Roj roja xurtkirina hevkariya partî û rêxistinên Kurdistana Bakur e ~ HAWARNET Nêrîn

6/15/15

Osman Aytar .Nêrîn
...............................................................................
Roj roja xurtkirina hevkariya partî û rêxistinên Kurdistana Bakur e

Li Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur hilbijartinên 7ê Hezîranê bi xwe re hin encamên balkêş anîn û HDP bi 82 parlamenteran bû partiya sêyemîn. Tu partî bi serê xwe nikare hukûmetê deyne. Him ji aliyê dengdêrên Kurd û Kurdistanî, him li aliyê Tirkiyeyê him jî ji aliyê sinif û tebeqeyên sosyal hin encamên balkêş hene. Pirsên weha dihêlim hin nivîsên din re û di vê nivîsê de dixwazim li ser hevkariya navbera partî û hêzên Kurd û Kurdistanî bisekinim.



Osman Aytar
15 Hezîran, 2015


Nuha bi hevkariyeke firehtir dema bicihanîna 12 xalên Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê ye:


Wekî tê zanîn, berê hilbijartinan ji bo hevkariyeke nava partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî hin hewldan çêbûn. Ji ber awa û wextê pêşniyaranîna ji HDP/DBP/DTK, hin helwestên naxweyî yên yeko yeko partî û rêxistinan
û pirsên wekî wan hevkariyeke fireh pêk nehat. Di encamê de Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê ya ji DBP, DDKD, DTK, Hereketa AZADÎ, ÖSP pêkhatî bi kombûneke çapemeniyê ku hevserokê HDPê û berpirsiyarên van rêxistinên tifaqê beşdar bûbûn, di 13 Adara 2015an de ev hevkarî hate eşkerekirin. Di tifaqê de HDP wekî partî tûnebû, lê vê tifaqê bi riya bi hevkariya HDPê re bi hin namzedên vê beşdarî hilbijartinan bû û beşek ji wan di hilbijartinên 7ê Hezîranê de hatin hilbijartin.

Li gorî baweriya min, ev pêvajo girîng e ji bo ders derxistinê, lê beyî ku mirov vegere wê pêvajoya berê hilbijartinan û 'defter'an tev bide, di encamên hilbijartinan de rewşeke nuh peyda bûye. Yanê beyî ku mirov çewtî û êmasiyan 'bîr ve bike', mirov dikare ji wan ders bistîne û li îro û pêşerojê binêre. Herweha divê mirov 'nexşe'ya dengdanê, taybetî jî li bajarên Kurdistana Bakur, bi perspektifeke dîrokî û civakî bi awayekî maqûl û sakîn bibîne û bixwîne. Ji ber vê yekê divê endamên Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê gaveke pêşî bavêjin û bangî ew partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî ku bi sebebên cuda li dervayî vê hevkariya hilbijartinan mabûn bikin û ji bo bi hev re xebata ji bo van 12 xalên jêrîn ên protokola Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê ku, beyî ku her partî û rêxistin ji armancê xwe yên taybetî bide aliyekî, li gorî baweriya min dikarin bibin bingeheke hevbeş ji bo hevkariyeke nuh a Kurd û Kurdistanî:

”1- Li gorî esasa miletbûna Kurd di babeta daxwaz û bicihkirina maf û azadiyên bingehîn de beriya her tiştî bibiryar e ku polîtîka û helwestan bide nîşan. Li gor vê armancê; ji bo Kurdistanê statû, perwerdeya bi zimanê dayîkê, kurdî jî wek zimanê fermî bê pejirandin û bicihkirina nasnameya kurd di bin makeqanûnê de, wek daxwazên herî bingehîn dide nîşan.

2- Gelek miletên wekî Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Ereb, Mihelmî û Tirkmen û komên baweriyê yên wekî Elewî-Sunnî, Xristiyan, Mûsewî, Êzidî yên ku li ser axa me dijîn, bi sedema polîtikayên zordest ên dewletê di paşeroja xwe de pir zehmetî kêşan. Divê ev zehmetiyên berê neyên jibîrkirin, di wê baweriyê de ne ku divê jiyaneke nû û wekhevî bê avakirin û ji bo vê jî dikoşe.

3- Di demajoya dîrokî de hemû mexdûriyetên ku li Kurdistanê çêbûne wek êşeke hevpar û hemû destkeftiyan jî wek şahiya hevpar a gelê Kurdistanê qebûl dike.

4- Piştgiriya têkoşîna gelê Kurd a li hemû perçeyan a li dijî DAÎŞê û hêzên wê yên piştgir dike, xwedî li destkeftiyên ji Kerkûkê bigire heya Şingal û Kobanê derdikeve.

5- Tifaqa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi Hevpeymana Duhokê pêk hatibû, girîng dibîne û piştgirîyê didê.

6- Bangawaziya raya giştî ya navnetewî dike da ku alîkariya jinûveavakirina Kobanê bikin û bangî dewletê jî dike ku di serî de deriyê Murşîtpinarê û her wiha hemû deriyên gumrikan çalak bikin.

7- Bangî dewletê dikin ku girtiyên nexweş û birêz Abdullah Öcalan di serî de hemû girtiyên siyasî bê şert û merc azad bên hiştin, meseleya faîlên meçhûl bê ronîkirin, gorên komî bên eşkerekirin û hemû mexdûriyetên civakî bên pakkirin.

8- Her cure zordestî û şideta li ser jinan di heman gavê de mudaxaleyeke li dijî civakê dinirxîne û li dijî vê helwestê nîşan dide.

9- Ciwantiyê di têkoşîna azadiyê ya îro de dînamîkeke çalak dibîne û rola wê ya tayînker a di avakirina pêşeroja Kurdistanê de girîng dibîne û ji bo pêşdebirina vê rolê dikoşe.

10- Dixwaze ku polîtîkayên aboriyê yên heyî yên dewletê ku dibe sedema pirsgirêkên gewre yên wek xizanî, koçberî, bêkarî û texrîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê bên guherandin, ji bo alîkarî û çavkaniyan peyda bikin, piştgiriya hemû kar û hewldanan dike.

11- Azadiya dîn û wijdanê, hurmeta li baweriyan, jiyaneke li gor baweriyê û maf û azadiyên ji bo bicihanîna lazimiyên baweriyan, diparêze.

12- Bêyî ku tu cudahiyek bixe navbera wan, nirxên dînî, mezhebî, netewî û însanî li ser bingeha maf, dad, azadî, wekhevî û biratiyê dipejirîne. Hebûna temsîliyetên polîtîk ên binyadên etnîkî û baweriyan diparêze.”


Hêvî dikim ku hevkariyeke xurtir li ser van 12 xalan û wekî wan pêk bê. Ew xal li gorî pêwistiyan dikarin bên kêmkirin, zêdekirin an jî ji nuh ve formulekirin. Li gorî baweriya min dê gaveke mutewazî û kamilbûyin be
ger Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê ji bo hevkariyeke firehtir gava pêşî bavêje, lê di eslê xwe de berpirsiyarîya herkesî ye, ya me hemûyan e. Ji ber vê yekî ye ku herkes dikare ji nuha ve ji xwe dest pê bike.

Bi perspektîfeke weha, ji aliyekî ez dê xebata xwe ya ji bo kubi riya referandûmeke wekhev, azad û demokratîk, Kurd û Kurdistanî jî bigihîjin hemû mafên ku netewe û dewletên azad û serbixwe yên dinyayê hene,
lê ji aliyê din jî ez dê wekî Kurdekî ku dengê xwe daye HDP, di gel pêşdebirina mafên demokratîk li Tirkiyeyê, taqîbdarê têkoşîna van 12 xalan ji aliyê Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê û parlamenterên wê bibim. Di vî warî de jî ji destê min jî tiştek were ez dê texsîr nekim. Nuha bi riyên maqûl roj roja bicihanîna
armanc û sozên ku hatine dayin e. Parlamenterî jî tê de, her wasite li gorî kapasîte û çarçoweya xwe dikare rol bileyize, hostetî ne redkirina wasiteyan e,
bi zanetî di cih û wextê xwe de bikaranîna wan e.

Ji nuha ve ji herkesê ku di gel nêrîn û perspektîfên weha ye û amade ye ji bo van perspektîfan  xebatê bimeşîne serkeftinê dixwazim, ji ber ku ev doz doza me hemûyan e..

Roj roja xurtkirina hevkariya partî û rêxistinên Kurdistana Bakur e

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org