Projeya Tirkan a herêma tampon ~ HAWARNET Nêrîn

9/16/15

Diyar Cizîrî .Nêrîn
...............................................................................
Projeya Tirkiyê ya herêma tampon çawa li ber avê çû?

Windakirina El-Nusra tê wateya têkçûna siyasetên dewleta Tirkiyê ya di herêmê de. Hemû gelê Sûriyê û raya giştî derbarê têkiliya Tirkiyê û El-Nusra agahdar bû ye, ji ber wê yekê Tirkiyê û El-Nusra tabûrên cûda yên wekî Sultan Murad û Ehrar El-Şam derxistine pêş. .






Diyar Cizîrî
15 Îlon, 2015


El-Nusra, Sultan Murad û Ehrar El-Şam ji heman malzarokê ne û heman siyasetan diparêzin.  Tişta rastiya isbat dike jî çend roj berê koma Ehrar El-Şam xwe wekî artêşa fermî ragîhand, gelo bê qebûlkirina Tirkiyê û El-Nusra çawa Ehrar El-Şam dikare bibe artêşa fermî, ew ne guncaw e. Diyar dibe ku niha di plana Tirkiyê li şûna El-Nusra Ehrar El-Şam derxîne pêş, bi wan siyasetên yên qirêj li dijî gelê herêmê bide meşandin.

Projeya herêma tampon têk çû

Ji pêşketinên rojên dawî ku li bajaroka Mari rû didin, derket holê ku vê carê dewleta Tirkiyê nikarîbû çeteyên DAIŞ’ê razî bike ku herêmê ji komên wekî Sultan Murd û Ehrar El-Şam re berde. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin nûnerên Tirkiyê û DAIŞ’ê bi awayekî veşartî li herêma Cerablus rûniştine, di hevdîtinê de Tirkiyê bi israr ji DAIŞ’ê xwestiye ku herêmê vala bike, nûnerê DAIŞ’ê daxwaza Tirkiyê erênî bersivandiye. Heman çavkanî destnîşan kir ku piştî nûnerê DAIŞ’ê gihiştiye bajarê Minbicê bi emîrên xwe re daxwazên Tirkiyê parve kiriye, di navbera çeteyan de nakokî derketiye.

Hate gotin ku nakokî li ser valakirna herêma ku Tirkiyê dixwaze bike herêma tampon û serçeteyan gotine ku DAIŞ’ê li Girê Spî, Hesekê û gelek deverên din têk çûne, eger niha jî bi awayekî plankirî xwe ji herêmên maye vekşîne dê tirs û heybeta DAIŞ’ê bi temamî têk biçe. Li ser vî esasî biryar dan ku pêşketinên nû bidest bixin û di bajaroka Mari û gundên wê de şerekî bi rastî bi El-Nusra û aligirên wan re bike. DAIŞ dikare zûtir di herêma Mari de pêş bike, lê wisa xuyaye naxwaze ji milê rojava jî bigihêje sînorê kurdan, ji ber wê yekê DAIŞ’ê di tenê di herêma Bajaroka Mari xwe fireh dike, lê zêde ber bi milê Efrînê ve pêş nakeve. Vê tevgera DAIŞ’ê hêviyên Tirkiyê ji hevalê wê yê herî nêzî DAIŞ’ê de şikandine, ji ber komên Tirkiyê ava kirine nikarin di herêmê de tevbigerin. Carek jî dema herêm bikeve destê çeteyên DAIŞ’ê operasyonên hêzên şoreşger di herêmê de rewa dibin û wê demê ne Tirkiyê û ne tu hêzên din dikarbû dengê xwe bike.

Di vê rewşê de Tirkiyê ku ev demeke behsa herêma tampon di herêma di navbera Ezaz û Cerablusê dikir, nema dikare xeyala xwe pêk bîne. Di aliyê din jî dema DAIŞ’ê di herêmê pêş dikeve, gelê herêmê ji bo parastina xwe dê berê xwe bide hêzên şoreşger yên wekî Artêşa Şoreşgeran, YPG û Burkan El-Firat ku dikarin li dijî DAIŞ’ê gelê herêmê biparêzin. Ev yek jî hemû hêviyên dewleta Tirkiyê yên dagirkirina herêmê têk dibe û vala derdixîne.

Dê bahoza azadiyê pêk were

Li gorî encamên derdikeve holê, Tirkiyê niha wê tirsa ku DAIŞ’ê nêzî Efrînê bû ye, wê YPG’ê û hêzên şoreşger bi hevre û li ser daxwaz gelê herêmê li dijî DAIŞ’ê hemleyên rizgarkirina herêmê bidin destpêkirin jiyan dike. Ji ber vê yekê hevkarên xwe El-Nusra li derdora Efrînê xistine tevgerê, çend roj berê endamê Têkiliyan ê YPG’ê Cemal Qasim ji aliyê El-Nusra ve hate revandin, her wiha li ser riya Heleb û Efrînê hin welatiyên kurd ji aliyê El-Nusra hatin revandin. Topbarana gundê Dêr Belût û Dêwanê yên Cindirêsê ku di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan di heman çarçoveyê de pêk hatine, wekî me got armanca wan hêzên YPG’ê mijul bikin.

Li dane û encamên derdikevin holê û guhertinên rojane ku têne jiyîn, wê di demeke ne dirêj de bahozek bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêma Baba û Ezazê pêk were, bahoz wê El-Nusra, DAIŞ û Tirkiyê bi temamî di herêmê de bixeniqîne. Çawa beriya niha herêma Girê Spî û Hesekê ji çeteyan hate rizgarkirin wê herêma Ezaz, Cerablus û Babê jî bêne rizgarkirin. Gelê Sûriyê li her derê êdî rastiya bidestxistina jiyana azad fêrbûye, ji ezmûnên xwe yên 5 salan bûye xwedî tecrube û pispor.

Projeya Tirkan a herêma tampon

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org