Kurdan Lozan betal kir ~ HAWARNET Nêrîn

7/24/13

Li Solxana qeza Çewlikê(Bîngolê)5 zabitên ji artêşa tirk tecawizî keçikeke 15 salî kirine. Di hin xeberan da dibêjin hejmar derketiye 8 kesan. Gilî hatiye kirin, doz vebûye, lê netîce dîsa wek her tim bûye, çawîş serbest hatine berdan. 
FORUMA HEVBEŞ
Hawar Net
23 Tîrmeh, 2013 Weşandin: 0023 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


 

Li aliyekî gelê kurd li her derê lê ye yekemîn Şoreşa Rojava ku saleke li dû xwe hişt pîroz dike. Di vê şoreşa ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cerebeya têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiyê de gelê kurd rizgarî û felata xwe û hemû mirovahiyê dibîne. Li aliyê din nûnerên partî, sazî û dezgehên kurdan ji bo ‘Konferansa Yekitiya Neteweyî’ du roj berê li bajarê Selahedîna Herêma Federal a Kurdistanê gaveke din û  berbiçav avêtin.

***

Ev herdu geşedanên ku bi saya têkoşînê naveroka wan xurt dibe û bûye, dihêle ku kurd ji xwe bawer li pêşerojê jî binêrin. Hêzên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan wekî ‘modernîteya kapîtalîst’ bi nav dike tevli maşik, sîxur û tevkarên xwe yên li Rojhilata Navîn li hemberî vê yekê di nav taya mirinê de ne.
Ew ê çawa bi vê tayê nekevin! Pergala wan a bi girêdana Peymana Lozanê ya ku berî 90 salan di 24’ê tîrmeha 1923’yan hat îmzekirin, bi vê jivana li Selehadînê ya ku di salvegera girêdana vê peymana qirêj de pêk hat, ev peyman cihê xwe yê di sergoya dîrokê de girt.
Belê gelê kurd di şexsê nûnerên xwe de di salvegera vê tevna qirêj ango Lozana ku wekî xençerekê li dilê Kurdistanê ketî û Kurdistanê kiribû çar parçe bi vê jivanê sînorên çêkirî yên serdestan, hemû planên wan ên bi saya vê tevnê dikaribûn pêş bixin betal kirin.

***

Bi saya vê jiyana ku gelê kurd ji mêj ve ye li bendê bû êdî hêzên hegemonîk, lobiya şer, maşikên wan ên li herêmê ew ê nikaribin hespên xwe li gorî dilê xwe bibezînin.
Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim; bi tevgera xwe ya azadiyê, bi Rêberê xwe, bi gelê xwe yê fedakar a ku bi hezaran salan e ji bo civaka exlaqî û polîtîk a li ser nirx û keda dayik û çanda neolîtîkê berê xwe ji şaristaniya navendî û hemû perestgehên wê dane alî û berê xwe her tim ber bi ronahî û Roj’ê kirine careke din serfiraz dibim.

***
Çima? Ji ber ku hêzên hegemonîk zend û bendên xwe badabûn û dîsa dixwestin ku bi girêdana Peymana Lozana Duyemîn nîrê bindestiyê yê di stuyê kurdan de zêdetir bişidînin. Lê ev xwesteka wan bi dûrbîniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd ê ku li gorî vê hişmediyê di nav têkoşînê de cih digire û heta li rojavayê welat vê bîrdoziya rizgariyê dîsa li ser hêza xwe ya cewherîn bi azadiyê tacîdar dike, di gewriya wan de maye.


Ji ber vê yekê ye ku dihêlin û piştgirî didin komên çete ku wekî ‘kûçikên har’ êrîşî gelê kurd û nirxên gelê kurd bikin. Her çend hêzên hegemonîk, berdevk û maşikên wan ên li ber kamerayan fortan biavêjin û bibêjin ku ew ê destûrê nedin ku kurd bigihîjin mafên xwe yên bi sedan salan e ji aliyê wan ve hatine xespkirin jî, piştî vê saetê tu kurdekî/ê ku xiret li ber pozê wî/ê hebe dê paxavê bi van gotinan neke.

Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya 40 salan ne tenê xwe azad kir di heman demê de ji bo hemû gelên cîhanê ku di hawêra modernîteya kapîtalîst de li xwîn û keda wan tê mêtin jî bû hêviya rizgariyê. Ev jî bi formulasyona; Rêbertiyeke baş, bîrdoziyeke baş, bi têkoşîneke baş pêk hat. Ez dîsa yekemîn salvegera Şoreşa Rojava ya ku bû bingeha yekemîn jivana ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî li Selehadînê pêk hat pîroz dikim.

Remezan Olçen

Kurdan Lozan betal kir

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org