Weke ku tê zanîn di 7-ê Hezîranê de ji bo 25-emin car hibijartina Parlamentoya Tirk/Tirkiyê, gel wê here ser sindoqan û 550 parlamenterîhilbijêre. Ev 70 sale ku li Tirkiyê ev hilbijartin çêdibin. Di vir de ne tiştekî nuh û ne jî awarte heye. Her tişt “normal” û rûtîn e.
Belê li aliyê Kurda û di ser Kurdan de têgihîştin û heyecaneke ne normal tê meşandin. Cumle statukoparêzên Tirk, nuha li “defa Kurda” dixin. Ya rast Kurt jî weke ku daweta “bavê” wan be, edeta ji hiş ve çûne! Li ser sînorê Başûr û Rojhilat, di nava şervanên Bakûr û Rojhilat de şerê “birakujiyê” rû dide, Serokê Herêma Kudistanê banga piştgiriya serxwebûnê kirye, li Rojavayê Kurdistanê her roj bi dehan cenazeyên keç û lawê Kurdan têne Bakûr... haya kesî jê tune.
Ji bo “hinekan”hilbijartinên Parlemena Tirk/Tirkiyê, bûye mesela “man û nemanê!”
Siyaseta Kurda (yan jî siyaseta li ser navê Kurda) ya hakim, tu wextî normal nebû ye. Ew her di halê awarte de ye. Çi dixwazin, radihêjin çi karî, dikin mesela “man û nemanê!”
Vê siyasetê heta nuha tu tiştekî nebirye serî. Her rojê li aliyekî, li qerexekî ye. Dev, dest ji hemû armanc û hedefên xwe yên ku pê derketibû rê, berda ye.
Li vê dunyayê tiştên ne dîtî, ne bihîstî, ku mirov lê ecêbmayî dimîne, datîne pêşiya Kurda. Edeta bi “aqlê” Kurda dileyîze! “Komara demokratik”, “Civata ekolojîk”, “Netewa demokratîk”, “kanton”, “wekheviya zayîndeyî(!)”...
Lê çiqas tiştên nebûyî, ne bi serhevde û sosret dibêjin/dikin bila bikin, dîsa jî bi ekseriyetekî mezin gel/girse dû wan diçe.
Heq an neheq, heta ku desteka gel bi vê ekseriyetê dewam bike, tiştekî ku bêkirin û guhartin çênabe.
Ji wê bonê, gotinên min ji vê girseyê nîn e. Ji xwe ne ez dikarim derdê xwe ji wan re bêjim û ne jî ew li min gohdarî dikin û ji min fahm dikin.
****
Belê gotinên ku em ji hev re, bi taybetî ji heval-dost û kadirên ku em do bi “hev re bûn” û hêvî heye ku em ê sibê jî bigihîjin hev û bi hev re siyasetê bikin, heye.
Nuha gelek kadirên me yên siyasî, edeta ketine rêza/dora“qûyrixa” ray avêtinê. Li wî serê dinyayê diçine balyozxanên Tirkiyê û bi “hayte hol” ray-dengê xwe davêjin.
Raya xwe aşkere dikin. Li ser sindoqan edeta “tilîliyan” dikşînin! Bi vêya jî nasekinin, bi hawakî “mîlîtanî” bang li herkesî dikin, ku piştevaniya HDP-ê bikin. Her weha ji hezar çem û kaniyan ji xwe re teoriyên “fetwayê” çêdikin. Bi zarekî “şermoke” banga piştgiriyê li me jî dikin!
Ya rast, ya ku vê meqalê bi min da nivîsandin, êş û “trajedya” van hevalan e. Weke Pîr Sultan gotiye “Ne kevirên xelkê, kulîlk-gula dostan min birîndar dike!”
Siyaseta şaş û desteka milyonan li aliyekî, helwest û piştgriya van dost û hevalên “kevn”li aliyekî!
****
Dozên neteweyî, di esasê xwe de dozên netew-dewletbûnê ne. Ji Daxwiyaniya Serxwebûna Emerîka (1783) bigre, heta Prensîbên Wîlson (1918), daxwiyaniya Lenîn û Makezagona Sovyetan (1914), Hevpeymanên Cêwik ên Yekîtiya Miletan (1966) û Seneda Helsinkiyê ya Nîhaî (1975)...
Di mesela miletan de mafê qedera xwe bi xwe tayînkirinê, yanî netew-dewletbûnê destnîşandikin.
Prensîb: Mafê her miletî/neteweyî, ku qadera xwe bi xwe tayîn bike û serbixwe bibe heye.
Ev prensîb bingeha xwe ya ehlaqî ji wijdanê mirovatiyê û huqûqa tabiî ya wekhevîbûnê digre. Her weha çerçeva xwe ya felsefî û îdeolojîk jî, bi taybetî ji fikrên John Locke û J.J.Rousso distîne. Ku tevahiya netew-dewletan li ser vî esasî hatine avakirin.
Doza Kurd-Kurdistan dozeke mîlî/neteweyî ye. Yanî bê “lê” û “welakîn” doza netew-dewletbûnê ye. Yên ku şika wan di vê biryarê de hebe, bila ji wijdan û “îmana” xwe bitirsin!
****
Li dinyayê û di tarîxê de meseleyên neteweyî bi sê rêyan hatine/têne çareserkirin:
1. Rêya şer a zorê ye. Di huqûqê de, ji vê rêyê re, rêya “îhqaq-i heq”yanî (heqê xwe bi destê xwe sitandin), tê gotin. Di lîteratura siyasî û bi taybetî di şoreşgeriyê de “şerê rizgariya neteweyî” tê gotin.
Piştî Şerê Yekemîn û Duwemîn yên Cîhanê bi dehan dewlet bi vê rêyê hatin damezrandin.
2. Rêya aştiyane ya sulhê ya guftûgo û muzakereyên siyasî ye. Di vir de teref hev û du qebûl dikin. Li ser hebûna meselê mutabiqin. Belê li ser çareseriyê wekî hev nafekirin. Mesela Pakîstan û Hîndîstanê, Pakîstan û Bengladeşê bi vê rêyê hatin çareser kirin. Hakeza piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetan, li Balqanan û seranserê coxrafya Sovyeta kevin bi dehan dewlet bi vê rêyê serbixwe û mustaqîl bûn.
3. Rêya self determînasyonê, yanî rêya referandûmê ya sindoqê ye. Herî dawî Tîmûr-a Rojhilat, Qeredax û Qosova bi vê rêyê gihîştin serxwebûna xwe.
Ev her sê rê jî mumkûnin û rewa ne. Li gora şert û mercan têne pêkanîn.
Rêya şer û zorê, rêyeke bi rîsk û bela ye. Heta ku mumkûn be, heger hindikek rê û îmkanên herdû rêyên din hebin, divê mirov ji şer û kuştinê dûr bisekine. Belê ev rê jî weke herdû rêyên din, rêyekî meşrû ye. Konvansiyonên Cenewrê (1949) pîvanên huqûqa şer û pevçûnan tespît dike.
***
Doza Kurdistan ya bi zorê, ya bi muzakere û hevdîtinên siyasî, yan jî bi rêya Self determînasyonê wê bigihîje çareseriya xwe.
Li her perçeyî rewş û pêvajo wekî hev û hemaheng nîn e.
Li pêşiya Başûrê Kurdistanê rêya Self determînasyonê heye. Hemû şert û mercên Self determînasyonê li vî perçeyê welatê me wacib e. Li vî perçeyî qedera miletê Kurd, li benda yekîtî û basîreta siyaseta Kurda ye.
Rojhilatê Kurdistanê îro gavekî li paş e. Pirsa Kurdistan li vî perçeyî nuha di “rolantiyê” de ye. Li hêviya roj û firsenda xwe ye. Bi min ya rast jî ev e.
(Di vir de pêwîst e ku ez parantêzekî vekim. Ew jî ev e: Wexta ku em/ez dibêjim “doza Kurdistan”em bahsa doza miletekî û welatekî dikin. Belê ev milet û welat berçebûyî ye. Li her perçeyî şert û merc wekî hev nîn in. Caran jê perçeyek derdikeve pêş, perçeyên din li paş dimînin. Mesela, wexta ku di sala 1945-an de li Rojhilatê Kurdistanê Komara Mahabadê ava bû, li Bakûrê Kurdistanê çirûska azadiyê jî nemabû...
Îro merkeza siyaset, şoreş û dewletbûna Kurdistan, li Başûrê Kurdistanê derketiye pêş. Ji serxwebûna Başûrê Kurdistanê ewlatir, grîngtir û stratejîktir tu waqia û pêşveçûn tune. Ew siyaseta ku vêya nebîne, ji nedîtinî ve were, guhê xwe lê bigre, li hamber bisekine, ew di nava “gaflet”, “delalet” û “xiyanetê” de ye. Bila tu kes vêya ji bîra xwe dernexe. Her weha hinek jî, di vê pencerê de li pêvajoya hilbijartinên Tirkiyê binihêr e.)
Li Rojavayê Kurdistanê her çiqas rewşeke de-facto derketibe holê jî, rîsk û nediyarî gelekin. Li vî perçeyî rîskekî berbiçav jî, siyaseta îrasyonal ya otorîter û wesayetgêr, ya PKK-ê ye. Lê hêvî tê kirin ku piştî têkçûna rejima Beas û di Sûriya nuh de, Kurdên Rojava jî, wê bigihîjin statuyeke xweser...
Li Bakûrê Kurdistanê ne rêya şer-zorê (hele piştî şerê PKK-ê, yê sîh salê dawî, yê têkbir), ne jî rêya Self determînasyonê nuha guncav nîn e. Li Bakûr ji îro heta sibê, mesela Kurdistan ancax bi xebata siyasî, giftûgo û muzakereyan dikare ber bi helbûnê ve here.
Ji vê bonê, divê berî hertiştî Kurd angajeyî nav siyaseta Tirkiyê nebin, nebin perçeyek ji muxalefeta Tirkiyê ya navxweyî, li dervayê siyaseta Tirkiyê ya navxweyî (çewa ku li hamberê bûyerên Gezî û “kûmpasên paralelê” li derva man) bisekinin, cepheyeke berfireh ya mîlî ava bikin. Bi hukumeta îro re muzakereyan berdewam bikin.
****
Piştî vê pêşgotina dirêj, ku em werin ser mesela hilbijartinan:
Bêguman encamên hilbijartinan (musbet-menfî) dikare tesîrekî li ser kurda û pirsa Kurdistanê bike. Lewra ku weke hemwelatî, Kurd li Tirkiyê xwedî awantaj û hin mafa ne.
Belê rast nabe ku siyaseta kurda, di rêya çareserkirina mesela Kurd-Kurdistan de Parlamentoya Tirk/Tirkiyê (weke ku CHP dibêje) bike merkeza siyasetâ xwe, ya çareseriyê...
Di vir de munasebet û diyalektîka “stratejî û taktîkan” dibê baş were realîzekirin.
Parlamentoya Tirk/Tirkiyê ji bo Kurda tê çi manê? Beşdariya parlamentoyê çi dide doza Kurdistan û çi jê dibe/distîn e?
Parlamentoya Tirk/Tirkiyê, parlamentoya Kurda, ya Kurd û Tirka ye gelo? Na...
Ev parlamento, Parlamentoya Sîstema Serweriya Tirk (SST) e.
Çiqas Qanûn, qanûnname û makezagonên red, înkar û tunekirina Kurda/Kurdîtiyê hene, hemî ji vê parlamentoyê derketin e.
Ev parlamento bi riza û îrada Kurda ya azad nehatiye damezrandin. Eksê wê bûye.
SST, li ser înkar, red û tunekirina Kurda û bi darê zorê hatiye avakirin û tê parastin. Weke her welat/dewleta dinê, Parlamentoya Tirk jî, navenda meşrûkirina SST’ e.
Weke her dezgeyeke SST-ê, Parlamentoya Tirk/Tirkiyê jî, ji bo Kurdan meşrû û rewa nîn e. Xeyrî meşrû ye. Dijî bext û ehlaqê mirovatiyê ye.
Du pîvanên bext û meşrûiyetê hene:
Yek. Çerçeva hiqûqa tabiî (wijdanê mirovatiyê, huqûqa peymanên navneteweyî, peyamên dînî, konvansiyonên YM û rêxistinên navneteweyî) ye.
Du. Riza ye. Bi îrada xwe ya azad riza nîşandana gel-girseyan e...
Dewleta Tirk, li ser esasê yek miletî (tirk), yek welatî (Tirkiye), yek alî (ala tirk), yek zimanî (tirkî) û yek dewletî (dewleta tirk) hatiye avakirin. Dewleteke “tekçî” û unîter e.
Bingeha vê dewletê ya makezagonî û hemû dezgeyên wê, îro jî li ser vî esasî ne.
Ji alî pîvanên meşrûiyetê de ev dewlet, ji bo Kurdan û doza Kurdistan meşrû nîn e. Bi riza û îrada azad, bi hemd û îxtiyara miletê Kurd nehatiye damezrandin.
Dezgeyekî dewletê ya makezagonî, mesela Artêşa Tirk, ji bo kurdan çiqas meşrû ye, Parlamentoya Tirk jî hewqas meşrû ye.
Bi vê aîdiyet û kelecanê pêşwazîkirina hilbijartinên Parlamentoya Tirk/Tirkiyê, li ser navê siyaseta Kurdan, trajedya ye, pejirandina meşrûiyeta SST-ê ye.
Ya herî bingehîn û esasî ev e. Tiştên din “taktîkên”riyakariyê û xwe/hev xabandinê ne.
****
Proplemeke din ya esasî jî, mesela entegrasyonê ye.
Helwest, kampanya, heyecana partî û siyasetmedarên Kurd ya di derbarê hilbijartinên parlamntoya Tırk/Tirkiyê de derdixe holê ku di nava Kurdan de damarekî xwurt ya entegrasyonê heye.
Entegrasyona bi vî rengî asîmîlasyon e. Ji asîmîlasyona ziman û kulturê wêdetir, asîmîlasyona tefekur û fahma Kurdayetî û Kurdistanî bûnê ye.
Gotarên “ortak watan”, “demokratîk ûlûs” derewên mezin in! Dezenformasyonin! Bi aqlê Kurda tinazi ye! Bi “şekirê sor” û çuquleta“Zarok xapandine!”
Siyaseta “Turkiyevî”, qewlê gotî, “bal gibî” (weke hunguvî) entegrasyon e. Ji holê rakirina fahm û tefekura Kurdistan e.
Siyasetmedarên Kurda dibêjin “meseleyên neteweyî li seranserê dunyayê çewa hatibin çareserkirin, em dixwazin mesela Kurdistan jî bi heman awayî were çareserkirin.”
Li dinyayê tu meseleyekî neteweyî bi vî awayî û bi vê rêyê nehatiye çareserkirin. Li Kosovayê Arnawut neçûn parlamentoya Sirpa û bi riya Parlamentoya Sirbîstanê pirsa xwe çaresernekirin. Qeredaxî jî hakeza...
Bîlakîs, Parlamentoya Sirbîstanê meşrû û rewa nedîtin û bi xwe çûne ser sindoqê û qedera xwe bi îrada miletê xwe tayînkirin.
Li Iraqê û Kurdistana Iraqê jî rewş bi heman awayî bi rêde çû.
Heger grûbek Filîstînî rabin bêjin “Em ê herin Parlamentoya Teavîvê û îsraîlê demokratîze bikin” wê ji aliyê gelê Filistînî û Ereb’an de muamela “şarlataniyê” bi wan re bê kirin.
Li welatên din jî rewş, kêm-zêde bi vî awahî bûye.
Ji bo ku Kurd bibin perçeyekî hilbijartinên parlamenterîzma Tirkiyê, divê ew parlamento li ser esasê federasyonê bibe parlamentoya Kurd û Tirka.
Siyaseta entegralîst rê li ber mafê Self determînasyonê digre. Destê Kurda zeîf dike. Di salvegera sedsaliya Lozanê de, Lozanê lig ora şertên îro reorganîze dike.
****
Kurd bi zorê diçin eskeriyê. Tu ferdekî Kurd bi kêfa xwe naçe eskeriyê û bi çavê artêşa xwe li ekseriya Tirk nanêre.
Tu kurd bi hemdê xwe bacê (vergiyê) nade dewletê.
Kurd ji mecbûrî, ji bêçaretî diçin mektebê Tirka.
Tu kurdê ku hindikek fahma namûsê û hestê kurdayetiyê pê re hebe, hurmetê ji alaya tirk, merşa Tirk; merasîm û rîtuelê SST-ê re nîşan nade. Sonda parlamenteriyê ya nijadperest û xwe înkarî, naxweyne.
Temamê neheqî, zulm, zordarî, asîmîlasyon û karesatên jenosîdal di bin siya van rîtuelan de li Kurdan hatiye kirin.
Serweriya “huqûq” û mehkemên Tirk, li Kurdistanê rewa nîn e.
Siyaseta Kurda divê ji cephê de li hamberê van dem û dezgeyên kolonyalîzma Tirk bisekine.
Belê mixabin! Ya herî kêm di vê siyasetê de pirsa ahlaq û etîka siyasî ye.
****
Tiştên dina; mesela sistema serokatiyê, rika bi AKP-ê û Erdoxan re, hevkariya bermahiyên çepgir û grûbên marjînal, siyaseta bi dîn, profîla namzetan...
Ev hemî ciyê rexneyê ne. Yek jî ne rast e. Lê nehêjane ku mirov van tiştan derxîne pêş.
Peyva dawî: Di serhildana Agiriyê de, li ser navê hukumeta Tirk necamêrek bi navê Îbrahîm Talî Beg diçe çem Îhsan Nûrî Paşa û teklîfa hukumetê jê re dibêje:
“Dewlet, ji bo rihetî û azadiya te ji her tiştî re hazir e...Tu kîjan welatî dixwazî, dewlet amadeyeku te bişînê. Meaşê te hazir e. Paseporta te hazir e. Balyozxanê Tebrîzê bi xwe wê paseporta te bîne. Tu kîjan welatî dixwazî here li wî welatî bi rihetî û di ewlehiyê de bijî...”
Li hamberê vê teklîfê, Îhsan Nûrî Paşa weha bersîv dide:
“Welatê min evder e û tu îhtîyaca min ji we tune. Ez bi gotinên dewletê bawer nakım. Ez Fermandarê Giştî yê Hêzên Eskerî yê XOYBÛNÊ me. Ez bi emrê XOYBÛN-ê vê girêdayî me. Ev xizmet ji bo min şeref e! Wezîfa min ji dagirkeriya Dewleta Tirk rizgarkirina Kurdistanê ye. Heger gotinekî we hebe, hun dikarin teklîfa xwe li XOYBÛN-ê bikin. Ev mesela min ya şexsî nîn e. Mesela serxwebûna mileteki ye. XOYBÛN çi biryarê bide, biryar ya XOYBÛNÊ ye.”(Jêder Nezîrê Cibo)
Kî bi çi argumanan ji xwe re li çi fetwaya digere ew dizane. Ez bi xwe nabim şirîkê vê siyaseta gunehkar. Û ji tu dost û hevalên xwe re jî tawsiye nakim.
Bi hêviya li Bakûrê Kurdistanê avakirina siyaseteke mîlî, demokrat û yekgirtî…
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...