Ne asimîlasyon, otoasimîlsyonê pişta me şikenandiye

Mîrhem Yigid


Her sê rojên 14,15,16 ê Gulanê ji rojên hefteya cejna zimanê kurdî ne û me jî bi vê minasebetê xwest em çend tiştan bi vê minasebetê bibêjin.
Mesela ziman dabaşeke fireh û piralî ye; mesela pêdebûn û çêbûna ziman, gurûbên ziman, zimanê kurdî dikeve kîjan gurûbî, tekstên ewil bi zimanê zimanê kurdî, zimanê dayikê, zimanê standart û yekgirtî, zarava û devkên ziman, rola ziman, teoriyên li ser zimên, qonax û merhaleyên zimên û bi dehan dabaşaên din hene.
Nêta me tune em serê we bi pirs û pirsgirêkên akademîk bêşînin. Em dê li ser van aliyan zêde nesekinin. Em dê zêdetir giraniya sohbet û nîqaşa xwe bidin aliyê aktûel. Em dê hinekî li ser dîrok û mekanîzmeyên asimîlasyonê, berxwedana li himber wê, li ser otoasimîlasyonê, rewşa zimanê kurdî di jiyanê de, di komelan û saziyan de bisekinin.
Berî wê dê ne bêcîh be heger em bibîranînekegirîng dest pê bikin. Berî her tiştî dema em dibêjin zimanê kurdî mebesta me giş ew zaravên kurdî ne,ango kurmancî, soranî, kirmanckî, hewremanî, Kelhûrî û Hwd in.
Dema em dibêjin kurd jî gi ew kesên kurmancîaxêv, zazakîaxêv, soranîaxêv û hewremanîaxêv in.
Ez gelek caran bi qerf be jî dibêjim hê tam nebûme kurd. Ji ber ku ez bi kirmancki nizanim. Dilêmin pirr dibije wan kesan ku hem bi kurmancî û hem jî bi kirmanckî zanin.
Ez bi xwe kêm zêde çend zimanan zanim, belê îro ji bo min fêrbûna zaravayê zazakî yan jî zaravayek din yên kurdî ji her zimanekî din girîngtir e.
Naxwe ewil berî giş zimanan zimanê me girîng e ji bo me, em divê ziman xwe zanibin. Ewil kurdî piştre tirkî ,e rebî û farisî, elmanî û ingilîzî.
Zimanzanîn tiştekî baş e, bila xelet neye fêmkirin. Mirov çend zimanan zanibe,mirov ewqas mirov e dibêje hîmdarê elefebeya kurdî ya latînî Celadet Bedirxan. Lê zimanê dayikê di ser giş zimanan re ye.
Bi gotinên din quran, zebûr, tewrat, incîl pîroz in, serçavan. Belê berî zimanên wan divê mirov bi zimanê Ehmedê Xanî, melayê cizîrî, bi zimanê mem û Zînê znibe.
Zimanê mirov rûmeta mirov e ev tim tê gotin gerek bê gotin û dubarekekirina wê ne bêcîh e.
Zimanek girêdayê çend tiştan bi pêş dikeve, geş û gurr dibe, yan bervaja qels dibe, serberjêr dibe.
Ev jî di dereceya yekem de axaftina bi ziman, xwendin û nivîsandina bi ziman û dawî û ya helî girîng jî perwerdeya bi ziman e ji ber ku herdû xalên ewil di xwe de digre.
Dema mirov ji awira van hersê rastiyan li rewşa zimanê kurdî binere herçendî hişmendiya zimên û xwedîderketina li zimên pêleke xwurt birêde ye, ketiye rê jî, mirov nikare bêje ku xetera li ser zimanêkurdî nemaye. Bervaja xeter mezin e û çendalî raserî zimanê kurdî ye.
Tevgerarizgarîxwazî bi taybetî û kurdên şiyar bi giştî ku serwextê vê xeterê ne, çaralî zorî dane dewletê, di meclîsê de, di meydanên mitîngan de, bi riya daxwazên çadirên çareseriyê û programê xweseriya demokratîk de tim balê dikşînin ser vê xalê û nahêlin cihê wê ji serê rojevê dakeve.
Xala ziman û perwerdeya bi zimanê kurdî rastiyeke dudamarî ye. Li aliyekî bi awayekî pirr xwiya bi nisbet berê hejmara kesên bi kurdî dinîvisînin, bi kurdî dixwînin, hejmara malperên bi krdî weşanê dikin zêde dibin û li aliyê din di jiyana rojane de herçendî li hinek bajar û herêmên kurdistanê rewş baştir jî bûyecoxrafya axaftina bi zimanê kurdî teng dibe. Ev e qontirasta qonaxê:
Mirov li heman xalê ji awira asimîlasyon û otoasimîlasyonê jî binere. Asimîlsyon û otoasimîlasyon hev bixwedî dikin, encam û sebebên hev in. Asimîlasyon heta wernegere otoasimîlasyonê ne bikêr e, asimîlasyona otoasimîlasyonî nebûyî bisînor e beşeke ji jiyana rojane, çend seetek in, demeke ku ne serdestê giş jiyanê ye, erd û cihê wê jî xwiya û diyar e; dibistan e, daîre ne, cihên ffermî ne, bi giranî ew cîh in ku lewhên mîna * watandaş Turkçe konuş* dalqandî ne. Belê otoasimîlasyon herder e, xwebixweasimîlekirin û alîkariya asimîlasyonê ye, her cîh û devere otoasimîlekar li wir e.
Otoasimîlasyon ji asimîlasyonê jî xetertir e, di otoasimîlasyonê de asimîlekar dikeve her mal û malbatê, li her derê digere û bêpere, bidilxwazî dikeve xizmeta deweltê.
Ne ev bi tenê.
Dewlet ji asimîlasyonê zêdetir xwe bi otoasimîlasyonê meşrû dike, pêşwaziya rexneyên li dijê asimlîasyonê dike, ev tercîheke demokratîk e dibêje.
Zimanê me ji du aliyan tê kuştin. Ev alî jî simîlasyon û otoasimîlasyon in. Di dem û qonaxekê de ku li dijê asimîlasyonê xebat ji hergav xwurtir e hê bi nisbeta pêwist talûka otoasimîlasyonê nehatiye fêmkirin.
Asimîlasyon proses û pêvajoyek e, li cîhekî û li derekê dest pê dike. Destpêk bajar û herêmên li ser sînoran, sînorên di nav kurd û tirkan de ne.
Ji Sêwasê, Erzinganê, meletiyê, mereşê, Osmaniye û Skenderûnê dikeve rê, ji wur ber bi hundur de pêla asimîlasyonê xelek bi xelek fireh dibe dikeve Dîlokê, Kilîsê, Nizîpê, islahiye.
Ji jor de ji Erdehanê, Qersê, Erzeromê, Dêrsimê wek agirê bigre pûş li giş bajarên kurdan bela dibe.
Hê piştretir berê xwe dide giş bajarên mezin û ji wur jî dadigere bajarokên hê biçûktir û sal bi sal xwe dighîne gundan, dighe ziving, mezra û cihên helî biçûk.
Deriyê vê proses û pêvajoyê ziman e. Her tişt ji ziman dest pê dike, ziman cihê helî nişmî û navendî ye, ku te ziman feteh kir, fethên din didin pey.
Nihat Sami Banarli yek ji çend kesan e ku zemanekî kitêbên wî di xwendegehan de dihatin xwendin. Li cîhekî behsa mafê fethê û fetehkirina welatan dike :
*welatê tu feteh dikî êdî hertiştê wî welatî yê te ye. Jinên wî welatî, erd, dîrok û her şaxê çandê dikeve bin teserufa te. Ev mafê fetehkar û bedêla fethê ye
belê kilîta asimîlasyonê ziman e, dil û nêka asimîlasyonê ziman e. Ne bila sebeb hatiye gotin ku *heta zimanê te hebe tu heyî*. Ku zimanê te çû tu jî diçî, tu jî dide pey
Û yeke din : tê zanîn ku li gora tarîf û pênaseyeke navneteweyî nivîsandin û berhemên ne bi zimanê te ji wêjeya te jî hesab nabe.
Dema em bala xwe didin rewşa Bakur û ji awira rewşa zimanê kurdî li meselê dinerin rewş neyênî û dualî ye.
Li aliyekî mirov hejmara nivîskarên bi kurdî dinîvsînin, pirtûkên bi kurdî derdikevin, dersxaneyên dersên kurdî, rewşenbîrên di bernameyên TN û radyo de bi kurdî diaxivin, li hejamra malper û nivîskarên wan dinere mirov kêfxweş dibe, li gora doh relatîv zêde ye. Belê li aliyê din hejmara milyonên di jiyana rojane de, li mal, li cihên kar ne bi krudî belê tirkî bikar tînin, bi taybetî dema mirov li rewşa zarok û ciwanan dinere, zelal û vekirî derdikeve ku coxrafya bikaranîna kurdî bi herdû zaravayên xwe kurmancî û kirmanckî tengtir û tengtir dibe.
Asimîlasyon ber bi gundan de ketiye rê, rêzefilmên asimîlekarhem îdeolojîk û siyasî û hem jî zimanî bi leza agirê girtiye pûş bela dibe.
Dewleta Tirk , dewleta simîlekar xwe îro di eniya tengkirina coxrafya zimanê kurdî de xwe serketî dibîne, xwe serketî hesab dike.
Sala 1991 ê Ozala wiha digot : *bila kes nebêje em rê li zimanê kurdî digrin, ev nerast e, fermo bila kurd kovar, rojname û tiştê dixwazin derxin, biweşînin. Nikarin ji ber ku zimanê wan têra vê nake, têra rojname, roman û siyasetê nake.*. Ozal ewçendî ji asimîlasyona 70 salên berî xwe piştrast bû.
Di her aliyê jiyanê de mirov bi hesanî dikare sersarî û bêxemiya beramber zimanê dayikê bibîne, lê rast bê û jê re bibe şahid.
Sersarî û bêxemiya heye mezin e. Jiyana me bi piranî bi zimanê serdest, asimîlekar û dagîrkeran e. Di civîn, şev pilatformên me de tirkî serdest e, axaftna bi kurdî maye di *rojbaş* û *êvarbaş* de. Ev ne li xêra me ye, neyarê siberoja me û giş û cîl û nifşên wê bê ye.
Xalên bêne destnîşankirin zêde ne, bi hejmarê xelas nabin. Em kurdên bakur kurdên perçên din jî di nav xwe de fêrî zimanê serdest dikin, biyaniyên tên nav me jî li şûna kurdî tirkî fêr dibin ji me. Kurd bi kê re dizewice ew û zarwên xwe asimîle dibin
Gazin ji dewleta tirk nabe, dewleteke ku destên wê di xwîna ermenî, suryanî, pontûs, ereb û kurdan de ye. Belê gazina me divê ji me be jî. Naxwe divê û pêwiste bi qasî em li dijê asimîlasyonê ne, ewçendî jî em beramber xwe rexnegîr bin.
Me berê jî gotiye, cardî em dibêjin problem ne bi tenê kurdiya qels û lewaz e jî, lewaziya hestên neteweyî, gurûra însanî, hestên korbûyî û mêjiyê arqozkî û pûçbûyî ye.
Di encamê de em dixwazin bi gotinên hevalê Cûma xwe jibidawîkirina gotarê re amade bikin : şoreşa me bi tirkî dest pê kir, belê gerek ji îro û pêde bi kurdî dewam bike.
Ziman îro bûye daxwazek serekî. Mirov vê di bernameya DTK de, di yên BDP de, di daxwazên çadirên aştiyê û di xweparastinên siyasetmedarên kurd di dadgehan de bibîne.
Dawî ev divê bê gotin : mesela ziman, ne meseleyeke em bihêlin sibehê. Divê mirov aniha û ji cihê lê ye dest pê bike û kurdî di her aliyê jiyanê de serdest bike.
Zimanê nenas :
Yek ji zimanên helî kevin dibe zimanê nenas. Kî vê dibêje ?
Hakim û dozgerên dewleta tirk. Ev yek ji mestirîn derewên sedsalê ye, gerek têkeve kitêba rekoran, rekora derewan. Em li vir yeke din jî dibînin. Ev jî ew e ku siyaset çi tîne serê hiqûq, çi tîne serê ilim.
Bi taybetî ro piştî dadgeha Amedê û helwestê dadgehê beramber zimanê kurdî, axaftina bi kurdî helwesteke siyasî ye, cidiyet û bahweriya bi zimanê xwe û bi siberoja zimanê xwe ye.
Heta berî bi demekê zimanê kurdî zimanê tirkên çiyan bû, zimanê wan kesan bû ku zimanê xwe ji bîra kiribûn, niha jî dibe zimanê nenas.
Ev gotin û binavkirina mirovê bêexlaq, mizawir û bêşerm e. Ev ji aliyekî jî dibe nimûnyek bê ka çawa hiqûqnas di destên dewletê de dibin lîstik û bêrûmet dibin..
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...