Alan ji Kurdan re dibêje: Êdî bibin yek, êdî bibin dewlet!
Ez li ber perava bêdengîya mirovahîyê razayî me. Ne xuşexuşa pêlan û ne jî hênikahîya avê, ne dengê qeqlîbazan û ne jî tîrêjên rojê; tu tiştî nabihîzim, his nakim...

Mustafa Ozçelik


Ez zarokekî sê salî me. Alan danîne navê min. Di nava kefa şerma behrê de wendayî me.
Dizanim nuha hûn ji min re helbestan dinivîsînin, wêneyan saz dikin. Hûn behsa mafê mirovan dikin. Hûn bahsa kurdbûna min, bahsa bêsiûdiya miletê min dikin. Hûn digirîn…
Le dêya min, axx dayê, axx. Ez dizanim ku nuha ew berîya min mirîye. Vêya ji ku dizanim? Ji bîhna şîrê sêrokî dizanim.. Dizanim nuha ew saxek e mirî ye. Û dizanim nuha hûn bahsa rebenî, hustuxwarî, perîşanî û belengazîya dêya min jî dikin. Hûn kirinên xwe bidomînin, lê hûn nabinîn ku yên reben, yên belengaz hûn bi xwe nin, mirovahî bi xwe ye.
Êdî ez wan peyvên xemilandî, gotinên qurmiçî nabihîzim. Ezê nikaribim temaşeyî wê şanoya we bikim. Lê ji bo carekê be jî kurên xwe, keçên xwe têxin şûna min û lê temaşe bikin! Li zarokên xwe yên giyanê wan firyayî temaşe bikin. Lê ka ew wîjdan? Ez xelekek im ji vê şanoya bi bêdengîyê ve hûnayî.
Êdî bes e. Êdî bes e rêberên kurdan, êdî bes e “mezinên” me. We dewletek ji me re ava nekir. Qet nebe ji yên mayî re ava bikin. Êdî bi dû hûrik û mûrikan nekevin. Êdî her yek ji we nebêjin ez û ez. Êdî bibin yek. Bila vê carê jî nefire ew firseta li ber derîyê we razayî.
Navê min Alan e... Ez zarokekî sêsalî me. Ji Kobanîyê, ji Dêrsimê, ji Mehabadê me…Ji Şingalê , ji Helebçê, Ji Amedê me….Ez ji Kurdistanê me . Êdî bila Alanên din li ber peravên bêdewletbûnê nebin qurbanîyên bêwîjdanan. Ez dewletekê ji we dixwazim.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...