Têkoşîna statu û modelan ~ HAWARNET Nêrîn

5/16/15

Sirac Kirici Nêrîn
...............................................................................
Têkoşîna statu û modelan

Gelek caran ziyaret û rûdanên siyasî di bin alozî û bûyerên rojane de gringîya xwe wenda dikin. Serdana serokê Herêma Kurdistanê birêz Barzanî ya Emerikayê  jî  yek ji wan e.






Sirac Kirici 
16 Gulan, 2015


Ji sedema hilbijartinên Tirkiyeyê ev ziyaret di raya giştî ya bakurê Kurdistanê de bi têra xwe nehat guftugokirin.

Yekcarna em ji problemên welatê  xwe bêtir serê xwe bi yên derûdorêa xwe re dêşinin. Bi qeneta min  ev serdana ne serdaneka ku bi vî şiklî derbas biba.

Ji bo çi?

Li Kurdistanê têkoşinek statu û „modelan“ heye.

Salên pêş me ewê encamên van vekirî derkeve holê. Em hemû baş dizanin ku ji xeta  serxwebunparêzan bigrin heta ”xweseriya demokratik ”bi dizi an vekirî  di vê tekoşinê de roleka gring yên hevkar û alikaran ji heye.  

Ev hevkaran yekcarna ji dewletên ku Kurdistanê dagirkirine pêk tên yekcarna ji girêdayî konjuktora Rojhilata Navîn  e.

Ev çend salên vê taliyê li başûrê Kurdistanê xebat û haziriyek ji bo serxwebuna Kurdistanê didome.  Ev xebata yekcarna bi rêxistinên wek Daişê û rê û rêbazên din tên astengkirin. Lê her carî kurd bi awayek serkevti ji bin ev dafik û êrişan derkevin. Buyera Şengal û Kobanê stêrka kurdan li raya navneteweyî biriqand.  Serdana serokê Herema Kurdistanê birêz Barzanî  ya Emerikayê nişana vê yekê ye. Birêz Barzanî vê ziyaretê bi heyetek ku temsilyetaka wê ya xurt di parlementoya Kurdistanê de heye  pêk anî. Ev yeka pir gring e. Dîsa protokola ku ji  aliyê Barak Obama û raydarên Emeriyayê ji bo vê heyetê hat nişandan hêjayî şanaziyê ye. Emerîka qedrekî bilind da vê serdanê.

Her çiqas di capemeniya Tirkiyeyê de ”kurd ji Emerikayê vala vegeriyan ” were nivisandin ji daxuyaniyên birêz Barzani ”serxwebûn li rê ye” nîşana encamek  erînî û lihevkirinê ye. Heger ”li rê”rastî sabotajek pir mezin neyê xeyalên piraniya kurd û Kurdistaniyan di demekî nêz de bi cih dibe.

Ev encama ewê bandoreka li desthiladariya her çar perceyên Kurdisanê ji bike.

Li Rojhilata navîn siyaset wek minaka ”domino” û santrancê ye. Her hamlak bi xwe re gelek altarnativan tine.

Li alikî masê dewletên rojava, Emrerikî û li aliyê din ji her sê dewlet û nivên ku Kurdistanê dagirkirine.

Hemla partiyên başurê Kurdistanê vê gavê awantajek xistiye destê wan. Buyerek pir mezin pêk neyê kurdên başurê kurdistanê gav bi gav dicin hedefên xwe. Vê gavê diyardeyên siyaseta navneteweyî  destnişan dide ku çend salên pêş me ewê qedera Kurdistanê bi tevayi were guhertin.

Bi ya min vê gavê siyaseta nêzi dewletên rojava li gel berjewediya me kurda ye. Bala xwe bidinê peyvên ku serokwezirê Macaristanê Viktor Orban ji bo serxwebûna Kurdistanê ji niha ve dewletên dagirker aciz kiriye. Bi qeneta  ev stratejiyek e. Meh û salên pêş me ewê gelek dewletên Ewrûpî behsa vê yekê bikin.

Serxwebûna başurê Kurdistanê ewê qedara her çar perceyên Kurdistanê biguherine. Desthilatdariyên vê gavê ewê berê xwe bidin vê guhertinê.

De haydê xeyret kurdino wexta pêkanîna xeyalên hatiye..

Têkoşîna statu û modelan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org