21 Tîrmeh, 2013 Weşandin: 0023 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Lê îro dem hatiye ku kurd vê polîtîkaya desthilatdaran berovajî bikin û bigihîjin azadiya xwe. Di encama têkoşîneke mezin û bedelên giranbuha de bi hemleya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” re di 15-16’ê hezîranê de konferansa li Amedê tê lidarxistin ji bo bidawîkirina polîtîkayên bêtifaqiyê gaveke bingehîn e, ji bo yekitiya neteweyî.
Ji bo azadiya kurdan, ji bo parastina bidestxistinên kurdan, ji bo gihîştina mafên neteweyî û demokratîk yekitiya kurdan ferz e. Lewma çareserkirina pirsgirêka kurd xwe ferz dike. Dema em konjekturela cîhanê û herêmê li ber çavan bigirin ev fersendên derketine holê encax bi yekitiya neteweyî ya demokratîk mimkûn e. Ji bo ku mirov karibe xebatên kes, sazî, komele, rêxistin û partî çiqas di xizmeta neteweyî ya demokratîk de ne binêre. Yekitiya neteweyî ya demokratîk a kurdan, divê tenê di çarçoveya hatina cem hev a kes, sazî, komela, rêxistin û partiyan de neyê nirxandin. Yekitî, yekitiya gel e. Bêguman hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne. Hêzên civakî; jin, mêr, ciwan, kedkar, bawermend, memûr, esnaf û hemû rengên civaka kurdî bîne cem hev û di çarçoveya neteweyî de ji bo armancên hevpar kom bibin, ev yekitiya rastin e.
Yekitiya kurdan wekî erka sereke xwe ferz dike. Her wiha ji bo azadiyê û gihîştina mefan jî çeka herî girîng e. Li Bakur hemû tevger û rêxistinên kurdan ku tevli konferansê dibin, divê vê fersenda dîrokî baş bi kar bînin û ji bo pêkhatina konferansa netewayî û çareserkirina pirsgirêkên xwe bibe însiyatîf û hêzek.
Di vê dema ku kurd deriyên xwe ji hev re vedikin û hev hembêz dikin de ji aliyê Başur ve girtina deriyê li Rojava nayê qebûlkirin. Ev konferans destpêkê di vê mijarê de divê îradeyekê nîşan bide. Her wiha polîtîkayeke taybet ji bo kesên di nava partiyên pergalê de cih digirin bê meşandin dê kêrhatî be. Heke em nikaribin wan bikişînin cem xwe jî ji bo ew kesên piştgiriya wan dikin divê em xebateke taybet bimeşînin.
Heta niha hêzên dagirker di polîtîkaya der barê bajarên kurdan ên cîranê tirkan de gihîştine encamekê. Gelek kurd van bajaran wekî yên xwe nabînin û li wan bajaran di nava lepên dagirkeran de tên hiştin. Divê em bi polîtîkayeke taybet berê xwe bidin van bajaran. Di warê bawerî û zaravayan de, her wiha di gelek mijarên din de jî di nava kurdan de polîtîkaya jihevcudakirinê bi taybet tê meşandin. Li beranberî van polîtîkayan jî divê em hişyar bin. Gelê kurd ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî û siyasî her wiha di nava miletên cîhanê de bi serbilindî û bi cîranê xwe re aştiyane bijî divê pirsgirêka xwe ya yekitiyê çareser bike û vê fersenda dîrokî ji ber bêtifaqiyê heba neke.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...