên dawîn aciz in, û ji ber vê jî dijminatîya kurdan dikin…
Di van demên dawîn da jî, wek ku xweya ye, hevkariyek û herwiha hewlek ji bo pêşxistina vî karî,  ji hêla nasyonalistên tirk û ermeniyan mil bi mil tê meşandin... Sedema vê divê bêzanîn, ev hewl, hêza xwe, ji aqlê kûr a dewlêtên wan werdigre...

Aqlê kûr ê dewleta tirk dixwaze, a xwe ji vê gunehê xelas bike, û wek ku tê zanîn, qewlî pêşîyan gotî " av di cihê nizm da diçe "û cihê nizm jî kurdê belengaz û bêhêz e.... Aqlê kûr a dewleta ermenî jî, Kurdistaneka serbixwe naxwaze û ji bo pêşeroja xwe, wek xetereyekî dibîne…. Sedema vê tirsê kûr û dûr e, dibe ku gotareka din da em behs bikin…

Lê pirsek li vira heye, gelo kurdên ku beşdarî vê komkujiyê bûne, wek kurdan beşdar bûne an jî wek cahşên wê demê  beşdarî kirne...? Û çend kes, an jî çend xwînxwarên bêehlaq van karan kirne...?

Û gelo walî, qeymeqam, paşa û artêşên kurdan hebûne di wêdemê da, ku bikarbin ermeniyan qetil bikin....?! Ger qetilkiribin ( her çi qasderew be) jî, ma dewlet li ku bû, leşker û zabît û cenderme û înzîbatê Osmanî li ku bûn.?! Bila rastyê bibêjin.! Rastî jî ev e:
Belê, her çi qas kêm bin jî, beşdarbûna hin kurdên berjewendperest hebûye, her weha ji gelên din ên Osmanî jî beşdar bûne û balkêş e, di wê demê da bi piranî, bûroqratên Osmanî jî ermenî bûne... Ango ev ne şerekî etnîkî ye, şerekî berjewendperestî û her wiha dem bi dem jî şerekî olî ye jî... Ji ber vê jî bi tenê tawanbar kirina kurdan ne di cih da ye û ne êtîk e ku, weke Hovsep Hayrenî tim û daîm qala êtîkbûnê dike (Hayrenî yek ji aqilmendên Ayşe Hûr e)....

Û gelê kurd, wan kesên berjewendperest û kûjêr jî, di şadetîya dîrokê da tawanbar û destnîşan kirye. Li ser navên wan, rêvebir û parlementerên kurdan lêborînê xwestine. Ev helwesteka birûmet e, lewra kesên xayîn, wek ku tê zanîn, ne ji gelê xwe ne, ango dijminê gelê xwe ne jî…. Ji bo wan netew, ol û şexsiyet ne lazim e, bi tenê berjewendî derbasdar e li ba wan kesan…Lê dîsa jî li ser navê wan kesan, xwestina lêborîne erdemek e, rûmetek e… Hûn çima vê nabînin, û ger hûn dibînin , ji bilî vê, ji kurdan çi dixwazin… ?! Navnîşana xwestina we ne gelê kurd e, navnîşaneka din e .!!

Ya din, komkujiya ermeniyan a ku ji hêla artêş û saziyên Osmanîyan va hatye bi rêvebirin, ne bi tenê li Kurdistanê pêk hatye.... Gelek deverên din ên Anatolîyayê  jî ev karê qirêj, ev komkujiya hovane û li dijî mirovahîyê qewimîye...  Lê balkêş e, ew kesên pispor, qet behsa vê nakin…. Ji vê jî mabesta wan ê pêşerojê xweya dibe…
Mabesta hevkar bi tenê ev e; “ Bila ê kurd dêya xwe nebîne“… Gelek kes vê çîrokê dizanin, ne hewce ye ku em carek din binvîsin.

Lê tiştê balkêş ev e ku, her du alî jî, ango hin niviskarên tirk û ermeniyan,  daxuyanîyên kêrhatî ên ku hin sîyasetmedarên ermenîyan didin, qet nabihîzin. Berê sê rojan ajansa Basnews-ê, a ku li Kurdistana Başûr weşan dike, hevpeyvîneka balkêş û watedar, li gel parlamenterê navdar ê Ermenîstanê Robin Sadoyanî pêk anîbû û bi îmzeya rojnameger Rêbend Sadulla ve weşandibû. Pirsa Sadulla û her wiha bersîva Sadoyanî gelek balkêş in, û ji bo van kesên ku li me jor qala wan kirye jî, wek bersîvek e:
Pirs ev e: -- “Komkujiya ermeniyan bûyereke reş a dîrokî ye, hinek çavkaniyên tirk îdîa dikin ku kurd jî beşdarî wê komkujiyê bûne, Ermenîstan di vî warî de çi difikire? “
Bersîv jî ev e: --“ Dîrok dubare nayê nivîsandin, wek tarîx di dema xwe de hatiye nivîsîn ku tirk nikarin rastiyên dîrokî red bikin, wan bi tenê ew tawanê mezin kirine. Em wek gelê Ermenîstanê tu pirsgirêkeke me ligel gelê Tirkiyê nîne, lê desthilatdarên wî welatî bûn ku ew tawan kirine û niha jî erkê wan desthilatên nihaye ku komkujiya ermeniyan nas bikin û tazmînadê bidin…………….” (Çavkanî:   Hevpeyvînekabalkêş û watedar - Mezopotamya)

Pirs, bi kurtahî di vê bersîvê da veşartî ye, û hêjayî gotinê ye ku Robin Sadoyan, Sala 2007’ê li ser lîsta Partiya Komarî ya Ermenîstanê ku desthilatdar e, bûye parlamenter û wek yek ji kesayetiyên siyasî û bazirganîyê herî bihêz ê welatê xwe û Kafkasya tê naskirin, vê jî dibêje: “Di paşerojê (siberojê-X.Xerzan) de jî Kurdistan û Ermenîstan dibin du welatên cîranê hev, lewra ya herî baş ew e ku ji niha ve peywendiyên bihêz deynin û li benda wê demê nemînin …………..“
Reya rast ev e, weke Sadoyanî gotî her du gel, cînarên kevin in, û dê bibin cînarên hev du carek din, û heqê tu kesî tine ye ku, ji bo berjewendiyên xwe û ji bo cêbikên xwe dagirin, neyartiyan li ser sîparîşan biafrînin… Gunehekî mezin e û her wiha sûcekê li dijî mirovahîyê ye jî…. Ew kes li Ewropayê û Stenbolê dijîn, lê haya wan ne ji sefaleta Ermenîstanê heye, ne jî, ji janên li Kurdistanê  …..

Peşniyarekî min ji bo wan pisporên! dîrokê ra; Dîrok biderewan nayê nivsandin, dev ji vî karî qirêj berdin, hêlîneka din ji xwe rabibînin, lewra li vira , ji bo we nan tine ye, lewra her du gel jî ne gundîyên cehil ên ku berê sed salan in, ku wiha hêsan bên xapandin….

Dîrok bi derewan nayê nivsandin…!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org