Neyartiya Erdogan ne bi PYDê re, bi Kurdan re ye ~ HAWARNET Nêrîn

7/3/15

Zinarê Xamo Nêrîn
...............................................................................
Neyartiya Erdogan ne bi PYDê re, bi kurdan re ye

Erdogan û dewleta tirk ne ji ber PKKê û PYDê li Kurdistana rojava li dijî otonomî û dewleteke kurd in..






Zinarê Xamo 
03 Tîrmeh, 2015


Ji dêlî PYDê, Huda-Par be jî û ji dêlî Salih Mislim, Mehmet Metîner ya jî Muhsîn Kizilkaya be jî Erdoganû Davutoglu ewê eynî tiştî bibêjin û eynî tiştî bikin. Ewê dîsa bibêjin ”emê nehêlin li başûrê welatê me dewleteke kurd ava bibe, emê nehêli demogarafiya herêmê were guhertin”!

Davutoglu û Erdogan dewleta Esed qebûl dikin, ya Daîşê ev saleke qebûl dikin. Heger tirkmen bikanibin tiştekï bi dest xi nya wan jî qebûl dikin, lê tenê ya kurdan qebûl nakin.

Ji ber ku ji PKKê û PYDê bêtir ew li dijî miletê kurd in, ew naxwazin kurd li tu derê bibin xwedî maf, kî serokê kurda ye, kîjan partî ye, navê wê çi ye, ji bo Erdogan û Davutoglu û dewleta tirk bi qasî serê derziyê jî ne muhîm e.
Ew li dijî her babet kurdî ne, fikir, îdeolojî, nav ji bo wan ferq nake.
Ew dibêjin em nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî dewlet.

Dibê ev yek ji bo hemû kurdan zelal be.

Li gel vê jî heger hin kurd hîn jî dev ji AKPê bernadin, hîn jî parlamenter û wezîrê AKPê ne, hîn jî li Kurdistanê berpirsiyariya AKPê dikin, wê çaxê wek Erdogan û Davutoglu, ew jî li dijî miletê kurd in, ew jî naxwazin kurd azad bibin û bibin xwedî dewlet.

Yanî kurdê hîn jî bi AKPê ra be û piştgiriya Davutoglu û Erdogan bike, ew jî wek wan e, wek Erdogan û Davutoglu, ew jî hevalbendê Daîşê ye.
Yê vê siyaseta Davutoglu û Erdogan ya nîjadperest, pan-turkîst û antî-kurd rast nebîne, neparêze di nava AKPê da namîne. Dema di nava AKPê da ma, bû parlamenter û wezîrê AKPê wê demê siyaseta AKPê ya li hembrî kurdan rast dibîne.

Ez bi xwe wiha dibînim…

Em xwe dixapînin

Li Tirkiyê, li Sûriyê PKK û PYD bi sond û qesem, bi ahd û wahd, bi beyan û bi îlan ji tirkan ra dibêjin weleh we bîleh em serxwebûnê, veqetandinê, dewletê û federasyonê naxwazin. Em tenê hin mafên demokratîk û perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.

Lê tirk dîsa jî qebaûl nakin. Dibêjin em ji we bawer nakin, we berê Kurdistana serbixwe dixwest, ev di programa we da hebû. Erê hûn nuha dibêjin em naxwazin, lê çi malûm e hûnê sibe dîsa nexwazin? Garantiya vê çi ye?
Loma jî em nahêlin, ne li Tirkiyê û ne jî li Sûriyê hûn bibin xwedî mafekî herî biçûk jî!

Yanî dev ji serxwebûnê û dewletbûnê berdan Tirkiye aş û nerm nekiriye, tenê qulbeya me şaş kiriye.

Tirkan do digotn NA, îro jî dibêjin NA.

Do çi digotin û çi dikirin, îro jî eynî tiştî dibêjin û dikin.
Yanî di siyaseta wan da îstîkrarek heye, yê bêîstîkrar em in.
Û vê bêîstîkrariyê, vê tawîzê ne barê me sivik û riya me kin kiriye û ne jî tirk nerm kirine.
Tirk naxapin, em xwe dixapînin.

Lema jî em otonomiyê, federasyonê, dewletê, serxwebûnê naxwazin tu feydeyeke wê ya siyasî ji me ra tuneye. Ya çêtir ew e PKK û PYD bi kêmanî federasyonê bixwazin…


XXX
Dewleta Belçîkayê pûleke bi motîvê ala Kurdistanê çap kiriye. Mala belçîkiyan hezar carî ava be, jest û camêriyeke mezin kirine.

Li alî din mesajeke ji Tirkiyê ra ye jî; êdî em ne qedir û ne jî guh didin we…
Gava kurd tiştê baş bikin xelkê him ji me û him jî ji sembolên me hez bikin. Ev sempatî hemû berhema liberxwedana Kobanê û lehengiya keç û xortêrn kurd e.

Hêvî dikim birêvebirên Tirkiyê gurra Erdogan nekin

Endamê Konseya KCKê Murat Karayılan, derbarê tehdîdên Tirkyê yên îşxala Kurdistan rojava da gotiye, ”Heger midqaxaleyî rojava bikin ev tê maneya şerekî li hemberî hemû kurdan. Ha te mudaxeleyî Kobanê kiriye, ha mudaxaleyî Amedê, tu ferq tuneye. Heger ew mudaxaleyi rojava bikin emê jî mudaxeleyî wan bikin. Wê demê seranserê Tirkyê ewê bibe qada şer. Lema jî dibê berpirsiayrên tirk biaqil hereket bikin…”

Hêvî dikim bi ber teqala Erdogan nekevin û bi aqilekî selîm hereket bikin, dev ji macereya îşxal mîşxalan berdin.

Beyaneke baş e. Jixwe bêyî viya tu tiştekî kurd bibêjin jî tuneye, gava êrîşî kurdan bikin kurd ewê xwe biparêzin, wekî din tu rê, tu çare tuneye. Riya din teslîmiyet e.

Dibê tirk bivikê bibînin, yanî bitirsin, bizanibin kurd ewê teslîm nebin û ewê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Ancax tirs dewleta tirk bisekinîne. Heger netirsin ewê hertiştî bikin. Çare, dibê bizanibin kurd ewê li her derê bi xurtî şerê wan bikin.
Tirs û zor meriv biaqil dike.

Ez hêvî dikim bi aqil hereket bikin û êrîşî kurdan nekin, dev ji ”herêmên tampon” manpon berdin. Tu dereke bêxwêdî tuneye.

Tiştê xuya ye Erdogan dixwaze bi herbeke bi Sûriyê û bi kurdan ra xwe ji kaosa heyî xelas bike û demeke din îktîdara xwe dirêj bike, jiyana xwe, kursiya xwe bigre garantiyê. Ew bawer dike ku şer derkeve kesê li hundur bela xwe di wî nede û ewê êdî ji girtin û dadgehkirinê xelas bibe. Hemû tirsa wî ev e. Ew dizane wî gelek sûcên mezin, sûcên meriv dibe ber dara sêpiyê kirine.
Yanî wî xelasiya xwe bi êrîşa ser kurdan ve girê da ye. Lema jî dixwaze rojekê bi berî rojekê bahaneyekê bibîne û têkeve Sûriyê û Kurdistana rojava.
Lê herb ne henek e, ne lîstik e, dikane felaketên pir mezin bi xwe ra bîne. Dikane li Tirkiyê bûyerên mezin, qetlêmên mezin bibin.

Civata tirk ji qetlîamên wiha re tim hazir û amede ye. Bi milyonan faşîst, çete li gel hêzên pûlis û leşkeran tim di bin destê dewletê da ne û gava hewce wan wek gurên har ber didin. Lê dînîtiyeke wiha jî dikane ewê felaketeke pir mezin bi xwe ra bîne, di nabêna kurd û tirkan da şerekî mezin derxe.

Yanî destpêkirina şer rehet e, di destê meriv da ye, lê qedandina şer zor e û ne di destê meriv da ye.

Seddam jî dema êrîşî Îranê û kurdan kir wek Erdogan difikirî. Lê şer 8 salan ajot û ji herdu aliyan jî bi sedhezaran însan hatin kuştin, bi sedhezaran seqet bûn. Zirara maddî ji xwe bêhed û bêhesab bû.
Û di mesela kurdan da jî hesabê Seddam şaş derket, bi bedelekî pir mezin be jî kurd ji bindestiyê rizgar bûn.

Eynî tişt dikane were serê Erdogan û Davutoglu jî. Û sûcên wan kirine ji yên Seddam ne kêmtir in jî.

Heger tirkiye êrîşî Kurdistana rojva bike, wek Karayilan jî gotiye, ev şerekî li hemberî miletê kurd e. Piştî êrîşeke wiha êdî şertê kurdan û tirkan ya jiyaneke bi hev ra namîne. Çare Kurdistaneke serbixwe ye. Û jixwe neyartiya civata tirk, medyaya tirk kurdan mecbûrî xeta veqetandinê dike. Civata tirk li hemberî kurdan pir bêûjdan û bêmerhemet hereket dike, derew û buhtanên pir mezin li kurdan dikin. Bi wahşeta Daîşê dilşa dibin, qatilên Daîşê pîroz dikin.

Ev rewşe wiha dom bike, tirk bi vê tempoyê neyartiya kurdan bikin, bêyî veqatindinê tu rê li ber kurdan namîne.
Êdî me kînga kanîbû…

Neyartiya Erdogan ne bi PYDê re, bi Kurdan re ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org